|
|
|
12.07.2005 - 02:45
|
[ 1291 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Xeysetên serweriyê
Silêman Alî
 Silêman Alî | Pênc xeyset bûn, xeysetên wî bûn, serwerî jê re dianîn û ew dibirin bi aliyê serweriyê ve.
Zanebûn xeyseta wî bû!
Zanebûna bi dilê vekirî û nerîna bi mejiyê paqij. Wê nerîna ko dihîşt Şêx Maşûqê Xeznewî tevî şaşik û cubba meletiyê dakeve kolanên internetê, bixwîne û binivîsîne. Wî bi hizr û bîrewerî rê ji xwe re li pêş û ne li pey gavavêtiyên sedsala nuha didît. Wî kolan û lêkolîn dikirin di pêmaya îslamî û ya cîhanî de û tê de û li ser wan nerîn didan - nerînên ne xwendekaran, belê yên dîroknivîs û zanyaran. Zanebûna ko ew nêzîkî hemû partî û rêxistinên kurdî dikir, lê ew nedixist nava refên yekê ji an.
Ev zanebûn û şarezatiya serweran bû.
Kurdayetî xeyseta wî bû!
Kurdayetiya dilşewat, ya bi kirinê -ne tenê bi peyv û gotinê. Kurdayetiya, ko ew dixist nava dilê miletê di dilê wî de rûniştî.
Şêx digot:
- Bihuşta hûn ne tê de bin, ez naçêmê!
Roja heqiyê, gava her yek dibêje "xwedêyo ez", Şêxê Şehîd ji kurdan re digot: "Em pêkve. Ez jî tevî milet!"
Weha serwerên dîrokî dibêjin.
Oldariya mejîvekiriî xeyseta wî bû!
Ew nerîna oldarî ya ne teng, nerîna oldarî ya mirovane, ko rê li cem wî, li kêleka wî ji persetên her olê û her baweriyê re çêdikir.
Şêx digot:
- Ez musulman im, ev ne qenciya min e. Ev yek min ji şopdar û perestên ol û baweriyên qenctir nake. Heger ez li Japonê hatibama cîhanê, ezê bêguman perestê Budda bama. Heger ez li Parîsê hatibama cîhanê, ezê fileh bama û heger ez li Şengalê hatibama dinê, ezê êzdî bama. Ez bûme musulman, tenê ji ber ko ez li Tel Maruf, ji dê û bav in musulman re bûme. Ev yek min ji kesekî din çêtir nake.
Ev nerîna olî ya vekirî û mirovane, nexasim ji berpirsyarekî ola jimarmezin, rêka serweriyê ji wî re vedikir. Melayê ku li dêrên filan mûm pêdixistin û di civatên xwe de gotina xeletê nedianî zimên, bi vê yekê eşkere dikir, ko wî ji yekîtîya gelê wî welatî re kar dikir. Wî ew yekîtî kiribû armanc ji xwe re.
Ev cûreyê oldariya vekirî û mirovane, cûreyê baweriya serwerên welatên pirolin!
Mêranî xeyseta wî bû!
Mêraniya ko dihîşt Şêx Maşûqê Xeznewî nerîna xwe ya ser olê û bêjî nebêjhî ser siyasetê li ser pelên rojnameyan, di malperên internetê de û li ser ekranên televîzyonan eşkere bike. Ew mêraniya ko dihîşt Şêx serdana hemû girtiyên serhildana adara 2004ê bike, piştî vegera wan î bi sefirazî bo malên wan. Berî wendakirina wî bi demeke kurt, mêrxasekî ji wan girtiyan li Serê Kaniya rengîn jê re got:
- Şêxê min, tu di bin çavan de yî! Haya te ji te hebe!
- Tu ditirsî min jî weke te işkence bikin?! Ev şerefeke mezin e!, Şêx lê vegerand.
Wî mêrxasî ji Şêx re got:
- Şêxê min, tirsa min ji wê ye te.... te bikujin!
Şêx kenîya û got:
- Ewê wîsama herî bilind bi sînga min ve kin!
Tenê mêrxasên gel, tenê saerwerên dîrokî karin ji bo doza xwe mirinê wîsam bibîninm û rêka xwe berdewam bikin tevî ko zanin ew wîsam nêzîkî sînga wan dibe.
Binavûdeng bû, ev jî xeyseta wî bû!
Nav û dengê wî û têkiliyên wî yên fereh li seranserî cîhanê. Kanalên televizyonan Şêx dixwest, ew dihate vexwendin semînar û kongirên navnetewî. Şêx bi siyasetmedar û kesayetiyên navdar û bandorfereh re rûdinişt û radibû li seranserî cîhanê. Şandyarên dewletan yên li Şamê ew nas dikir gava pirsa kurdan tev radibû û dihate holê. Ew yekemîn bû di nav kesayetiyên başûr-rojavayê Kurdistanê de, ko bêtirs danûstandin dikirin. Li derve û li hundur têkilî dikirin û ne ditirsîya.
Destê wî digihan deran. Nasdar bû mîna her serwerê xwerist.
Ev xeysetên Şêxê şehîd rêka serweriyê ji wî re vedikirin. Van xeysetên han serwerî dianîn ber destên wî û ew dibirin bi aliyê serweriyê ve. Şêx projeya serwerkî, serokekî, rêberekî bû. Sê salên din, belkî jî pênc salên dinê, lê ne bêtir... bes bûn, da Dr. Maşûq biba nav û nîşana gelê kurd li başûr-rojavayê Kurdistanê û rêberê wî.
Van xeysetên Şêx ew şehîd xistin. Da dîrok bisekine û da ev milet hîna gelek salan rêberê xwe bipê!
Canê te sax be, ey rêberê şehîd!
Serê te sax be, ey miletê bêrêber!
---------------
* Ev gotin di çalakiya bibîranîna çilrojiya şehîdketina Şêx Dr. Mihemed Meeşuq Xeznewî de, ku di 10.07.2005 de li bajarê Minden ê elmanî pêk hat, hate xwendin.
|
|
|
|
|
|