|
|
|
13.05.2005 - 02:42
|
[ 1341 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Peyamnêr wergereke min dizî û bi navê xwe belav kir!
Sebrî Silêvanî
"Mirovê nimûne ne ew e yê ku bi amrazên berdest kar bike, belê ew e yê ku bi amrazên xwe yên taybet cîhanekê ava bike!" Hîgil
Henasesarî ye...
Bi rastî jî berkarê karek weha henasesariyê peyda dike.
Di roja 25.08.2004ê de min hewl da ku ez gotara serokê Lîbyayê Muemer el-Qezafî werbigêrim bo zimanê kurdî û dîsan weha encam da û min ew wergêrand û belav kir.
Gotar ji aliyê hevkarên nivîskar û xwandevan ve hat xwandin û herweha di semînarek zindî de li ser internêtê hat pêşkêşkirin.
Belê li şibat – avdara 2005ê, ango dawî 6-7 mehan, wergêrana min ji aliyê Peyamnêr ve hat veguhaztin, bi gotinek din hat dizîn.
Peyamnêr ew nivîsar veguhazt û kovara Nûbûn ew bi navê wê belav kir û her xwandevanek bi berawirdkirinê dikare vê rastiyê aşkera bike û biselmîne.
Ez çi ji Peyamnêr naxwazim, doza lêborînê jî naxwazim.
Belê eger yasaya paraztina mafên çapkirinê hebûya, wê çaxê Peyamnêr weha nedikir.
Peyamnêr dikarî bi kêmayî peywendiyê li gel min saz bike, nameyekê bo min bişîne û doza hevkariyê bike. Belê li şûna ku weha bike, bi bistehî, bê agehiya min gotar veguhazt û bi navê xwe belav kir.
Ez gazinde û rexneyê arastey Peyamnêr nakim, ji ber ku Peyamnêr li gorî hêz, perwerde, peyrew û pirinsîpê xwe ev kare encam da. Belê ez dê gazinde û rexneyê arastey wê perwerdeyê û wan pirinsîpan bikim, çunkî Pyamnêr tinê dîl û qurban e bo wê perwerde û pirinsîpên nesaz û seqet.
Supas Peyamnêr û neqş li gotarek din.
Ji bo xwandin û berawirdkirina rastiyan:
1. Gotara serokê Lîbyayê Muemer el-Qezafî: www.algathafi.org/akrad/akrad-ar.htm
2. Wergêrana min bo gotarê li 25.08.2004: www.silevani.com/Nivisar-AlQezafi.htm
3. Veguhaztina (diziya) wergêrana gotarê ji aliyê Peyamnêr ve: www.eduhok.net/nubun/pdf/siyasi/mewlud.pdf
|
|
|
|
|
|