|
|
|
16.04.2005 - 03:15
|
[ 1275 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Bernameya -Stranên me- û pêşkêşkiriya wê ya têkçûyî
Sîrwan Hecî Berko - Dortmund
 Hunermend Miço Kendeş (aliyê rastê) ligel hunermend Peywan Arjîn |
Ev demek e ku hunermend Peywan Arjîn bernameya "Stranên me" di Mezopotamiya Tv de pêşkêş dike. Mêvanê programa wî ya do hunermend Miço Kendeş ji Swêsrayê bû. Ji ber tevliheviya di programê de, mirov nikare bêje bê ew program hunerî yan siyasî yan jî programek ji bo xwepêşkêşkirina pêşkêşkerî bi xwe bû. Ti atmosfêra hunerî di programê de tune bû. Programê û pêşkêşkerê wê ti rêz ne ji mêvanê xwe re û ne jî ji temaşevanên xwe re negirtin.
Kesê ku do li programa "Stranên me" temaşe kir, li hêviya peyvek xweş, straneke xweş bû. Hunermendekî hêja û zîrek mîna Miço Kendeş hertim bi dest mirov nakeve û ger ew bû mêvanê programekê, divê mirov hewil bide ku wî zûha bike, ramanên wî ji hundirê wî derxîne û bihêle ku ew afirandina xwe pêşkêşî temaşevanan bike. Lê Arjîn çi kir? Wî hertişt kir, lê ne ew tişt.
Ligel ku programê seet û nîvekê dirêj kir jî, lê mirov hema dikare bêje ku Miço Kendeş tiştek negot. Û ji bilî sê stranan tiştek ji hunera wî nehate pêşkêşkirin.
Pêşkêşkerê programê xwe baş amade nekiribû û li ser huner û berhemên Kendeş kêm agahdar bû. Ev yek di pirsa wî ya çima Kendeş bêtir stranên Mihemed Arifê Cizrawî dibêje û folklora Kobanî û Efrînê nastirê, eşkere bû. Kendeş bi xwe got ku pêşkêşker neheqiyê lê dike. Û hîn gotina wî di devê wî de bû, telefonan dest pê kir. Piraniya kesên ku telefon kirin, ti girêdana beşdarbûna wan a di bernameyê de bi mijar û mêvanê wê ve tune bû. Wan hişt ku hemû telefon li ber çavên mirovî reş bibin, ligel ku yekî-duduyan gotinin xweş û hêja derbarey Kendeş û hunera wî gotin. Herweha ew bûn sedem ku Kendeş ji atmosfêra hevpeyvînê derkeve û sar bibe. Acizbûn û nerazîbûna wî di rû û axavtina wî de eşkere bûn.
Peywanê pêşkêşker bi kesên ku telefon vekirin re kete guftûgoyê û pesnê hin bajarên Kurdistanê û ahengên Newrozê yên ku ew li wan deveran beşdarî wan bûbû, dida û digot çiqasî wî dixwest filantiştî bike, lê ji ber ku dema wî tune bû, wî nekarî ew yek kiriba û û û... Wî mêvanê xwe dabû alîkî û ew piştguh kiribû, da ku hinekî şelafî û quretiyan bike. Te digot qey ew mêvanê bernameyê bû û hunermend Miço Kendeş tenê ji bo dîkor li wir bû. Ji xwe mesela ku wî di bernameya xwe de stran gotin, film temam kir û ti kêmanî jê re nehişt! Bi rastî jî stranbêjên ku programên hunerî pêşkêş dikin, ewqasî ji xwe û dengê xwe hez dikin, ku propagandaya ku herroj ji bo wan tê kirin, têra wan nake, îca di bernameyên xwe de jî bi stranên xwe guhên guhdaran qul dikin.
Programên bi vî rengî rojane di televizyonên kurdî - bi taybetî televizyonên PKK - de derdikevin. Partiyên siyasî bûne mîna dezgehên kar. Da ku hunermend û nivîskarên wan bêkar "di kolanan de negerin" û "xerabiyê nekin", ew ji wan re programan çêdikin û wan dikin pêşkêşkerên wan. Hema ew çend gotinên bi kurdî zanibin û di nav gotinên xwe de jî propaganda ji partiyê re bikin, bes dike. Mêvanên programeyan kî bin û çi dibêjin, ne zêde giring e. Hinek muzîk û çend gotinên vala ji vir û komek telefonên ku piraniya xwediyên wan silavan ji "Kurdên binamus" û "hebs û zindanan" re û ji filan serokî û bêvan berpirsyarî re dişînin, û program bi dawî hat. Vê carê jî Xwedê qedand!
Çendîn sucê pêşkêşkeran mezin be jî, lê kesên ku dibin mêvanên bernameyên wan, sucê wan ne kêmtir e. Divê ew bi xwe zanibin bê ew diçin kû derê û kî dê hevpeyvînê bi wan re çêke. Mirov têdigihê ku pêwîstiya hunermendan bi televizyon û reklamê heye, lê ew û hunera wan di piraniya van programan de têne pûçkirin û ew bi vê yekê xwe, huner û temaşevanên xwe dixapînin. Ew ji aliyê pêşkêşkerên sivik û erzan ve wekî dîkor têne bikaranîn. Gelek hunermend hene, ji wan re ferq nake, lê kesên mîna Miço Kendeş ji wilo girantir in ku xwe bixin rewşeke wilo.
sirwan@amude.com
|
|
|
|
|
|