www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
07.05.2005 - 11:15 [ 1282 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Nîfaqa Ehmedokî: Guftûgoyek ji cîhana rasteqîniya sihrî ya rewşenbîrekî kurd ji vê serdemê

Mervanê Keleş - Ingilistan


Mervan Keleş
"Ez lêxim, ez lênexim, ez lê xim ez lênexim..", destê wî di cênîka wî de bû û li xwe vedigerand. "De ezê lêxim, ma çi ye, pir pir bila telefona xwe di rûyê min de bigire."
Ehmed radihêje destikê telefonê. Ring.. zing.. ping.. çing.. xing..

- Elo, ez Firat Cewerî me, fermo...
* Elo, bir‏‏êz Firat, dengûbas?
- Bibûre, keko, min te nas nekir!?
* Waaaa, ew te çi zû deng‏‏ê min ji bîr kir? Ez Ehmed im!
- Bibûre, keko, min dîsa te nas nekir.
* Yahooo, hûn Kurdên Tirkî çiqas bê nan û xwê ne, çi zû hûn mirov ji bîr dikin! Yaaw, ez berpirsiyarê we‏‏şana nivîsên Dr. Misto Masto me, yên ku berî çend salan di rojnameya "Armanc" de hain weşandin. Ma te ji bîr kir?
- Ha ha ha ha ha, min ji xwe re digot ev deng ne xerîb e. Xêr e yaaw, ez çawa hatim bîra te, ev gurin li kû mirine? pir sal derbas bûn, yaaw, tu ana mastê xwe li kîjan firoşgehê difroşî?
* Ahooo, firoşgeha çi, mastê çi, halê çi.. Ez, wek tu dizanî, piştî ewqas "virde wirde" ev demeke ez di Roj Tv de kar dikim. Ma tu min li wir nabînî?
- Ha ha ha ha ha, na willeh min navê te jî ji bîr kiribû. Hê? Bise, bise, ew tu yî? Hê ev çiqas tu hatiye guhertin, hem ji alî gewd û hem ji alî naverokê ve, li gor tê bîra min te xwediyên wê televizyona ku tu ana tê de kar dikî, bêwêje didît û te gotinên .... li ser wan digot. Îca ev çi bû yaw tu wiha ji nişkê ve çû û li wir kar kir û perên wan qebûl kirin û nerînên xwe li ser wan ji bîr kirin? Û ji xwe yê ku nanê yekî bixwe, çavên wî jê fedî dikin..
* Yawo, ana dev ji vê jehrê berde, Qeşmerok ne bes e îca tu jî qala vê quzilqwertê bike, ezê bigirîm!
- Çima, Masto, hema tu giriyê min jî neyne!?
* Na na, ana ez telefonî te dikim ku ez te wek nivîskarekî kurd ê xwedî ked û bandor vexwendî programa xwe "Tava tevlihev" bikim!
- Wax wax wax wax wax, ev çi bû Masto, ma ne te berî çend salan di Armancê de li ser min gotibû ku ez ne nivîskar im, lê ez bazirgan im? Ev çi çêbûye, Masto? Ma te nivîsên xwe li ser min ji bîr kirin?
* Yawo, ana ew demek bû û ev demek din e. Wê demê pêwist bû ez wilo bêjim ku ez nanê xwe di Armacê de bixwum û ana jî divê ez di Roj Tv de bi awakî nanê xwe bixum. Ma ne gerek e mirov wek gumgumokê rengê xwe biguhere ji bo ku mirov karibe nêçîra xwe bike?!
- Wey pek li vê felsefê, ev çi bû rweşenbîr û gumgumokî?
* Erê erê, yawo, dem wilo dixwaze, haaaaaaaaaaa!
- Ê, yekî wek min "bazirgan" û "ne nivîskar" wê li firoşgeha mastê te çi bike û çi bibêje?
* Ya exî, ma ne me got ew demek bû û ev demek din e? Tu ana rebbê nivîskar û rewşenbîran î, tu ka were programê û îşê te ji tiştekî tune, bihêl li ser min. Yawo, ji bo Xwedê ewir li ser min giran bûne û hatina nivîskarekî weke te wê hinekî ewran li ser min sivik bike!!!
- Ha ha ha ha ha, ê ma ew nivîskarên "Nûdemê" yên din, ku te di nivîsên Misto Masto de pir gotin li ser wan gotibûn û qala keçeliya serê wan û qama wan kiribû, ma tê têkiliya bi wan re jî bikî û wan vexwendî firoşgeha xwe bikî?
* Yawo, heger pêwist be, ezê Hebsuno* jî bînim programê, ma ne xelekek programê pê tê dagirtin? Ok, ji min re ne xem e, ya giring program berdewam be û ez betal nemînim û venegerim şuştina ....
- Ha ha ha ha ha, willeh xebera te ye. Ezê bêm, Masto, ezê bêm ji ber dilê min bi te şewitî û ji bo ku tu venegere şuştina ......
* Bi rastî, lo, bi rastî birêz Firat tê bê?
- Erê, Masto, erê. Min got ezê bêm ji bo ku xelk û rewşenbîr bizanibin ku tu tenê bazirganê gotinan î. Willeh ev tiştekî seyr e, em man li ser kêfa dema te!!
* Ez qurbana te bim, tu ka were û kî çi dibêje bila bêje, ji min re ne xem e, elmuhim deriyê firoşgeha min di rûyê min de neyê girtin û meaşê min qut nebe...

Tirq.... birq..... zirq..... ziring....... Xet ji nişkê ve hat birîn û birêz Firat Cewerî piştî çend rojan bû mêvanê programa Ehmed di Roj Tv de!!


Têbînî:
1. Kes‏ê ku nivîsê‏n Dr. Misto Masto nexwendibin, bila vegere rojnameya "Armanc" a ku li Stokholm‏ê derdiket.
2. Hebsuno dînekî binavûdeg bû li Qamişlo, niha li Swêdê dimîne.

mervan111@hotmail.com
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000