|
|
|
08.04.2005 - 23:14
|
[ 1282 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Ala Tirkan şewitî
Kawa Şêxê - Elmanya
 Kawa Şêxê | Ma çawa bû? Ala Tirkan di Newrozê de şewitî, Kurdan got: "Ne me şewitandiye", lê Tirkan got: "Dunya xerabû!" Kurdan got: "Ev al a me ye jî û em jî wê diparêzin", Tirkan got: "Dunya xerabû!" Kurdan got: "Ev hinek dijmin ketibûn nav me û al şewitand, da ku nav me û Tirkan xerabikin." Tirkan got: "Dunya xerabû!"
Me dît ku ewqa daxwuyanî neketin serê we, naxwe li daxwuyaniya dawî guhdarî bikin an jî bixwînin:
Heger kê ew al şewitandibe, an jî çi armancên wan bin, an jî bi çi rengî şewitandibin, ew gerek bi şewitiya, erê erê ew gerek bişewitya. Ezê ji we re bêjim çima: Her tiştê ku bi agirê Newrozê yê pîroz şewitî, ew gerek bişewitiya; her kes, her der û her tişt. Çima? Ji ber ku agirê Newrozê agirekî pîroz e, destê Xwedan di gurkirina wî de heye. Ji ber vê jî şewata bi agirê Newrozê ne wek her şewatê ye, şewatek hewceyî şahiyê ye, ne wekî Tirkan ku dunya xerakirine, ji ber ku ala wan carekê di Newrozê de şewitî, tevî ku ew al gerek rojê sêsed carî were şewitandin û ezê ji we re bidim xwuyakirin bê çima sêsed carî:
- Gerek rojê carekê were şewitandin ji bo xatirê wê dîroka kevnar a ku bi zanebûn binav dibe.
- Gerek rojê carekê were şewitandin ji bo bîst û pênc milyon Kurd, ku ziman, dîrok, azadî, rûmet û hebûna xwe di bin siya vê alê de wenda kirine.
- Gerek rojê carekê were şewitandin ji bo wan zarokên birçî, tazî, bê xwedî li kolanan di bin peykerê Atatûrk de narkotîkê difiroşin û dikişînin.
- Gerek rojê carekê were şewitandin ji bo her girtiyekî di binê zindanan de, ku hemû rengên işkencê dibînin.
- Gerek rojê carekê were şewitandin ji bo wê şofînîzma di xwîna wî miletê faşist de.
- Gerek rojê carekê were şewitandin ji bo xatirê wan dayikên belengaz, ên ku dibînin çawa qatilê zarokên wan xelatan distînin.
- Gerek rojê carekê were şewitandin ji bo wan esker û Generalên rû qermiçî û dilreş, ên ku li ser komên hestiyan rûniştine û bi dizî û eşkere Tirkyê bi rê ve dibin.
- Gerek rojê carekê were şewitandin ji bo wan zarokên ku navê kurdî li wan qedexe ye.
- Gerek rojê carekê were şewitandin ji bo karwanê şehîdan, yê ku ji kuranya dîrokê dikişê heya anha û bê dawî.
- Gerek rojê carekê were şewitandin ji bo serastkirina şaştiyeke dîrokî ku şaxên xwe li her derê berdane bi navê toranî û musilmantiyê.
- Gerek rojê carekê were şewitandin ji bo wan grûpên ku Apo dan we bi navê grûpên aşitiyê, lê ne wan aşitî anî û ne xortên me li me vegeriyan.
- Gerek rojê carekê were şewitandin ji bo xatrê wê riya sipî ya şêx Seîdê kal, ku we ew bi dar dakir û tenê gunehê wî ew bû ku wî ji guran jiyanek bi rûmet xwest.
- Gerek rojê carekê were şewitandin ji bo wê namûsa ku di binê zindanên tarî de tê binpêkirin.
- Gerek rojê carekê were şewitandin ji bo xatirê miletekî ku bi salan stranên wî lê qedexe ne.
- Gerek rojê carekê were şewitandin ji bo Dêrsim û geliyê Zîlan.
- Gerek rojê carekê were şewitandin ji bo xatirê Ameda bi sûr û zindan.
- Gerek rojê carekê were şewitandin ji bo av, ax û petrola ku hûn ji welatê min didizin û li şûna wê birçîbûn, nexweşî û nezaniyê diçînin, û bi zêr û xêra welatê min hûn zincîr, bombe û mirinê ji me re dikirin.
- Gerek rojê carekê were şewitandin ji bo ev miletê şofînîst şiyar bibe, ev miletê ku pesnê xwe bi hêza leşkerî dide û xwe bi welatên pêşketî re di warê mirinê de dipîve û ji bîr dike û ev milet hewceyî xwarin, derman û rûmetê ye bêtir ji sîlah û teyran.
- Gerek rojê carekê were şewitandin ji bo xatirê stranek dirêj ji derd û axînan bi dawî bibe.
- Gerek rojê carekê were şewitandin ji bo zanibin ku di nav me de jî Teyrê Baz hene, yên zanin ku aşitî ne xewn e, (tenê ji bo em xwe ji mirinê biparêzin, em dixwazin), lê em karin wek berê şerê azadiyê berdewam bikin û yê ku aşitîyê bixwaze, bera di nava çiya û newalan de li me bigere.
- Gerek rojê carekê were şewitandin ji bo dayikên eskerên we, yên ku zarokên wan di şer de mirin, li hember hêsirên dayikê şehîdên me bi hurmet rawestin û wek hûn karin navê terorîstan bi dû me xin, em jî karin navê faşist, şofînîzim û impiryalîzimê bi dû we xînin.
- Gerek rojê carekê were şewitandin ji bo hûn zanibin ku dijminayetî bê minetî ye. Ma we heya anha gavek bi alî me de avêtiye?
Û di dawiyê de, û ji ber ku bi dawî nebe, gerek cerekê were şewitandin jî ji bo xatirê dûayê diya min gava digot: "Xwedê ji zaliman re nehêle!"
îcar bera were şewitandin, û çi dibe bera bibe.
kawa142@hotmail.com
|
|
|
|
|
|