www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
09.04.2005 - 22:47 [ 1269 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Rêveçûna azadiyê

Cankurd


Cankurd
Paş sê salan ji cengek xwînî ya bê rawestin li Iraqê, ku bêtir ji 1500 leşkerên amerîkî û bi sedhezaran iraqî bi bombe û birrekan hatîne kuştin, gelek avahî û trumbêl, dibistan û karxane, bazar û dikan hatîne herifandin, îro li Iraqê parlamentek bi rêya hilbijartinek hêja pêda bûye, û paş du mehan ji dan û standinê di navbera endamên wê da, bo Iraqê serekek û bo paralmentê jî serekek heye. Serekê Iraqê Celal Talbanî yê kurd e û serekê parlamentê Haçim Husnî yê ereb e.

Li vir pirsek xwe davêje meydanê: "Gelo, ma ya serekê amerîkî George W. Bush rast bû?" Bê guman bo bersivdayînê wê gengeşî, erê û na, rast û ne rast, pir dakeve ser pelikan.

George W. Bush bi xwe dibîne, ku ev "serketina azadiyê" ye û "nîşana hîviyê" ye. Ew dibîne, ku ew gava welatê wî di Iraqê da avêtiye, xwînek taze berdaye damarên demokratan li Beyrûtê, li Şam, li Qahîre û li Tehranê... û weku aniye zimên, gava niha jin li Afganistanê diçin ser sandiqên hilbijartinê, li Filistînê bi sedhezaran kes ji karêd zorbaziyê xwe bi paş vedikişînin û tev li xebata aştiyane dibin, û li Libnanê gel dadikeve kolan û tratên (meydanên) Beyrûtê û leşkerê sûrî binzor dike, ku ji welatê wî derkeve, evan "kêlên berbiçav in di dûroka azadiyê da..." Wek mirovekî bi xwe bawer, George W. Bush dibêje: "Loranî ku me gav kir, îro li Iraqê desthilatdariyek heye, ku nema kes jê ditirse." Û teviya livbaziya xwe ya leşkerî di Afganistan û Iraqê da wek "keda gelên Rojhilata Navîn" û "viyana bo azadiyê" dinirxîne.

Bob Woodward di pirtûka xwe “Bush di cengê da" da gelek çavpêketin, hevdîtin, danûstandin bi piraniya qorê jorîn ê dewleta amerîkî re kirine, ew ji devêd wan dinivîse, ku ji lêdana têrorîstî ya mezin li Washington û New York di 11.09.2001 da û ta dema hêrişkirina ser Afganistanê, desthilatdariya amerîkî ketiye pir şaşiyan, tevliheviyek mezin pêda bûye, nezanî, nafêhmî û neamadekarî hebûye, lê biryara "em diçin cengê" di mejiyê pir mezinan da di roja 11.09.2001 da pêda bûye û nema kesekî dikarî li hember wê biryarê ya dilê xwe bigota.

Bi rastî, roxandina desthilatdariya Talîban û nezanan li Afganistanê, hilweşandina sazmana Baas a xwînrêj û girtina Seddam Husên û dûvikêd wî yên har li Iraqê, hilbijartin li herdu welatan, "hilgavtina aravî" li Giyorgiya sala 2003, "rabûna porteqalî" li Ukrayîna sala 2004 û "rêveçûna dara erzê" li Libnanê îsal, herdu rabûnên "êdî bes e" li Sêrbiya sala 2001 û "bûhara Pragê" sala 1989ê tînin bîra me.. û ev rêveçûna azadiyê wê bigihe Sûrî, Misir, Iran û hin welatin dî jî...

Em dibînin, ku pir kesên demoqrat û dij bi ramyariya George W. Bush li Afganistan û Iraqê derketibûn û wan hêrişên amerîkî wek "bedkariyên hov" didîtin, îro baweriya xwe guhartine û dibînin, ku van bûyerên mezin guhartinin mezin jî bi xwe re anîne. Yek ji rexnegirên ramyariya George W. Bush, Welîd Canpolat e li Libnanê. Canpolat sosyal-demokratekî navdar e û di binyada xwe da kurd e. Ew bi kuştina leşkerêd amerîkî dilşad dibû. Yekî dî sênatorê amerîkî yê bi nav û deng Ted Kennedy ye. Jon Stewart ê ku wek bavekî medyaya amerîkî tê dîtin, Dennis Ross ê ku di navbera Ereban û Cihûyan de ji zû ve wek navber hatiye naskirin, Sandy Berger ê ku şêwirdarê hêminiya neteweyî bû di dema Bill Clinton da, Michael O hanlon ê ku çepekî lîberal e û gelekên dî di rojnameyên navdar da, wek Washington Post, New York Times û Los Angeles Times... Evana giş ji cengê dilteng dibûn û niha guhartinên di Rojhilata Navîn da çêbûne an çêdibin, û bi taybetî di Iraq û Libnanê da, wek encamek livbaziya leşkerî ya amerîkî dipejirînin û tê da hinde hîviyên mezin ên pêşvedana herêmê dibînin û gavek mezin di meşa azadiyê da dinirxînin.

Bêguman, tevî qerêjiya cengê, li ku dibe bila be, çi eger jê re hebin bila hebin, em wek neteweya kurd ji xwe re van guhartinên di cîhanê da çêdibin û bi taybetî di herêma Rojhilata Navîn da, wek serketinekê ji xwe re dinirxînin. Em nikarin her û her bibêjin: "Ez çep im û ji min tê xwastin, ku ez li hember imperyalîzmê derkevim." Kesek nikare çavêd xwe li ser hovîtiya cengê damirîne an guhêd xwe kehr bike, cenga kê dibe bila be, lê wek neteweyên alman, frransî, brîtanî û ereb û turk li berjewendî û liştên xwe yên neteweyî dinêrin û wan diparêzin, divê em ji bîr nekin, ku rizgariya me ya neteweyî bi van guhartinan va girêdayî ye, û em ji bo vê yekê tev li "meşa azadiyê" dibin, ne ji ber ku em hevalêd şer û pevçûn û cengê ne.

Serekatiya kurdî li jêriya Kurdistanê ev meş û rêveçûna mezin baş nirxandibû û tevlê bûbû, lê belê nirxandin û xwendina siyasetmendên turk ji wan bûyerên mezin re ne di cî da bû û lewre ziyanek mezin ji gelê xwe re anîn.

Em ne dostê cengê ne, em xwestiyarê azadiyê ne. Îro gelê me li jêriya Kurdistanê rast azad e, ev jî kêlika domîno ya pêşîn e, ku li ber bahoza azadiyê li erdê ket, wê kêlikên dî jî li pey hev bên xwarê. Di vê da guman tune.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000