www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
06.02.2005 - 23:49 [ 1277 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Donkîşotê serdemê

Miço Kendeş


Miço Kendeş
www.m-kendes.ch
Carekê kesekî ji min pirsî: "Gelo tu çi karî dikî?"
Min got: "Ez karê muzîkê dikim…"
Wî gotina min birrî û got: "Ez dizanim tu dengbêj î, lê mebesta min karê te çi ye?"

Ev diyaloga kurt gelek pirsan dide ber çavên me û -weke tê gotin- pirs ji bersivan balkêştir in:

- Eger ku nerîna xelkê li hunerê ev be, wê hunermend bi çi rê nanê xwe û yê malbata xwe bi dest xîne û karibe hunera xwe bi pêş xîne û bizava peydakirina tiştekî nû bike?
- Wek ku em dizanin, şarezayî û peydakirina tishtekî nûjen 1% dayina Xwedê ne û 99% kar, westandin, xwe pê mijûl kirin û pisporî ne; li gor nerîna wî kesî yan van kesan, mixabin ew yên pirr in, wê çawa hunermend 99% ji kata xwe ya karane bide hunera xwe?
- Gelo huner karekî bi serê xwe ye, yan jî ew dem derbaskirin e û hunermend ji valabûn û bêkariyê hunera xwe berdewam dike?

Hunermendê kurd dema albomekê yan kasêtekê tomar dike, firotina karê wî hezar yan du hezar liban derbas nake (li gelek welatan hunermendekî nûvêketî, amator, bi sed hezaran berhmên xwe difiroşe). Ma qey rewşa kurdan hewqas kambax e ku nikarin CD yan kasêtekê bikirin??
Kesek kasêtekê yan CDekê car caran wek diyarî bi dest dixe û ew wê ji malbat, dost, nas, xizm, cîranên xwe û xelkên gundê xwe re kopî dike. Pir caran firoşgeh jî rêza mafê hunermend nagirin.

Hunermendê belengaz neçar dimîne ku hink pere deyn û dû bike ta bikaribe berhema xwe biweşîne yan tomar bike. Li dawiya dawiyê, ji bêrîk, ked û nanê zarokên xwe qelen dide.
Di dawiya salên heştê û destpêka salên nodî de, nivîskarên kurd li başûrê-rojavayî Kurdistanê bi pereyên mewsima zeviyan pirtûkên xwe çap dikirin, belkî ta niha jî wisa be!! Em dikarin heman gotinan li ser karê mûzîkê jî deynin.

Ta ku hunermend bikaribe bi şêweyekî serbixwe bi karê xwe ve mijûl bibe, ji wî re dem, hacet, amûr û rewşeke aborî ye vêsayî divê. Di nerîna min de, ez dibêjim qey wê ev nerîn (kêm/zêde) ya xwendevanên hêja be jî: Hunermend nikare bi dirêjiya rojê karekî ji derveyî pispor û hunera xwe bike û êvarê li ser hunera xwe kar bike!!
Dibêjin: Eger tu rojekê tek amûra (aleta) xwe ji bîr bike, ew te heyvekê ji bîr dike. Karê rojane di warê hunerê de ji hunermend re pêwîstiyeke mirov nikare ji wê bireve. Hunermend wek werzeşvan divê herroj li ser teknîka xwe di kar de be.
Dem, pere, amûr, piştgirî û navtêdan ji hunermend (mebesta min hunermendê kurd e) divên da bikaribe di karê xwe de serkeftî be û tiştekî nû peyde bike.

Ciwanmêrek an xêrxwazek bi tenê nikare van pirsgirêkan çareser bike. Divê piştgirî û livek ji aliyê civat, partî û hêzên kurdî ve hebe û naskirineke kûr ji rewşa hunermend re hebe, ta ew di nav kar û barê dinyayê de û dûrî hunera xwe winda nebe û xwe nebîne wek Donkîşotê serdemê.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000