www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
23.07.2005 - 03:02 [ 1331 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Rêjîma Suriyê gotina xwe got, Kurd dê çi bêjin?

Sîrwan Hecî Berko - Dortmund


Sîrwan H. Berko
Rêjîma Suriyê ne amade ye ku Pirsa Kurdî li Suriyê çareser bike!
Ev e encama gotinên serokwezîrê Suriyê Nacî el-Uterî yên vê dawiyê. El-Uterî hebûna Kurdan li Suriyê wekî “beşek ji tevna gelê surî” qebul dike, ne zêde. Serokê wî Beşar el-Esed jî berî wî ev tişt “iktîşaf” kir.

Herweha rêjîm li xwe û mûkir tê, ku “problêma serjimartinê” heye. Piştî 43 salan! Lê dîsa jî ew amade ye ku tenê “80 ta 90 hezar” Kurdan wekî welatiyên surî qebul bikin. Yên dî, ku hejmara wan li gorî texmînan bêtirî 160 hezarî ye, “ew ne surî ne, ji Iraq û Tirkiyê hatine”. Ji xwe serokwezîr yekser me agahdar dike, ku “piraniya wan çûne bakurê Iraqê”, ango Kurdistana Iraqê. Yên dî rêjîm dê bi çavên ku ew “penaber” in, li wan binerin. Ev e “diyariya” kongirya Bees ji bo Kurdan!

Lê ne tenê ev: Serokwezîr ji me re dibêje, ku komek ji partiyên kurdî “ji derve ve têne dehfandin” û ew bi armanca pêkanîna “dewleteke kurdî”, “hewil didin ku tevna surî”, ya ku Kurd jî “beşek” jê ne, “biçirînin".

Çendîn pêkanîna dewleteke kurdî xewna her Kurdekî be jî, lê ew û partiyên kurdî li Suriyê ne ji bo vê yekê dixebitin; ew doza çareserkirina Pirsa Kurdî li Suriyê dikin, her yek bi şêweyekî. Eger bi rastî hin hêz hebûna ku hin ji van partiyan “dehfandibana”, hingî rewşa Kurdan dê pir baş bûya. Rastiyek e ku ta niha ti hêzeke navneteweyî ne amade ye ku li Kurdan û doza wan xwedî derkeve. Ji ber ku Kurd nikarin dewleteke kurdî ava bikin, pêwîst nake ku el-Uterî zêde li ser ewlekariya neteweyî ya surî bitirse. Çareserkirina Pirsa Kurdî ne xeter e li ser ewlekariya neteweyî, wek ku el-Uterî dixwaze bide xuyanîkirin; berevajî vê yekê, ew wê xurt û misoger dike.

Diyar e bê mebesta el-Uterî kîjan partiyên kurdî ne, dema ew behsa “komek ji partiyan” dike. Rêjîm ji xebatên partiya Yekîtî û ya Azadî, ku di van salên dawî de bi çalakiyên xwe yên berdewam hatine naskirin, ne razî ye. Lê ne tenê ew: Partiyên Hevbendî û Eniyê jî ji van herdu partiyan û xebata wan ne razî ne. Wan ew ji bo kuştin, birîndarkirin û girtina jin û ciwanan, talankirina dikanên Kurdan, ku tevde ji aliyê rêjîmê û zilamên wê ve pêk hatin, kirin berpirsyar. Êrîşên wan li dijî van partiyan hîn berdewam in. Çendîn şaşitiyên herdu partiyan di pêkanîna wan çalakiyan de hebûn jî, lê êrîşên partiyên Hevbendî û Eniyê li dijî wan bi kêmanî yek ji wan sedeman e, ku hiştin Nacî el-Uterî bikaribe bêje ku li Suriyê Pirsa Kurdî tune ye.

Serokwezîrê ku ji nişkê ve hate bîra wî, ku Kurd “dikevin tevna civakî ya surî”, dibêje ku “ti problêm an girêkeke me li hemberî Kurdan tune ye”. Eger ev problêm an girêk hebûna, gelo dê rewşa Kurdan û gund û bajarên wan çawa bûna? Li şûna ku herêmên Kurdan niha koloniyeke navxweyî ye, û Kurd bi saxî zindankirî û kuştî ne, ew dê hingî tevde hatibana binaxkirin, xak û mirov.

Rêjîmê gotina xwe got. Niha dora Kurdan e, ku berê xwe bidin rêjîmê û cîhanê û ji wan re gotinên xwe bêjin!


sirwan@amude.com


----------
Serokwezîrê Suriyê: Li Suriyê Pirsa Kurdî tune ye (amude.com, 22.07.2005)
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000