|
|
|
02.06.2005 - 07:37
|
[ 1274 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Şîna Şêx Mihemed Meşûq Xeznewî *
Arif Zêrevan - Stockholm
 Şêx Meeşuq el-Xeznewî li dêrê mûmekê pêdixe |
Şêxê min, wisa diyar e ku te bêriya me kiriye. Ji xwe me jî… Em dê hevdu bibînin jî, lê belê nizanim kengê. Rêya te rêya me ye jî. Dema ku tu di neqebê re derbas bûyî, em dê bigihîn te. Heger em pir lezê li xwe nekin, ne ji ber wê yekê ye ku destê me ji dinyayê nabe. Destê me ji karê ku em hemî jê re dixebitin, nabe. Ji xwe xebata me jî bi sebr û sebata me bi rê ve diçe.
Şêxê min, tu ketî xewna kurdan. Kurd miletekê rakûr û esîl e. Kurd dê bêne ziyareta te. Xwezî bi wî yê ku kurd be. Te ji kurdan re got bila şînnameyekê li ser te binivîsînin û min jî wekî kurdekî daxwaza te pêk anî. Şêxê min, tu ketî binê bîra kûr ya kurdayetiyê, lê belê em te ji bîr nakin û tu dê her di bîra me de bî, ji ber heger me bivêt jî, em nikarin te ji bîr bikin.
Tu xwe bi xwe, xwe bi me didî hesandin û em bi kêmaniya te dihesin. Belê, tu di laş û canê kurdayetiyê de lebatek bûyî. Laşê me, laşê her tiştî ji lebatên jihevcida pêkahtî ye. Û laş hewcedarê her lebateka xwe ye. Ti lebat ji laşî re ne bêkêr in û lebatek nikare bikeve şûna lebateka dî. Û ji lewra lebatên sekinî şûna xwe vala dihêlin. Tu çûyî, ji laşê me ji laşê heyîna me hatî birîn. Laş hewcedarê te ye. Di mehcetê de destê xwe dibe şûna te, tu nînî. Bi neyîna te dihese, li ber te dikeve. Ji lewra şêxê min, em nikarin te ji bîr bikin. Ji ber ko şûna te vala, şop û rêça te a bi xwîn, weke xwe ye.
Şêxê min, em dibêjin tu miri yî, tu mirî yî. Lê di rastiyê de tu bi xwe jiyîn î, jiyîn tu bi xwe yî. Tu ji bona Kurdistanê mirî. Kurdistan heyînek e. Ji payedarbûna heyînekê re jiyînek divêt. Jiyîn bi xwe bi mirinê tête pê. Tu mirî, tu bûyî û tû dê ji Kurdistanê re bibî jiyîn. Jiyîneka welê ku tenê bi Kurdistanê, bi ax û dar û kevir û miletê wê re dê vemirit.
Şêxê min, tu mêrxas î û ez wê dizanim. Neyarên miletê kurd di van rojên tu serwindabûyî de gelek êş û azar dane te, lê belê te nekir qêrîn û te nekir ax û te negot of. Bêdengiya te ew dîn û har kirin û ji ber hindê jî wan tu kuştî. Wan tu kuştî û gotin qey tu mirî. No, şêxê min, no! Tu namirî û tu dê her li bîra me bî.
Şêxê min, berî 70 salan neyarên miletê kurd şêxekê dî yê hêja bi destê hinek kirêgirtiyan kuşt. Navê wî Şêx Evdirehmanê Garisî bû û ew ji Kurdistana Binxetê çû bakurê Kurdistanê da dest bi amadekirina serhildanekê bike. Neyaran ew kuşt û mîrê kurdan, mîr Celadet Alî Bedir-Xanî, sala 1934ê şînnameyek ji bo wî di kovara Hawarê de nivîsî.
Min jî ev şînname bi îlhama mîrê kurd Celadet Alî Bedir-Xanî û bi uslûb û zimanê wî nivîsî, da te û hemî şêxên kurd yên mêrxas bi bîr bînim û da ji te re bibêjim ku em ti caran te ji bîr nakin.
Stockholm, 1ê hezîrana 2005ê
Arif Zêrevan
* * * * *
Ev teksta li jêrê jî şînnameya ku Celadet Alî Bedir-Xanî bo Şêx Evdirehmanê Garisî nivîsî ye.
Şîna Şêx Evdirehmanê Garisî
»Mîrê min, vê paşîyê şêxê te bi kefena xwe a bi xwîn kete xewa min û ev şîna ha ji min xwest. Ez jî vê pêşkêşî te dikim. B. FERÎDÛN«
Şêxê min, welê dixuye, te bêrîya me kirîye. Ji xwe me jî... Emê hevdu bibînin jî... Lê nizanim kengê? Rêya te rêya me ye jî. Emê bigehin te, di neqebê re ko tu çûyî. Heke em xwe nalezînin ne ji wê ye ko destê me ji dinyayê nabit. Destê me ji karê ko em bi hev re pê dixebitîn, nabit. Ji xwe xebata me bi sebata me pêş ve diçit.
Şêxê min, tu ketî xewna Ferîdûn. Ferîdûn kurdekî hêja ye. Sezayî ziyareta te ye. Xwezî bi wî. Te jê re got ji te re şînameyek binivîsînit, navê te hildit. Ewî jî kir, navê te hilda, wesfê te da, te ji bîra deranî, anî bîra. No, tu ne anî bîra. Ji ber ko tu hergav di bîra de yî. Em nikarin te ji bîr bikin, me dil hebe jî. Ji ber ko tu xwe bi xwe, xwe bi me didî hesabdin, em bi kêmanîya te dihesin. Belê tu di laş û canê kurdanîyê de lebatek bûyî. Laşê me, laşê her tiştî ji lebatên ji hev cihê hevedudanî ye. Û laş hewcedarî her lebatê xwe ye. Tu lebat jê re ne bêkêr in, û tu lebat nikare bikeve şûna lebetekî din. Ji lewra lebatê birî şûna xwe vala dihêle. Tu çûyî, ji laşê me, ji laşê heyîna me hatî birîn. Laş hewcedarî te ye. Di mehcetê de destê xwe dibe şûna te, tu nînî. Bi neyîna te dihese, liber te dikeve. Ji lewra şêxê min, em nikarin te ji bîr bikin. Ji ber ko şûna te vala, şop û rêça te a bi xwîn, weke xwe ye.
Şêxê min, em dibêjin tu miriyî, tu mirî yî. Lê di rastîyê de tu bi xwe jiyîn î, jiyîn tu bi xwe yî. Tu ji bona Kurdistanê mirî. Kurdistan heyînek e. Ji payedarbûna heyînekê jiyînek divêt. Jiyîn bi xwe bi mirinê tête pê. Tu mirî, tu bûî û tûê ji Kurdistanê re bibî jiyîn. Jiyîneke welê ko tenê bi Kurdistanê, bi ax û dar û kevir û miletê wê re dê vemirit.
Şêxê min, heye ko te dil kiri be, em navê te di rûpelên hawarê de hildin. Tu ne ketî xewa min. Lê ez bi vê daxwaza te hesiyam. Min şihra Bêrîya-Botan berî du salan nivîsand û peşkêşî giyanê te kiri bû. Gava şihra Ferîdûn giha bû destê min, Bêrîya-Botan, digel navê te, ji xwe keti bû rûpelên hawarê. Bi vê rasthatinê dilê min şa ye. Xwedê giyanê te ê bihuştîn jî şa bikit.
-------------------------------------
Bedir-Xan, Celadet Alî, (1934), »Hawar«, »Şîna Şêx Evdirehmanê Garisî«, hjm. 25. rûp. 5
-------------------------------------
* Ji malpera kerkuk-kurdistan.com hatiye wergirtin.
|
|
|
|
|
|