|
|
|
25.07.2005 - 16:02
|
[ 1308 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Zarok û ajnê*
Sabîha Otlu**
 Zarok di nav avê de |
Di germa havînê de, ji tiştên ku zarok jê hez dikin, yek jî di avê de lîstin yan jî ajnêkirin e. Lê divê mirov wek dê û bav yan jî salmezin ji talûkeyên ber avê jî haydar be. Ji ber ku li welatê me, wek gelek pirsên din, ji bo dibistanan polîtîkayeke ajnê tune, gelek zarok û ciwan nikarin ajnê bikin. Loma mirov her roj di medyayê de gelek nûçeyên ne xweş yên fetisandinê dibihîze yan jî dixwîne.
Li gelek welatên Ewropayê, dema ku zarok dest bi dibistanê dikin, ku ajnê nizanibin, erka dibistanê ye ku şagirdan hînî ajnê bike.
Ku mirov bi zarokan re here ber avê, divê mirov ji çi haydar be?
• Divê zarok bêyî çavdêrîya we di avê de nelîzin.
• Bala xwe bide zarokan, ku lîstokên pifkirî bi kar tînin, bi ber pêlan nekevin.
• Divê mirov bizanibe ku mirov %100 nikare ji lîstokên avê yên pifkirî hêmin be.
• Bila zarok di qeraxa avê de sol yan jî şimikên şemitonek bi kar neynin ku neşemitin nav avê.
• Nehêle ku bila zarok xwe bavêjin nav ava ku nizanin çiqas kûr e.
• Hînî zarok bike ku bila qîrîna hawara nepêwîst nekin.
• Nehêle ku bila zarok rasterast piştî xarinê têkevin ava kûr û ajnê bikin. Ji ber ku gera xwînê ya di laşê mirov de bi hezma xarinê ve mijûl e û naçe masûlkeyên (kas) mirov yên din. Ev dikare bibe sedemê krampê (tefizandin).
-----------
*ajnê: avjenî, aşberî, sobe, mele, melevanî
** Ev kurtenivîsar ji malpera Dibistana Kurdî hatiye girtin.
|
|
|
|
|
|