www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
30.12.2004 - 23:39 [ 1266 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Qedexe û sansurên li ser pirtûk, nivîskar û weşanxaneyên kurdî û herdu PENên KURD ku xwe kerr dikin

Ibrahîm Seydo Aydogan


Ibrahîm S. Aydogan
Di çapemeniya kurdî de ev hefteyek e ku nûçeyek balkêş belav dibe. Li gora nûçeyê, di « Rojên Wêjeyî » de ku ji aliyê şaredariya Amedê ve îsal ên duyemin hatin pêkanîn, amadekarên mîhrîcanê nehiştiye ku pirtûkên weşanxaneya DOZê jî li cem pirtûkên din bêne firotin û ew « qedexe » kiriye.

Di mîhrîcaneke weha de ku li bajarekî kurdan û ji aliyê şaredariyeke kurdan ve tê amadekirin, tevgereke weha ku rêyê li ber weşanxaneyeke kurdî bigire, nikare bê pejirandin. Digel ku du heb PENên KURD hene û gellek komeleyên nivîskarên kurd hene û gelek komeleyên mafên mirovan jî hene û digel ku ev nûçe li gelek deveran belav bûye jî, dîsa jî heta niha tu sazî û komeleyan deng li hemberî vê tevgera neheq dernexistiye. Ev jî diyar dike bê komele û saziyên kurd çawa ji pêkanîna berpirsiyariyên xwe bi dûr in û xwe çawa ji hin bûyeran re bi awayekî balkêş kerr dikin. Berê jî, gellek caran hatiye dîtin ku hin sazî an jî kovar an jî rojnameyên kurd (an jî kurdperwer) ku nêzîkî tevgerên polîtîk in, sansurên tûnd û dijwar deynin ser berhem û nivîskaran. Kesên ku ev kar ne bi dilê wan e, ji tirsa xwe newêrin dengê xwe jî li dijî van kirinan derbixin. Bi salan e ku ev kar didome û gellek kesan ji xwe re navên mezin ji ber vê rewşê bi dest xistine. Ji ber sansurên polîtîk, li hin pirtûkfiroşan, mixabin, hê jî tu berhemên hin nivîskaran tune ne. Hingî mînakên vê bûyerê gellek in û hingê ne xweş in, û hingî mirov ji ber wan fedî dike, û hingê mahdê mirov dixelînin, ji dilê mirov nayê ku behsa wan jî bike. Hema bi kurtî: biyanî be jî û kurd be jî, hemû desthilatdarî zalim in! Kesê ku li dijî zaliman dernekeve jî, hevaltiya wan dike û kirinên wan dipejirîne.

Ji ber ku ev ne cara yekem e ku li hember nivîskar, pirtûk û kovar û weşanxaneyên kurdî astengên bi vî awayî têne derxistin, pêwîst e ku nivîskarên kurd nerazîbûna xwe diyar bikin. Lê belê, mixabin tu deng ji aliyê saziyên ku dikarin di vî warî de tev bigerin dernakeve. Insiyatîvên şexsî jî nikarin zû bi zû guherînên mezin pêk bînin.

Sedema van sansur û qedexeyan çi be jî, heke rê li ber pirtûk û weşanan bê girtin, çand, wêje û zimanê kurdî jî para xwe jê werdigirin. Hema sedema wê çi be jî, mafê kesî tune ye ku li gora kêfa xwe cudahiyê bixe nava weşanên kurdî û sansurê deyne ser wan û nivîskarên wan.

Saziyên kurdan û bidestxistinên kurdan ne malê bavê kesî ye ku li gora kêfa xwe û berjewendiyên xwe bi kar bîne. Nivîskar û rewşenbîrên kurdan ku hertiştî ber bi qada polîtîkayê ve dikişînin û ji ber wê ye ku rêyê li ber tevgerên bi vî awayî vedikin, dê nikaribin pêşeroja çand, ziman û wêjeya kurdî biparêzin.

Weke nivîskarekî kurd, ez vê neheqiya ku li hember weşanxaneyek kurd ku weke weşanxaneyên din gelekî ked di ber zimanê kurdî de daye hatiye kirin û vê sansura ku ji aliyê hin hêz an jî kesayetiyên kurd ve li ser weşanxane, pirtûk û nivîskarên kurd hatiye pêkanîn û tê pêkanîn, vê hişmendiya qedexekir, ji bo pêşeroja nivîskarî û çanda kurdî weke xetereyekê mezin dinirxînim û dibêjim ku ev kar ji karên dijminên kurdan xeternaktir e. Ji ber wê, ez di wê baweriyê de me ku divê rê zû bi zû li ber tevgerên bi vî awayî were girtin. Erê, hêza yekî ku van karan destnîşan bike, ne ew qasî mezin e, lê digel ku mirov nikaribe biguherîne jî, divê mirov bê westan û rawestan, û nemaze jî bê tirs, xeletiyên xeternak, neheqiyan û sansuran, beyî ku mirov toleransê nîşan bide, şermezar bike. Lewre, divê êdî em hin hişmendiyên civata xwe biguherînin, lê mixabin divê em ji pêşengên civata xwe dest pê bikin, da ku berî hertiştî fikra azad, azadiya rexnekirinê û mafê hebûnê û toleransê û demokrasiyê di civata me de bi cih bibin. Gellekî hêsan e ku mirov ji bo kurdan van mafan di qadên navneteweyî de bixwaze, lê ya giring ew e ku berî vê daxwazê, em bikarin van taybetmendiyan di nava xwe de bi cih bikin. Nivîskar û rewşenbîr û komele û saziyên me, hê jî ji bo parastina çand û wêjeya kurdî û ji bo lidijderketina van kirinên xeternak nikarin dengekî xurt derxin ku desthilatdariyan bitirsîne. Ev jî tê wê wateyê ku ew ji navan bi wê de ne tiştek in.

Bi vî awayî, ez vê tevgera rûreş şermezar dikim. Dilê min heye ku ez bibêjim ku ez ji şaredariya Amedê dixwazim ku bersivekê bide û bibêje bê ji bo çi, bi kîjan hişmendiyê û ji aliyê kê ve ev kar têne kirin. Ez naxwazim bawer bikim ku şaredariyê ev kar weke polîtîkayekê dabe ber xwe û ez di wê baweriyê de me ku hin kes hêzên şaredariyê ji bo berjewendiyên xwe û baweriyên xwe yên şexsî bi kar tînin û herweha rêyê li ber demokrasiyê û azadiya xweîfadekirinê digirin û navê şaredariyê jî bi vî awayî xera dikin.

Rast e ku rewş weha dixuye, lê ez naxwazim bawer bikim ku şaredariyeke ku ji aliyê gelê kurd ve hatiye hilbijartin, bikare têkeve destê kesayetiyên bi vî rengî û qedexeyan bîne ser weşanxane û nivîskarên kurd. Bi sedan sal e ku milletê me şerê vê yekê dike, ji lewre ez nikarim bi xwe bidim pejirandin ku ev kar ji aliyê kurdan ve û li kurdan tê kirin. Ji bo ku şaredariya Amedê xwe ji bin vê tometê derxe, li gora min, ev karê ku li ser navê wê hatiye kirin, bersivekê ji hêla şaredariyê ve pêwîst dike. Lê mixabin heta niha tu deng ji şaredariyê jî derneketiye… Ev jî tirseke mezintir li ser pêşeroja çand û ziman û wêjeya me dixe dilê mirov.

Ji ber wê, ez kesên ku deng dernaxin û naxwazin dengê xwe derxin jî, weke kirdeyên vê kirinê dihesibînim. Qey dengderxistin li hesabê hin kesan nayê û ji ber wê dengê xwe dernaxin.
Ez bi vî awayî bangê li komele û saziyên kulturî û herdu PENên KURD dikim, da ku berpirsiyariyên xwe bi cih bînin û vê hişmendiya qedexekir rexne û şermezar bikin û li çand û pirtûk û nivîskarî û weşanxaneyên kurdan xwedî derkevin. An na, komele û sazî û PENên KURD jî dikevin bin vê tometê.


ibrahimseydo@hotmail.com


---------------
Ev nivîsar di Peyama Kurd de hatiye weşandin.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000