|
|
|
30.05.2005 - 19:20
|
[ 1287 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Berjewendiya PDK û YNKyê ne li ser a Kurdistanê ye - Rexne û têbînî
Cotyar Darfiroş
Ez wek rojnamevanek û wek çavdêrek bi rewşa Kurdistanê û bûyerên Kurdistanê û gorinên ku li Rojhelata Navîn çêdibin re pêwendar im. Dema ku min di Malpera Amûdê de nûçeya ku ser navê endemê Mekteba Siyasi ya Partiya Demokrat a Kurdistanê, birêz Fadil Mîranî, dît, mam sersurma. Li gorî Amûdê brêz Miranî gotibû ku "berjewendiyên PDK û YNK ser berjewendiyê Kurdistanê ne". Min bi xwe çendîn car ev gotin di rêka dezgeha ragihandinê de dît û xwend. Ne di tekstên kurdî û ne yên erebî de, min di axafina rêzdar Mîranî de -ku Amûdê ji xwe re kiribû bingeha vê îdîayê- gotinek wisa nedît.
Ez ji Amûdê pirs dikim li kû derê agahdarê vê gotinê bûye û ev ser navê birêz Miranî belav kiriye?
Wekî em dizanin, cîhan ne wekî berê ye. Her bûyerek bi rêka teknolojiya gihandinê gelek zû tête belavkirin û zanîn. Ji ber hindê bo Amûdê baştir ew e ku beriya ku tiştekî belav bike, divê ji nûçyên xwe piştrast be.
jutyar@gmail.com
-------------
Têbînî ji edîtorê Malpera Amûdê:
Di axavtina xwe de, ku di Kurdistan Tv de hate weşandin û ji aliyê malpera Peyamnêr - ku malpereke PDK-Iraq e - ve wekî nûçe (bi kurdî û erebî) hate ragihandin, Sekretêrê Polîtbîroya PDK-Iraq, Fadil Mîranî, ev hevok got:
"Tevî ku Kurdan roleke mezin di biserxistina karên Parlamenta Iraqê de lîst, ciyê daxê bû ku li Kurdistanê çar mehan piştî hilbijartinan, hîn jî me nekariye em civîna parlamenta nû pêk bînin. Lê pêwîst e ku ew jî bê zanîn ku ev tiştekî normal e û ku berjewendiyên herdu aliyan ên taybetî hene."
Mîranî eşkere dibêje ku berjewendiyên PDK û YNK ên taybetî sedem bûn ku Parlamenta Kurdistanê ya nû piştî çar mehan ji hilbijartinan hîn jî civîneke xwe li dar nexistiye. Parlamenta Kurdistanê û lidarxistina civînên wê ji berjewendiyên neteweyî ne. Ji ber ku parlament kom nebûye, hikumeta Kurdistanê ya nû jî nehatiye hilbijartin. Ev tê wê wateyê ku herdu partî berjewendiyên xwe yên taybetî ji yên neteweyî giringtir dibînin. Eger ne wilo bûya, wê ti pirsgirêk nebûya û Parlamenta Kurdistanê dê ji mêj ve bi xebata xwe rabûba û bida dû berjewendiyên neteweyî yên kurdî.
|
|
|
|
|
|