www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
17.06.2005 - 11:24 [ 1302 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Serokatiya Mesud Barzanî û hêviyên Kurdan

Sîrwan Hecî Berko - Dortmund


Mesud Barzanî
Pêşmergeyê kurd Mesud Barzanî bû serokê Kurdistana Iraqê. Ev bûyera dîrokî û pîroz hişt ku kêfxweşiyeke mezin bi Kurdên li seranserî cîhanê re çêbibe. Serketina li beşekî Kurdistanê serketina tevaya Kurdistanê ye. Çendîn di warê fermî de Kurdistana Iraqê beşek ji Iraqa federal be jî, lê di rastiyê de bi hilbijartina serok Barzanî û yekkirina hikumeta başûrê Kurdistanê, beşek ji Kurdistanê dê bibe dewlet. Al, parlament, hikumet û serokatî, ev in nîşanên dewletan.

Di rojên dawî de, gelek caran hate nivîsandin – bi taybetî ji aliyê Sofiyên PDKê ve- ku serok Mesud Barzanî serokê tevaya Kurdistanê ye.
Serok Barzanî kesayetiyeke wilo ye, ku di dîroka Kurdistanê de kêm wek wî peyda bûne, kesayetiyeke xwedî helwestin neteweyî yên hêja, kesayetiyek ku ji ciwaniya xwe de pêşmergetî kiriye û di nav çiyayên Kurdistanê de mezin bûye, kesayetiyek ku tucarî dev ji têkoşîna ji bo bidestxistina mafên gelê xwe bernedaye, bi kurtî: kesayetiyek ku hêjayî serokatiya Kurdistanê ye!

Lê çendîn dilê gelekan ji me bixwaze jî, Mesud Barzanî ne serokê tevaya Kurdistanê ye, ew serokê beşekî ji Kurdistanê ye. Parlamenta Kurdistanê, ku serok Barzanî hilbijart, ji aliyê Kurdên başûrê Kurdistanê ve hatiye hilbijartin. Kurdên li beşên Kurdistanê yên din beşdarî vê dengdanê nebûne û ji ber vê yekê ti kes nikare kesekî ji wan re bike serok. Ger hilbijartinên azad pêk werin, ihtîmaleke mezin heye ku Kurdistan Mesud Barzanî bike serokê xwe. Lê hîn ev roj nehatiye.

Ji bo ku Kurdên li seranserî Kurdistanê Mesud Barzanî wekî serokê xwe hest bikin, gava pêşî gerek ew be ku Barzanî dev ji serokatiya partiya xwe berde û xwe tenê bi pirsgirêkên Kurd û Kurdistanê mijûl bike. Li gelek welatên demoqrat, serokên dewletan (ne yên hikumetan!) dema ku dibin serok, dev ji partiya xwe berdidin. Destura van welatan vê yekê dixwaze. Ev yek serxwebûna serokî misoger dike û bi rastî jî dibe serokê tevaya welatiyan, ne tenê yê endamên partiya xwe.

Pêwîstiya Kurdên li perçeyên Kurdistanê yên din bi piştgirî û alîkariya ji Kurdistana Iraqê heye. Gerek ev beş xwedî li wan derekeve. Di dîrokê de, Kurdan pir alîkariya hevûdu kirine. Bi taybetî Kurdên Kurdistana Suriyê bi salan rahiştin barê xuşk û birayên xwe yên li beşên din.

Tenê ger serok Mesud Barzanî ji berê bêtir xwedî li êşên Kurdan derkeve û derbarey pirsgirêkên wan helwestine zelal eşkere bike, û di rêyine din re alîkariya wan bike, ew dê wekî serok bête qebulkirin. Herkes rewşa Kurdistana Iraqê û êrîşên rêjîmên Surî, Tirkî û Îranê li dijî wê nas dike. Lê gelek rê hene, ku di rêya wan re alîkarî ji bo perçeyên Kurdistanê yên din dikare bête kirin.


sirwan@amude.com
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000