|
|
|
22.04.2005 - 14:02
|
[ 1284 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Kurd doza mafê derbirîna azad dikin, lê ew bi xwe vî mafî binpê dikin!
Sîrwan Hecî Berko - Dortmund
 Sîrwan H. Berko | Hersal di vê rojê de, Kurd Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz dikin. Semînar li dar dikevin, gotarên romansî têne nivîsandin, navê Mîr Midhet Bedirxan tê hildan ezman û di medyaya kurdî de ev roj tê bibîranîn û pîrozkirin. Hersal heman peyv têne gotin û li dema bûhirî tê temaşekirin. Lê di heman demê de, binpêkirina peyva azad ji aliyê Kurdan bi xwe ve berdewam e û rojnamevan ji bo azadiya çapemeniya kurdî kêm dixebitin.
Çendîn di van salên dawî de çapemeniya kurdî gavine bi pêş ve avêtibin jî, lê rewşa wê hîn kambax e. Piraniya medyaya li Kurdistanê di destên rêxistin û hêzên siyasî de ye. Çendîn ev hêz tim dubare eşkere dikin ku ew piştgiriya peyv û ramana azad dikin, lê di rastiyê de ew vê yekê nakin û berjewendiyên xwe diparêzin. Rojnamevan bi xwe jî vê yekê dizanin, lê ji ber ku piraniya wan bi xwe endamên wan rêxistinan in, ew jî mîna berpirsên xwe diaxivin û amadebûna wan ji bo guhertinan qet diyar nabe.
Erkê weşanger û rojnamevanan e ku ew bi hev re ji bo mafê azadiya ramanê têbikoşin û rojane binpêkirina vî mafî ji raya giştî re eşkere bikin. Pêwîst e ku ji bo vê yekê rojnamevan bigihên hevdu, da ku rewşa xwe şirove bikin û ji bo guhertinan xaleyan destnîşan bikin û ji bo pêkanîna wan bikevin xebateke berdewam. Li Cîhana Rojava bi xwe jî, ku li piraniya welatên wê îroj çapemeniya azad peyda dibe, ne hêzên siyasî bûn ên ku maf da rojnamevanan ku bi azadî bi karê xwe yê ragihandinê rabin. Rojnamevanan bi xwe bi sedên salan gelek gorî dane, da ku xwe gihandin vê rewşa îroyîn. Lê dîsa jî mafê nerîna azad li gelek ji van welatan tê binpêkirin. Rojnamevan jî bêdeng namînin. Têkoşîna wan berdewam e.
Rêxistinên Kurdan mîna rêjîmên totalîtêr in
Divê em bizanibin ku bêyî azadiya çapemeniyê civak nikare azad be û demoqratî pêk nayê. Bi taybetî li Kurdistana Iraqê, ku îro roj hema dewleteke kurdî ya serbixwe ye, divê azadiya peyv û ramanê ne tenê di slogan û daxuyaniyên partiyan de diyar bibin. Ligel ku li wê derê sendîqeya rojnamevanan heye, lê ne ew û ne xebata wê ne diyar in. Ji bo ku ew bikaribin xwedî hêz û rol, pêwîst e ku ew xebata xwe ji bandora hêzên siyasî rizgar bikin û kesayetiyeke xwe ya xurt ava bikin. Raya giştî ya kurdî li pişt wan e û divê ew vê yekê baş bi kar bînin û ji bo guhertinan rojane têbikoşin.
Civaka me fêrî tirsê bûye. Ev tirs gelek caran dibe asteng li pêşiya derbirîna azad. Kesê ku di nav me de bi azadî nerîna xwe bibêje, ji aliyê yên din ve tê çewisandin, navê wî dikeve lîsteya kesên “xayin”, û ta ku ji wan tê, ew wî diêşînin û dihêlin ku ew poşman bibe ku bi azadî nerîna xwe got. Li şûna ku piştgiriya wî bête kirin û ew di vî warî de berdewam bike û kesên din jî wek wî bikin, ew tê boykotkirin û hertişt tê kirin, da ku ti kes bi wî re nekeve têkiliyê. Bi taybetî rêxistinên ku di rêbazên xwe de behsa demoqratî û pêwîstiya paraztina mafê nerîna azad dikin, dema ku derbarey wan nûçeyek an nivîsarek belav dibin ku ne li gorî dilê wan bin, birêvebirên wê hêrs dibin û rêbazên rêxistinên xwe ji bîr dikin û mafê derbirîna azad binpê dikin. Êdî di vî warî de ti cudahî di navbera wan û rêjîmên totalîtêr de namîne.
Jiyana Kurdan jiyaneke tije paradoks in. Divê ev paradoks bêne rakirin û sînorên tirsê bêne şikandin. Tenê weşanger û rojnamevan dikarin vê yekê bikin. Em ji durişm û axavtinên romansî têr bûne. Êdî bes e li paş xwe nerîn, divê em di rewşa niha û ya sibe de bifikirin û ji bo guhertinan gavine balkêş bavêjin.
sirwan@amude.com
|
|
|
|
|
|