|
|
|
14.01.2005 - 11:34
|
[ 1275 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Şahî û şevbûhêrk
Miço Kendeş
Di muzîka hemî miletên şaristane de berhemên nûjen û yên kilasîk hene; guhdar û hezkirên herdu babetan carna ji hevûdu cûda ne û carna jî di nav hevûdu de ne.
Muzîka nûjen berdewamî ye ji ya kilasîk re û zimanê jiyana rojane ye, lê cûdayetiyake mezin di navbera herduyan de heye û divê hebe: Herdu şêwe bêyî hevûdu nikarin nasnameya muzîkî ya miletekî raber bikin û bidin xuyakirin, çi ji biyaniyan re û çi ji xwediyên vê muzîkê bi xwe re. Gava ku miletek kilasîkê xwe pîroz neke û lê ne miqate be, ew bê guman ji kilasîka miletên din muzîka xwe ya nûjen ava dike û lêdike. Bi gotineke din, mirov di muzîka kilasîk de nostelcî, irf, rûyê bav û kalên xwe, dîroka miletê xwe dibîne û jiyana demên borî tîne ber çavan û pirwaz dike.
Li aliyekî din, zor giring e ku keç û xortên nûhatî dîrok û bingeha kultura xwe nas bikin û jê haydar bin û xwe nebînin weke miletekî wenda, bê tor, çand, bingeh, û dîrok; xwe li hember miletên din biçûk û kêm nebînin û ev dîrok bibe cihê serbiliniya wan. Em dikarin heman gotinan li ser zimanê kurdî jî bibêjin.
Muzîka nûjen giringiyeke jiyanê ye. Rast e kirasê Eyşana Elî pirr xweşik bû, lê di dema niha de ti fabrîke nikarin wî kirasî çêbikin, ne jî em dikarin behsa kofî kêlan, enî deqan, xizêm şoran û diran zêran bikin.
Kurd dibêjin: Her rûniştinek miqameke wê heye. Ev gotina pêşiyan me digihîne encamekê ku ev qerbalix û tevliheviya ku em di ahengên Kurdan de îroj dibînin û lê guhdarî dikin, rûyî miletekî wenda, miletekî ku ber bi helandina di nav miletên din de diçe, diyar dike.
Em dizanin ku bandora dezgehên ragihandinê yên miletên ku Kurd di bin destên wan de ne, bi pêkan û xurt û plankirî ne û bi hezaran mêjû, dolar û ramanên neteweperest û nasyonalîst bi dûv de hene.
Kurd, weke miletekî nîvkûştî, nîvwenda, bê pişt û dostên dost, û carna bêyî ku bizanibin û haydar bin, amancên wan neteweperstan tînin cîh (pirr malbatên kurdî bi dirêjiya roj û şevê li televizyonên erebî, tirkî û farisî temaşe dikin - ev nerîn wê xwebêjê nade ku ez dijî ziman an jî kultura van miletan im-). Gerek e kevanî û malxwên malan, siyastmedarên kurd û partiyên wan û yên xwedî biryar endamên xwe fêrî guhdarîkirina muzîk û zimanê kurdî bikin û ji wan re bidin xuyakirin ku mirov li (Memê Alan) guhdarî dike û li ber (wella govend ranabe) dîlanê dike.
Newroz, dawet, sersal û sinet şahî ne; xelik dîlanê dikin, dixwin û vedixwin… Lê divê em ji bîr nekin ku li aliyê din di tora kurdî de tiştek hebû navê wê ŞEVBÛHÊRK bû, ya ku em dikarin weke KONSERT bi nav bikin, tê de ji bo guhdarîkirinê destan, stranên şeran, lawik, heyran, payîzok û stranên bi rîtimên giran dihatine pêşkêşkirin; li aliyekî mirtib, gewende û dûman hebûn û li aliyê din dengbêj, aşiq û xwendevanên miqaman hebûn.
Lê mixabin di vê demê de tevliheviyke talûke hatiye holê. Gava ku mirov diçe ahengekê, dilê mirov diêşe, herwiha serê mirov jî pê re û mirov xemgîn û seyr dimîne bi nerîna li miletekî ku hin bi hin û hêdî hêdî ber bi wendabûnê de diçe û di nav miletên din de tê helandin, lê temaşe dike!!
Ne tenê bi silogan û siyasetê milet ji bin destan xilas dibin.
|
|
|
|
|
|