www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
11.03.2005 - 02:59 [ 1276 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Efsanekirina 12ê Adarê

Nîzar Agrî - Oslo

Hêdî hêdî bûyera 12ê adarê ya sala 2004ê ber bi efsanebûnê ve diçe. Efsane weha saz dibin. Bûyerek diqewime: xelk tên kuştin, birîndarkirin, birçîkirin, malên wan tên wêrankirin. Şûnde dengbêj û çîrokvan bûyerê derbasî stran û heyranokan dikin, kirasekî efsanewî lê dikin, wê ji xaka rojane radikin û ber bi asmanê bê sînor yê efsanê ve bilind dikin.
Di şûna dengbêj û çîrokavanan de rewşenbîr û siyasetmedarên kurd ên surî bi vê rolê radibin. Wan dev ji wezîfeya xwe ya konkrêt berdaye û dest bi strana 12ê Adarê kiriye.

Çi dibêjin? Çi dixwazin? Kes nizane. Ne mumkin e kes zanibe.
Efsane ji sînorê daxwazên rojane derbas dibe û ber bi sirûdên bi ritm ve diçe.
Weha êdî siyaset bê reng e, abstrakt e, bê gewde ye. Herweha ji dervî çarçoveya danûstandina rojane ye. Êdi bûyer ji kirasê dem û cih derdikeve û di nav xeyalan de sobanî dike.

Ji ber ku di siyasetê de rola xeyalan tune ye, ti kes guh nade van rewşenbîr û siyasetmedaran. Ew di nav hevdu de dawetan li dar dixin. Ew li hev dicivin û ji hev re xweş dikin. Ew dibin grûpeke ji dengbêjan di hundirê salonek mezin de. Hemû heman tiştî dibêjin: heman gilî, heman gazin, heman gotin, heman sirûd. Her deqe, her seet, her roj ev tişt tê dubare kirin.
Dengvedana dengê wan li wan vedigere û wan dixapîne. Serê wan ji qariqara wan mest dibe. Ji wan re tê xuyakirin ku dunya hemû diheje û guh dide wan.

Helbet ev hesteke sexte ye. Dunya li warekî ye û ew li warekî din in.
Çima 12ê Adarê weha tê xeyalikirin?

1. Ji ber ku ew di dîroka Kurdên Suriyê de bûyerek bê hempa ye. Yekemîn car e ku ewqas xwîn û qehr li nav hev dikevin.
2. Ji ber ku ti kes ji bûyereke weha re ne amade bû.
3. Ji ber ku li welatekî wek Surî siyaset ji qalibê xwe derketiye û bûye karekî mîna fiil- û sihirbazî. Siyaset di riya xapandin û tolhildanê de tê bikaranîn.

Rewşenbirên kurd ên surî - çi li hundirê Suriyê, çi ji derve - weke hemû rewşenbîrên surî bi vê siyasetê hatine perwerdekirin. Ew bi germiya dilên bi heyecan tevgerê dikin: axîn û nalîn û helbestên şikeva û sloganên bê bingeh û nivîsên ku şagirtên sinfên seretayî li ser bûhar û rûbaran dinîvîsin…. û hwd.

Dema rewşenbîr didin pey dengvedana rimirima lingan, ew aqil ji serê xwe derdixin û davêjin bin lingan. Ew dibin dîlên lingan. Ew ne bi serê xwe, lê bi lingên xwe diramin. Ew ne li pêş xelkê, belkû li paş wan dimeşin. Her yek dawa xwe dixe devê xwe û ber bi dengê defê ve dibeze.

Wezîfeya rewşenbîran (eger rewşenbîr bin) ew e, ku xelkê ji germiya hêrs û kelekela qehran rizgar bikin û wan ber bi aramiya sar ya aqil ve bibin. Wezîfe ew e ku bûyeran ji bin giraniya xeyal û wehman derxin û li ber ronahiya rastiyê ya rût raxin. Wezîfe ew e ku dîskûrê ji gotinên qelew, lê yên bê fayde, bişon û diskûreke maqûl serast bikin. Wezîfe ew e ku rû bi rû li himber rastiyên rojane rawestin.

Dema bûyer ji sînorê daxwazên konkrêt derdikeve, ew derbasî warê efsaneyan dibe. Êdî bûhayê wê di jiyana rojane de namîne. Ew diqulupe rûdaneke mêtafîzîk. Ji lewra, ew diskûra siyasî derbas dike. Dibe her tişt. Lê tiştê ku her tişt be, nema dimîne ti tişt. Ew tenha di stran û çîrok û sirûdan de dijî. Ew dibe efsane.

Ya pêwîst ew e ku siyaset ji efsaneye bê cudakirin. Gunehê rêjîmên wek a surî di vî warî de mezin e: wê jiyana xelkên kurd bi taybetî kiriye celebek ji efsaneyan.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000