|
|
|
01.04.2005 - 18:23
|
[ 1272 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Girtiyên me hatin berdan, li kû ne nemirên pakrewanên me?
Mervanê Keleş
Erê girtiyên me hatin berdan. Pîroz be! Lê hîn pir pirs û girêk li holê ne û li benda bersivê ne. Hê nediyar e bê tev hatine berdan an na. Tevgera Kurd hejmara girtiyan nizane!!
Tevliheviyek heye, gerek e em li ber lingên vê tevliheviyê neçin û gerek e dîlan ta rewş zelal nebe, nîvco be!
Ta ku girtiyek me di zîndanên dîktatorên rêjîma Suriyê de hebe, divê kêf bi lingekî be, ne bi dudwan, û ji xwe bi her hal şahiya me wê bi şînê sergirêday be ji ber ku pakrewanên me - çi yên 12ê Avdara Qamişlokî û çi yên berî wê- ewê bi tu fermanan vengerin himbêzên dayikên xwe.
Wê her dayikên wan bi hisreta lawên kezeba xwe bin!
Divê Tevgera Kurd bi hemû rengên xwe li dû be, ku rewşa kesên wenda jî bê diyarkirin ta ku malbatên wan jî bizanibin bê ka kur û keçên wan li kû ne, sax in an pakrewanên gelê xwe ne..
Û penaberên me vegeriyan yan hîn derbider in?
Gritiyek jî di zindanan de nemîne, ew her û her qehreamên gelê xwe ne..
Lê pakrewanên şehîd ew nerîna çavên me ne.
Mûmên taristana me ne
leheng û destan in
zevî û gulan in
avdara can in:
Girtiyên azad, herin serdana gor û malbatên pakrewanên me.
Dilê deyik û bavên wan xweş bikin, gurzên gulan deynin ber serên wan, gorên wan av bidin û stranan bo wan bibêjin, ji dayek û bavên wan bipirsin bê her yekî ji wan ji kîjan stranan hez dikir û wan stranan bi dengên bilind li dor gorên wan bêjin! Ê ku bi dil bû, bila evîndara wî bi dizî tikîtenê biçe ber gora wî, wî têxe hibêza xwe û bigirî, bigirî û gulên gorê bi hisretên hêsirên xwe vejîne, û nifiran li destbiran bike!
Vê rêjîma dîktator ne ji ber dilovaniya xwe girtiyên me berdan; ev encama tevger û xebata miletê me bû, çi li ser xaka Kurdistanê û çi li dervey wê. Yanî dema xebat hebe, çendî bi kêmanî be jî, encam heye.
Lê doza me li vir ranaweste.
Doza me doza mafê gelekî ye.
Û destpêka baranê peşkek e..
|
|
|
|
|
|