www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
28.03.2005 - 17:00 [ 1297 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Newroza we pîroz be

Battal Betê

Heyva adarê dîsa hat, bi xweşî û ne xweşiyên xwe re. Di jiyana gelê me de, di vê mehê de, gelek tiştên xweş û yên ne xweş jî pêk hatine. Di serê yên xweş de, Newroz tê. Newroz sembola serîhildan û berxwedanê ye.

Her pîrozbahiya Newroza nû ji ya kevn gurtir û geştir bûye. Ev yek weke termometra berxwedana gelê kurd e. Lê îsal ji hemû salan mezintir û geştir bû. Bi pîrozbahiyên Newrozê re, hertim tirs û lerz dikeve dilê dijminên neteweya kurd, wate dewletên ku Kurdistan dagir kiriye. Bi Newrozê gel dibêje: "Em azadî û mafên xwe dixwazin!" Pêwistî bi şirovekirinê nîn e. Alên rengî di qadê pîrozbahiyan de berbiba dibin.

Lê weke her carê, dijminên me, yên "bi hiş û jîr", dixwazin vê yekê bi awayekî pûç bikin. Carna bi ser dikevin û carna na.

Weke ku tê zanîn, berî Newrozê bi rojekê Ocalan û hevalên wî Konfederasyona Demokratîk weku projekteke siyasî ya nû pêşkêş kir. Eger ev xwestek bi tenê li ser asta Kurdistana Bakur be, ezê tiştekî li dij nebêjim, ji ber ku ji tuneyî baştir e. Weke xwestina nasnamê û "Cumhuriyeta Demokratik" li gor min, girik u tevlihev e. Mirov kare xwestinên li jor (nasname û C. Demokratî) li gor kêfa xwe şirove bike. Wate, dijmin jî kare vî karî bike.

Lê eger xwestin ji bo her çar perçeyên Kurdistanê bin, hingî rewş tê guhertin. Ji ber vê yekê, mirov gerek van pirsên li jêr,ji xwediyê pêşniyarê bike:

1. Gelo mercên derve û hundir dest didin ku em çar sînoran ji holê rakin? Eger ev merc hene, û ev taqeta me hebe, çima ne Kurdistanek serbixwe û yekbûyî? Ji bo çı Konfederasyon?
2. Xwestina we (Öcalan û hevalên wî) berê Kurdistana serbixwe û yekbûyî bû, hûn çima jê vegeriyan. Çi merc hatine guhertin? Hûn jı serxwebûnê hatin nasnamê û "Cumhuriyeta Demokratik", sebeb çi ye?

Di nav kurdan de (li torê), gotineke pêşiyan heye: "Kevirê mezin ne yê lêdanê ye". Wate di pevçûnan de yên ku ne dixwestin tevlî peçûnê bibin, dirahiştin kevirê mezin. Hîç kesekî ji mêraniya wî kesî bawer nedikir.

Weke ez tê digihim, ev senaryoya dawî bihna vê yekê jê tê. Li Kurdistana Başûr fedrasyon hatiye çesipandin û xwestinên kurdan hatine qebûlkirin. Li Kurdistana Bakur, gel Newrozê bi coşek mezin pîroz dike û tirsê dixe dilê neyaran. Nexwestina şer mijara sereke ye. Di vî katî de, daxwazek tê diyarkirin, ku ji dewletên dagirker re sebebê şer e. Mirov "tê nagihe!!" çi li pey vê daxwaza heq lê ne di cî de heye? Baş e, çima ne federasyon li Kurdistana Bakur bi Tirkan re??

Xwestinên ne di cî û kat de ser nagirin. Naveroka van daxwazên pîroz bi zanebûn tê pûçkirin. Ez bawer nakim ku nezanî li pişt vê daxwzê ye!! Xwestinên me gerek e li gora mercan bin. Mînakên gelekî taze li Kurdistana Başûr li ber destên me ne. Piştî serîhildana pîroz, a sala 1991ê li Kurdistana Başûr, ala rengî katekî dirêj nehate bilindkirin û di vî warî de gelek rexne li Kurdên Başûr hatin girtin. Lê diyar bû, ku ev rexne ne di cihê xwe de bûn, ji ber ku gava merc pijehan, Kurdên Başur saniyekê dudilî nekir. Ala rengî li ser hemû deverên Kurdistanê bi serberzî hate bilindkirin. Ji ber ku êdî ne Tirkan, Ereban û ne jî Farisan karî vê alê bînin jêr.

Ez bawer nakim, ku îro merc ew in ku em karibin çar sînoran ji holê rakin. Taqeta me ne ya leşkerî, ne ya aborî ne jî desteka navneteweyî heye. Eger mebest Konfederasyonek di nav dewletên dagirkerê Kurtdistanê de be, pirsgirêk hê mezintir dibe. Ji me nehatiye em yekîtiyekê di navbera hêzên parçeyekî ji yê Kurdistanê de pêk bînin, em ê çawa çar dewletên dagirkerê Kurdistanê li hev bînin, û paşê konfederasyonekê di nav wan de pêk bînin?!!. "Ku dermanê keçel hebûya, wê pêşî di keçeliya xwe de dabaya" .Mixabin merc ev in. Eger em nikaribin tiştekî baş bikin, gerek e em xirabûnê jî nekin.

Li gor dîtina min, ev daxawaza ne di cî û wext de bi tenê armanceke wê heye, ew jî ew e, ku serîhildana Newroza 2005ê li Kurdistana Bakur bête pûçkirin! Lê ev xeyalîkexawe (weke soran dibêjin). Kurd ne Kurdên berê ne. "Di bin piran re gelek av derbas bûye"!!

Dîsa Newroza we pîroz be!

b.batti@telia.com
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000