www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
01.04.2005 - 21:50 [ 1271 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Ciwanên kurd peyva tirsê ji ferhengên xwe avêt!

Sîrwan Hecî Berko - Dortmund


Piştî ku do girtiyên kurd ji zindana rêjîma Bees derketin, bajarên Kurdistana Suriyê bûn pêlên kêf û xweşiyê. Bi deh hezaran, piraniya wan ciwan, ji do de kolanên bajaran dagîr kirine û azadiya girtiyên xwe bi dîlanên berdewam pîroz dikin. Azadiya xwe pîroz dikin! Ne Ciwan Haco li wir e, ne Ibrahîm Tatlîses û ne jî Şivan Perwer; tenê awazên dahol û zurneya kurdî! Ciwanên kurd azadiya girtiyan wilo pîroz dikin, wek ku Pirsa Kurdî çareser bûbe û Kurdistan hatibe azadkirin. Ti kes nikare bêje kêfxweşiya wan çiqasî mezin e; kêfxweşiya wan bê pîvan e. Wêneyên ku ji wir tên, dihêlin ku mirov xwe bavêje nav wan û her yekî ji wan hembêz û maç bike.

Bi deh hezaran ciwanên dilêr li kolanan dîlanê dikin û bangî yekîtiya Kurdan û azadiya Kurdistanê dikin. Bi dengekî bilind û di orta bajarên xwe de! Deng diçe rêjîmê û zilamên wê jî! Ciwanan peyva tirsê ji ferhengên xwe avêt!

Ev civîn ji ber xwe ve pêk tên, ti kesî ew amade nekirine û ti kontrol tune. Tevlî wilo jî, hertişt bi şêweyekî aşityane derbas dibe. Ev e şaristanî! De ka em ji xwe re li wan binerin û fêr bibin! Ciwanên kurd me fêrî wê yekê dikin, bê çawa mirov mafê azadiyê dide. Ew piştrast dikin ku Kurd miletekî aşitîxwaz e û tiyê azadiyê ye.

Partîno, sekretêr û serokno!
Herin cem ciwanan û binerin!
Herin û daxwazên wan ji lêvên wan bixwînin.
Xwedî li wan derkevin û wan nexapînin!
Ger hûn nikaribin xwedî li wan û daxwazên wan derkevin, li malên xwe rûnin, rê vekin. Ne şerm e ku mirov li mala xwe rûne; lê şerm e ku mirov asteng be di rêya azadiya gelê xwe de!

sirwan@amude.com
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000