www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
31.03.2005 - 23:56 [ 1280 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Pîroz be derketina we

Salih Cefer


Salih Cefer
Nûçeya berdana lehengên 12ê adarê dilxweşiyek xiste dilê gelê kurd li hundir û derveyî welat.
Tevî ku gelê kurd di 12ê adara 2004an de hate êşandin û gelek şehîd jî dan, lê li hember wê gelek qezenc jî bi dest xistn; qezenca herî mezin ew bû ku gelê kurd diyar kir ku ew xwedî hêz e û li dû mafê xwe ye û ji bo wî kane xwe bike qurban û tu carî sernizmiyê ji kesî re nake.

Berdana girtiyan tê wê wateya ku kurd xwedî hêz in û rola wan di roja îro de giring e.
Gelê kurd di van rojan de li ber çavan e û mafê wî bûye rastiyek; ev rastî di berxwedana girtiyan de hate xwuyakirin.

Îro Surî li ber guhertineke mezin e. Hêzên kurd divê xwe ji bo çesipandina mafên xwe amade bikin.
Dem hatiye ku Tevgera Kurdî bi hemû hêzên xwe xwe bide hev û xwestekên xwe eşkere û vekirî ji hikumet û gelê surî re bide diyarkirin.
Eger ev qunaxa girîng di ser kurdan re derbsa bibe û kurd sûdê jê wernegirin, wê zor û ziyaneke dîrokî li kurdan bê kirin.

Pîroz be derketina gitiyan li gelê kurd.
Uqubet li bidestxistina mafên neteweyî be.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000