www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
19.05.2005 - 01:08 [ 1447 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Dengvedana şelafan

Sîrwan Hecî Berko - Dortmund


Sîrwan H. Berko
Berî demekê, hunermendê peykertaş ê kurd Mihemed Seydo ("Sîdo") Reşo ji ber êşa dil li Holandayê kete nexweşxaneyê. Ji bo rêzgirtina vî hunermendî, bernameya "Dengvedana Peyvê" ya Roj Tv, ku helbestvan Ehmedê Huseynî pêşkêşvaniya wê dike, îşev 3 hunermendên kurd ên şêwkar anîbûn û li ser hunermend Sîdo Reşo axivîn. Li gel ku pêşkêşvan ji mêvanên xwe xwest ku "dost û nasên Sîdo netirsînin û dilên wan neêşînin", lê tevaya bernameyê û axavtinên mêvanên wê rewşeke wilo çêkir, ku hişt li cem temaşevanî wêneyekî şîniyê çêbibe û mirov bikeve wê baweriyê ku hunermend Sîdo Reşo li ber mirinê ye.

Temaşevanê ku li bernameyê dinerî, studyoyeke tarî û komek ji mûmên piçûk, ku ronî didan wê stdyoyê, dîtin. Mirov digot qey bername ji goristaneke tarî tê nîşandan û mûm li ser goran hatine vêxistin. Hestek bi mirovê temaşevan re çêdibû, ku ew kesê ku bername li ser wî ye, miriye û hevalên wî yên hunermend wî bi bîr tînin. Li şûna ku bername kêf û xweşiyê têxe dilê hunermend û yên temaşevanan û bi wan re hêviyê xurt bike û nexweşiyê li ber çavan lawaz bike, wê ji hunermend Sîdo re şîniyek li dar xist. Mirov li hêviyê bû ku bername û mêvnên wê silaveke hunerî ji hunermend Sîdo re bişîne û jê re bêje ku dinya bi xêr e û jiyan dê ligel wî berdewam bibe.

Pêşkêşvan Ehmedê Huseynî hevalên xwe yên hunermend (Rehîmo, Reşîd Hiso û Reşad Yûsiv) anîbûn cem xwe û xwest bi wan re behsa hunermend Sîdo Reşo bike. Bername hertişt bû, lê ne sirûştî (naturêl) bû; ew bernameyeke bû ku bi zorê bi gotinan dihate restin, û hestên ku tê de hatin nîşandan, hestine ku dihatin berhevkirin, bêyî ku bi rengekî normal ji dil derkevin, bûn. Hemû kesên beşdar - hunermend Zuhêr Hesîb, ku bi telefonê beşdar bû, û ta radeyekê Reşad Yûsiv jî, ne di nav de - bi gotinine qelew, ku ew bi xwe wan di jiyana xwe ya rojane de bi kar naynin, hewil da ku derbarey hunermend Reşo çend hevokan bêjin, lê bi wan re dernediket. Wan xwe digevaşt û xweydan bi wan diket, ta ku peyv ji devên wan derdiket. Ji ber ku peyv ne bi şêweyekî sirûştî ji hundirê wan derdiket, hevoka wan jî berî ku bi dawî bibe, yekser ji aliyê hevokeke din ve dihate temisandin û temaşevan nema dizanî bê beşdarvanan dixwest çi bêjin. Bi taybetî hunermend Rehîmo hewil dida ku peyvan bi hev ve girêbide, bêyî ku bizanibe ew dixwaze çi bêje. Peyvên wî bê hest bûn, xapînok û derewîn bûn.

Xeleka îşev ya bernameya "Dengvedana Peyvê" şanoyeke nemirovane bû, leystikeke bêxlaq bû. Armanca wê tiştek bû û wê tiştekî din pêşkêş kir. Dubare asta wê û ya pêşkêşvanê wê û armancên wî eşkere û piştrast bûn.

Di dawiya bernameyê de, hunermendên mêvan hevalê xwe yê hunermend, Mihemed Sîdo Reşo, û xebata wî "diyarî gelê kurd" kirin. Wan Reşo û berhemên wî kirin milkê xwe û ji mafê xwe dît, ku wî diyarî gelê kurd bikin.

Rêzgirtin ne wilo ye. Mirov û jiyana wan ne leystik in ku kesek wan ji xwe re bike platformeke ji bo nîfaq û şelafiyê.

sirwan@amude.com
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000