|
|
|
03.06.2005 - 00:06
|
[ 1294 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Dixwazin bihayê şehîd el-Xeznewî kêm bikin!
Silêmanê Alîxan - Elmanya
 Silêman Alîxan | Partiya Bees a faşist, ku beriya niha li Iraqê û niha li Suriyê hukmî bi rê ve dibe, bawerî bi demokratiyetê, mafên mirov, azadiya derbirînê û pêkvejiyanê nîne; herwesa bawerî bi mafên gelê kurd ên neteweyî û hebûna wî jî nîne. Lê her dewletek ji van herdu dewletan bi şêweyekî programa xwe bi rê ve biriye û bi rê ve dibe.
Li Iraqê, Partiya Bees a gor bi gor ji bo tirsandina gelê kurd zorbeya caran bi şêweyekî eşkere şoreşgerên gelê me digirtin û li cihên giştî wek gorepanên fotbolê, xelkê deverê, malbat û xizmên wan kom dikirin û li pêş çavên wan sêdare didan û di dema bi cî anîna fermana sêdarê de, ew xelk neçar dikirin ku destan biqutin (çepika lêxin) û tililiyan vedin. Piştî sêdaredana wan jî, pareyê wan guleyên ku ew şoreşger pê hatine şehîdkirin, ji malbatên wan werdigirtin. Vê siyasetê ew şehîd di çavên gel de mezin û zindî hêlan û agirê şoreş û tolvekirnê jî di dilên wan de germ û gurrtir dikir.
Lê li Suriyê, siyaseteke din bi cil û bergên modêrn bi kar tê. Bi gorey vê siyasetê rêjîma Bees a faşist ta radeyekê rêkê dide ku xelkên şoreşger partiyan damezirînin û rewşenbîr jî bi nivîs û belavokan derbirînê ji hinek hizr û bîrên xwe bikin. Di heman demê de, çavên hikumetê jî li ser wan in û dûvçûna wan dikin, dema dîtin ku kesekî Kurd mîna şehîd el-Xeznewî cihê xwe di nav dilê gel de kir û ji bo gel wek merceekî lê hat. Îca ji tirsa mezinbûna vî kesî di nav civaka kurdewarî de, hikumet hewil dide bi şêweyekî veşartî wî ji pêş çavan winda bike û paşî bi bêrehmî û bi rengekî tirsnoekane şehîd bike. Berevajî siyaseta Bes a iraqî, ku kesên girtî bi dûv tirimbêlan ve dikirin û li ser caddeyan dixirandin.
Piştre jî, rêjîma Bees a Surî çîrokeka seyr û dûr ji rastiyê ji bo van tawanan didane, ji bo ku ev şehîd nebe qareman û xelkek li pê wî neçe û bihayê wî di nav civakê de û li pêş çavên xelkê kêm bike.
Lê gelê me yê kurd li başûrê-rojavayê Kurdistanê ev siyaset baş fêm kiriye. Baştirîn nimûne jî ew pêşwazî bû, ya ku gelê me li bajarê serhildanê Qamişlo li cenazeyê pîroz ê şehîdê nemir el-Xeznewî kirî û bi alaya Kurdistanê pêçayî.
Li dawiyê, em dibêjin cihên şehîdên me di dilên me de berz û bilind e û biha û qedrê wan jî herdemî ye. Qatilên wan jî bi hîmeta zana, rewşenbîr û şoreşgerên gelê me, di demeke nêzîk de wê li cem hevalên xwe yên seddamî bikevin jêr şûrê edaleta gel.
silemani_alixani@yahoo.com
|
|
|
|
|
|