|
|
|
16.06.2005 - 17:56
|
[ 1297 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Gelî sekretêr û serkirdan: Vê derfetê ji dest xwe bernedin!
Diyar Ehmed - Dêrika Hemko
Dema mirov li dûv eger û hewkarên pevçûn û perçebûnan di nav rêzên Tevgera Kurdî li Suryê de bikevê, ji mirov re xuya dibê, gorî encamên ku van pevçûn û perçebûnan di civaka kurdî de li paş xwe hêlayîn, û berhem û verêja ku di zevya wan de rûdayî, mirov digihê wê baweriyê ku egerê serekî ji wan hevrikî û nakokiyan re, pirs û aloziya kesayetî ye. Ew kesayetiya çavşikestî, hişemend girtî û tirsyayî û di nav rîp û pîlanên dagîrker û kedxwaran de veçiryayî û bi demê re kawî û bawî bûye û sist û xav hatiye hûnandin.
Belê, me egerê sereke da xuyakirin, tevî ku hin egerên dî jî hene û ew bi merc û nîrên demê ve girêdayî ne û pê re jî tên guhertin û jinavrakirin. Bê guman, em aloziya kesayetî di van cêwaziyan de wek egerekî sereke di qonaxa wan salên borî de gorî şop û destxetên li şûn xwe berdayîn, dibînin. Ew e nexweşiya tevaya serkird û serwerên Rojhilat, û ew e êş û derdê wan î giran. Wan ev nexweşî hilgirt û tovê wê di nav xelkê de reşand. Evê êşê bi wan re şax veda, bingeh girt û rehên xwe di komelgeha kurdî de belav kir û kûr berda.
Dîsanê, eger mirov li kûrahî û belavbûna vê nexweşiyê binêrê, xuya dibê ku mîna penceşêrê derdekê derman zor û zehmet e û gelek caran bê dernman e, ji ber ev nexweşî ne li cem serkird û rêberên mezin rawestyaye, lê belê xwe berdaye jêr û di nav movik û xelekên jêrîn de cih girtiye û talan daye, jêr û jor bi hev ve hatiye girêdan. Ewê peywendiyê pêkanîna berjiwendiyên kesayetî û teybetmend ên herdu aliyan bi hev re û paraztina paşeroja wan berjewendiyan misoger kiriye. Evê yekê hiştiye ku girêdan û têkiliya wan herdu aliyan bi hev re qeyîm bibê û hêviya berevanî û berdewamiyê jê re bimîne û werê dabînkirin jî.
Erê, ew bi xwe kawî û bawîn e, û di vê pêvajoya dûr û dirêj de, kesên weke xwe sist û xav li dora xwe kom kirine û her yek gorî cihê ku ew tê de alîkarî û palpiştiya aliyê dî dike.
Bi rastî, tevî ku em hê ji yekkirin û hevgirtina rêzên partiyên kurdî li Suryê û serestkirina rewşa wan a bê serûber bêhêvî nebûne, ji ber ku hê dilê gelek kesên dilsoz û xemxwar di ber berevanîkirin û xweragirtina vê rewşa wêran û nesaxlem de dijenê û gavên berçav û hêja jî davêjin. Lê eger em hêz û hêviyên wan dilsoz û xemxwaran, wan kurdperwer û dilbêşan beramberî guhertin û pêşveçûnên li ser astê cîhana nû û ger û gurankariyên di siyaseta nêvdewletî de li ber çavên xwe raxin û di nav destên xwe de deynin, diyar dibê ku eger li hev jî werin - tevî ku wê li hev werin - wê hingî dem û çax dereng bikevê û destkevtiyên millet di wan guhertinan de wê kêm û hindik bin, ji ber ku destkevtî wê qasî şiyan, pêkarîn, hêz û berheviya mirov bê.
Vêca da ku ew nebin kelem û di pêşiya gihandin û nêzîkbûna Tevgera Kurdî de nesekinin û rûyê xwe bihêlin sipî di dîroka kar û xebata milletê kurd de, em hawar dikin û ji wan sekretêr û serkirdan dîsanê dixwazin - tevî ku di berê de bav û bapîrên me gotine: "Kesekî bi xweziyan ne girtiye baqên keziya" - ku ew vê serdema nazik û hestyar li ber çavan bigirin û li xwe vegerin, wan tewên di dîwarên dilên wan de hevdu girtî rewêjin û dergehên dilên xwe vekin û van partiyan li hev bînin û wan nêzîkî hev bikin, milletê me ji vê şepirzeyî û belavbûnê xelas bikin, ew tîr û bela ku ewan di dilê millet de çikandîn. Hingî em pêşinyar dikin ku hûn jî weke pispor û rihsipiyên cîhanê civatek an encûmena pîran an porsipiyan ava bikin. Em bawer in cihên we tevan wê di wê civatê de hebê. Erê hûn gelek in û jimara we ji dest derketiye, ne sûncê we ye hûn bêkar bûn, ma hewe wê çibikira, hema ev kar ji bêkariyê, betaliyê çêtir e. Hûn dizanin îro çi di civata kurdî de di vî warî de li ser we û cihê hûn tê de tê gotin? "Eger tu bêkar bî yan ji xwe re li kar digerî, hema here ji xwe re bibe sekretêr an endamek di serkirdayetiya partiyan de, cihên vala her û her hene, ji ber ku wek mêşahingivîn diberdin, her wext xwe nû dikin …!!!"
Wê encûmenê damezirînin, hûnê xizmeteka baş û berketî ji milletê xwe re bikin, ew milletê canpak û merd, dilşewat û qehreman ku rojekê ji rojan xwe ji meydana xebatê dûr nekiriye û ji karwanê dan û qurbaniyan paş ve nemaye û gelek mandîbûn û azerî di vî warî de dîtiye û zehmetî kişandiye.
Em bi hêvî ne ku hûnê li ser serokatî, serwerî û serkêşiya wê encomenê bi hev nekevin û dergehin nû ji me re nevekin û ji hev dûr neçin. Bila ev encûmen bibê lêveger û şêwerdarî ji Tevgera Kurdî li Suriyê re, û hûn jî
serhatî û serboriyên xwe ji nifşê nûhatî re binivîsînin û bidin xuyakirin. Dibê ku ev delîva we ya dawiyê bê. Eer çû û we ev derfet ji dest xwe berda, hingî hûnê ne tenê ziyanê bigihînin xwe û zarokên xwe, lê belê zanibin ku millet wê ji dûv we venegerê û wê peykerê we ji berfê li ser sergoyê dîrokê çêbikin. Binêrin li çarenûsa dîktator û kesên ku ne ji bo milletan dixebitîn, kesên ku xêr û xweşiyên belengaz û perîşanan didizîn û hêviyên wan didoşan, ka ew bi kû ve çûn, bi kû derê ve revîn, an di kîjan zindanan de rizî bûn, li pêşiya dadgehan bi sernimzî û poşmanî rawestan. Li jînenîgariya tevî berjewendperistên teybetmend û ez-ezîxwaz û êlperistên hişgirtî binêrin, hûnê wêneyên xwe yên paşerojê di neynika wê de bibînin.
Gelek ji serkird û endamên mMekteba siyasî yan komîta navendî û sekretêrên me Kurdan dibêjin: "Xwezî ez endamekî piçûk di partiyeke cihgirtî de û cihê rêz û siyanetê di nav milletê kurd de bama û ne sekretêr an emîndarê giştî di partiyeka bê ser û ber û qels de, cihê şermezarî û pêkenînê di civata kurdî de."
Bê guman çaxa evê yekê dibêjin, dema berê li bîra xwe tînin û dixwazin bi wan gotinan bêhna xwe fereh bikin û dilê xwe bi jiyanê xweş bikin, ew jîn û jiyana ku hiştiye îro sihika wa li wan bibê reş û bi kû ve diçin, ew li pey wan ketiye û ji pey wan venagerê û dilê wan namînê rehet û saxlem ta ku Tevgera Kurdî li ser berjewendiyên milletê kurd bibê yek, ne ku li ser berjewendiyê kes û malbatan.
|
|
|
|
|
|