www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
16.05.2005 - 10:19 [ 1272 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Ciwanên kurd hêzên siyasî derbas kirin

Salih Cefer


Salih Cefer
Temenê hêzên siyasî yên rojavayî Kurdistanê bû 48 sal. Di van 48 salan de, tu xwepêşandanên bê bone li tu bajarên kurdî ji alîyê tevgerê ve li dar neketin. Erê Tevgera Kurdî bi gelek çalakiyan rabûye û gelek temen jî daye, lê ne wê dest pê kirîye, herdem zor hatîyê ser û wê jî ber xwe daye.

Ciwanên kurd ev rol guhert, îca wan dest pê kir, bê bone, bê bûyer. Wan biryar stand ku xwepêşandanekê li Qamişloyê li dar xin, bi slogan û daxwazine ji temenê xwe mezintir; wan meşa xwe bi rê xist.

Ev meş dide xwuyakirin ku civaka kurdî ber bi rengên nû ve dire.
Berê kar û xebata siyasî bi partîyan ve girêdayî bû, tenê wan biryar dida ku divê çi çalakî bên kirin. Lê vê meşa han da xwuyakirin ku hin hêzên din di civaka kurdî de dixwazin li kêleka partîyên siyasî bi kar û xebatê rabin.
Nama vê meşê bo partîyên siyasî xwuya ye: Çima meşên me li Şamê li dar dikevin? Çima xwestekên me tenê di rîya rojname û belevokan re tên kirin? Çima em dest bi şêweyine nû ji kar nakin?

Rewşa siyasî li herêmê û li hundirê Sûriyê ne wek berê ye, lê dîsa Tevgera Kurdî nikare şêweyên xwe yên kar biguhere. Eger tevger îro bi rengekî aştîyane xwestekên xwe li bajarên kurdî nede ber çavên hikumetê, tu carî li Şamê jî nikare. Dem hatîye ku hikumet here herêmên kurdan û lêkolînê çêbike û li daxwazên kurdan guhdarî bike, lê kengî? Gava ku Şam hêza tevgerê li heremên kurdî bibîne.

Çûna nûnerên kurdan a Şamê divê bimîne qonaxa duyem. Qonaxa yekem ji herêmên kurdan dest pê dike.

Ciwanan bi meşa xwe ya li Qamişloyê hêzên siyasî derbas kirin û ji wan re got: Ku win nekin, emê bikin!


salihcefer@hotmail.com
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000