|
|
|
21.04.2005 - 15:36
|
[ 1271 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Çîroka polîsên Elmanyayê
Evdile Koçer
 Evdile Koçer | Ji nişka ve derî dehf dan û wekî guran ketin hundir.
Mîna hovan bi ser me de baz dan; bi rûyekî tirş û tehl ve qêriyan.
Me hemûyan dirêjî erdê kirin û destê me ji paş ve bi kelepçeyên plastîk ve girêdan.
Ew plastîkê kor heta ser hestiyê bi destê min de çûbû.
Destê min pir diêşiya...
Min ji yekî xwest ku piçekî sist bike, lê kulmek li patika min xist.
Çeneya min li erdê ketibû; ez dibêjim qey xwîn jê hatibû...
Piştî gelek pirs û siwalan em bîst û heşt kes bi destê xwe yî grêdayî ve xistin erebeyên xwe û birin...
Qêrîn û girîna zarokan hê jî li ber çavên min e.
Na na, ez ji we re qala çîrokeke xwe ya nû nakim... Tiştên ku li jor qewimîn hemû rast in û min bi çavên serê xwe dîtin..
Cihê bûyerê ne li dereke Kurdistanê bû, ne jî li bajarekî faşîst ê Tirkiyê bû...
Hemû tişt li dilê Ewropayê li bajarê Dresden ê Elmanyayê li Komeleya Kulturî û Çandî ya Kurd û Elmanan vê roja yekşemê (17.04.2005), seet li derdora 14.00 an, qewimîn..
Kesên ku êriş kirin, polîsên elman ên ji tîmên taybet bûn...
Kesên ku lêdan, tadayî û îşkenceya psîkolojîk dîtin û hatin binçavkirin, em 28 kurd bûn ên ku gelek ji me ji ber îşkence û tadayiyên polîsên tirkan reviyan, bûn.
Komeleya li bajarê Dresdenê helbet komeleyeke bi qanûnî û legal e! Roja yekşemê li komeleyê kongireya awarte ya rêveberiyê hebû û ez jî vexwendiyê wê derê bûm.
Lê tam di wê saetê de, bi dehan polîsên taybet bi îdeaya ku xwedêgiravî "kongireyeke îllegal" tê kirin, bêyî ku destûreke ji rêzê bixwazin, bêyî ku tiştekî bipirsin, bi ser me de baz dan, êrişî me kirin û wekî hovan em hemû girtin...
Ev êrîş û binçavkirinên nelirê, berî her tiştî pişta xwe didin têkiliyên xurt ên sîyasî û sosyo-ekonomîk ên dewleta elman û tirkan. Dixwazin kurdan bi her awayî bitirsînin, ji komele û saziyên wan ên fermî bixînin û terorîze bikin. Dixwazin kurdan fêrî qanûneke din bikin...
Piştî ku min berdan, min ji serokê polîsan re got: “Ev tiştê ku hûn dikin, komediyeke mezin e!" Min pirtikê xwînê yên çeneya xwe nîşanî wî kir û ez pê keniyam: “Gelo ev di kîjan qanûna we de nivîsandî ye.!"
Polîs hinekî jî ji ber nivîskariya min ber bi dilê min ve hat û got: "Tu sûcê te tune ye, tu dikarî dozê li wî polîsê ku wiha li te kiriye, vekî..." Min jê re got: "Erê, ezê dozê li we hemûyan vekim. Lê gelo ez ê doza vê psîkolojiya xwe ya xirabûyî û ya wan zarokan li kê vekim û çawa bi paş ve vegerînim?"
Dû re ji min re ambulans hat, ez çûm nexweşxaneyê. Doktor rontgenê ser û çeneya min kişand û raporek da min! Welhasil bi wê raportê ez ber bi komeleyê ve hatim.
Kek Yunus Bahram ji zû ve bû li min digeriya û meraqa min dixwar. Camêr hat komeleyê, piştî ku em bi hev re bi hevalan jî şêwirîn, me biryar da ku emê bi hev re dozê li polîsan vekin. Yunus gazî parêzerekê kir û li me guhdarî kir. Parêzer niha haziriyê dike ku îro sibe dozê veke.
Carna ez jî şaş dimînim, gelo tiştên ku jiyame, bixim çîrok, an çîrokên ku min bi xeyalên xwe nivîsandine, bijîm...
Newroza borî ez li bajarê Leipzig ê Elmanyayê bûm... Di şevê de min çîrokeke xwe xwend. Dawiya çîroka min wiha diqediya:
“...min got belkî ez rojekê vê çîrokê ji Soro re jî vebejim, lê ez ditirsiyam ku jê bawer nekira. ... Tirsa wê rojê hê jî li ber çavên min e...”
evdilekocer@yahoo.com
|
|
|
|
|
|