|
|
|
17.01.2005 - 11:28
|
[ 1333 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Gerapêtê Xaço: Kurdekî ku ji ti dayikên kurd nebûbû
Miço Kendeş
 Karapêtê Xaço |
Apê Gerapêt vaye te koça xwe ya dawîn kir, vane em hatin aniha ta bi germî pesna te bidin: ji ber ku tenê mirî di nav Kurdan de hêjayî pesindarîyê ne. Apê Gerapêt, tu jî wek piraniya dengbêj û hunermendên kurd ên demên bûrî (Hesenê Cizîrî, Hesen Zîrek, Meryem Xan, Cemîl Horo, Mihemed Şêxo û mamosteyê te Evdalê Zeynê…) di nav neçarî û xizaniyê de jiyana xwe bi dawî anî. Tu ê ji zûde ji qehran miriba, eger te bizaniba ku pirr Kurd hene tew te nas jî nakin. Apê Gerapêt, «ji me hezdikin MIRλ.
Nankoriya me li me bibhûrîn.
Gerapêtê Xaço bilbilê Radyoya Êrîvanê, şarizayê strana kurdî û mîratgerê hunera kurdî, xizmetkarê Lawik û Heyranên me, aşiqê Edûlê:
Lê lê Edûlê
Min xwîna heft mêran û mêrxazan li bavê te ye
De ti were ramûsanekê bi ser can û cesedê min de berde
Li şûna(dêvla) xwîna heft mêran û mêrxazan
Ramûsana te li min qebûle.
Apê Gerabêt dostê Xumxumê:
Xumxum keça keşîşe
Paşil (paxil) tijî mewîje
Lawno wernê bi êrîşe
Xaço stranên kurdî ji Çîyayê Evilezîzê ta bi Serhed û Bîngolan ezber kiribûn û bi hemî hest û kûraniya dilê xwe strandibûn. Bi dengê xwe yê zelal, qebe û berz, ji hest û teknîka strana kurdî dagirtî, bi solixa (nefes) xwe ya dirêj mîna pêlên Gola Wanê Evdalê Zeynê û Bişêrîyo xwendibûn:
Evdalê Zeynê digot:
Temo lawo quling tê û diqîrînê
Li çîya û zozan ew datînê
Kesekî xwedanê xêrî tine
Bi destê Evdalê Zeynî, Bavê Temo, Siwarê Cindî bigre li hekîman bigerîne
Belkî dermanekî jê re bibîne
Were te dinyayê
Tew korîyê
Temo lawo mirin çêtire ji xizanîyê.
Ji bilî sirgûniya ku berê wî da başûrê-rojavayî Krdistanê, Gerapêt gelek bêwarî û neçarî dîtibûn ta ku Kurd li wî xwedî derketin û ew xistin nav baskên xwe, ev baskên ku Gerpêtê Xaço rojekê ji rojan ji bîr nekir û ne jî nankorî derbarê Kurdan de kirin; bervajî vê, Apê Gerapêt bû yek ji mezintirîn parêzgerên tor û çanda devoka kurdî.
Apê Gerapêt, va ez mîna Kurdekî bejna xwe li ber te ditewînim, wek ku te nankorî derbarê me nekir, divabû ku em jî nankoriyê derbarê te nekin, lê mixabin em li kû derê û bav û kalên me li kû derê...
Vaye şagirtekî din bi 103 saliya xwe bû mamoste, lê ne çi mamoste!!
Karapêtê Xaço: "Derwêşê Evdî"
www.m-kendes.ch
|
|
|
|
|
|