www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
19.01.2009 - 14:50
Vaye şar û vaye mişar!
Helîm Yûsiv


Helîm Yûsiv
Min di nivîsa xwe ya derbasbûyî de bi ti awayî peyva (diziyê) bi kar neanî bû, lê tev wilo jî ew beramberiya ku min kiribû di hin deveran de - wek di malpera Amûdê de - wek (dizî) hate bikaranîn. Min hinek mesafet xiste nav vê peyvê û nivîsa xwe, ji ber taybetiya edebiyatê û pirrengiya şêweyên ku tekstên edebî bandorê li hevdu dikin û ji hevdu dibin. Lê ji ber ku romana mijara gotinê "Ez ê yekî bikujim" hemû sînorên lihevbandorkirina tekstan derbas kiribû, min xwest, ji tawanbarkirinê bêhtir, ez rastiyekê ragihînim. Lê bersiva Firat Cewerî qurretî û sixêfên wî metelokeke tiraje-komedî anî bîra min: "Eger tu ne diz bî, destê te di bêrîka min de çi dike?"
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
06.01.2009 - 00:18
Death - Mirin (ingilîzî - kurdî)
Harold Pînter


Harold Pînter (1930 - 2008)

Term li kû hate dîtin?
Kê term dît?
Term mirî bû dema hate dîtin?
Çawa term hate dîtin?

Kî bû ew term?

Kî bû bav an keç an bira
yan ap an xuşk an dê yan kurê
termê mirî û bitenêhiştî?
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
04.10.2008 - 02:15
Şewitandina Pirtûkan - Die Bücherverbrennung
Bertolt Brecht


Bertolt Brecht
Dema rêjîmê ferman da, ku pirtûkên bi zanyariyên ziyanbar
li pêş raya giştî bêne şewitandin, û li her derê
ga dihatin mecburkirin, ku erbaneyên tije pirtûk
bikişînin ber bi londeran ve,
helbestvanekî qewirandî - yek ji baştirînan – ku lîsteya
Şewitandiyan dixwend, bizdihayî, dît ku pirtûkên wî
hatibûn jibîrkirin. Bilez çû cem maseya nivîsandinê,
û bihêrs nameyek ji desthilatsaran re nivîsand:
Min bişewitînin!, wî bi perîkeke firyayî nivîsand, min bişewitînin!
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
01.10.2008 - 14:53
Nazdar li ser xwe û muzîka xwe diaxive (deng)
amude.com


Nazdar (wêne: prîvat)
Bitikîne û guhdar bike
Muzîka kurdî rewşeke pir xerab derbas dike. Ev rastî ne nû ye. Pir kêm stranbêjên kurd hene ku dikarin ji muzîka xwe bijîn. Piraniya hunermendan, bi taybetî jî stranbêjên ciwan, bi zorê kasêt û CDeyên xwe derdixin. Ji xwe gelek hene nikarin vê yekê jî bikin. Stranbêja ciwan Nazdar berî demekê li Kurdistana Iraqê bi navê "Hey Dinyayê" yekemîn alboma xwe derxist.
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
22.07.2008 - 09:37
Hin pirsgirêkên wergerê di kurmanciyê de
Dr. Îbrahîm Seydo Aydogan


Ibrahîm Seydo Aydogan (wêne: prîvat)
Di mijara wergerê de, bi qasî ku di karên ku heta nuha hatiye kirin re diyar dibe, xelk ji slogan û peyvên qelew pirr hez dikin û ji ber wê jî hewil didin ku bi gellek hevokên manşetan ve behsa giringiya wergerê bikin. Lê belê, giringiya wergerê û fonksiyona wê ya di peywendiya ziman, wêje û çand û neteweyan de êdî ji aliyê herkesî ve tê zanîn û pêdiviya me pê tuneye ku kesek dersê bide me. Yanî, ne bi tenê di wergerê de, di zimên de, di wêjeyê de, di felsefeyê de, di dîrokê de û herweha di siyasetê de, êdî bes e ku xelk rahêjin meqesê û xwe li ser me fêrî berberiyê bikin.
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
16.02.2008 - 04:36
unverstanden - nayê fêmkirin
Philipp Luidl


Tabloyeke hunermendê kurd Ebdilkerîm Mejdel Bêk

meraqa pencereyê
bi tarîbûnê re mezintir dibe

ku ez roniyê vemirînim
pencere berê xwe
dide ezmên

li wir stêr
bi zimanê aferîdeyan diaxive
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
14.01.2008 - 01:49
Baweriya min bi ezmên nayê - Ich glaub nicht an den Himmel
Heinrich Heine*


Perçeyek ji "Hezkirin, Firîn" (100x100 cm, zeyt): tabloyeke hunermendê kurd Yûsiv Royar Bekir (www.bakirart.com)

Baweriya min bi wî ezmanî nayê
ku keş behsê dike;
baweriya min tenê bi çavê te tê,
ev e roniya ezmanê min!

Baweriya min bi Xwedê nayê
ku keşe behsê dike;
baweriya min tenê bi dilê te tê,
Xwedayekî min î din tune!
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
19.12.2007 - 09:16
Kurmanciya malperên kurdî û zimanê rojnamegeriyê
Ibrahîm Seydo Aydogan


Ibrahîm Seydo Aydogan (wêne: prîvat)
Ji nebûna redaktorên şareza bigire heta bi nebûna pîvanên çapê û nirxandinê, weşangerên kurdî, û herweha edîtorên kovar û rojname û malperan, di bin vê tometê de ne. Ev kêmaniyên rastnivîsandinê ku em ê behsa wan bikin, kêm zêde di « hemû » malperên kurdî de hene. Em ê di vê nivîsê de bi mînaka du malperên kurmancî ve hewil bidin ku van kêmaniyên nivîsandina kurmanciya internetî nîşan bidin.
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
04.08.2007 - 01:45
Man frage nicht - Gerek kes nepirse
Karl Kraus*


Karl Kraus (wêne: dhm.de)
Gerek kes nepirse
bê min wê demê gişî çi dikir.
Ez bêdeng dimam
û nabêjim ji ber çi.
Û bêdengî hebû, çimkî zemîn dihejiya.
Gotinek jî nebû ku bikaribe rastiyê bêje.
Mirov tenê ji xewê diaxive
û rojekê di xew de dibîne, ku dikeniya.
Wê dawiya wê bê,
piştre wek ku tiştek nebû.
Peyvê xatir xwezt, dema ew cîhana han hişyar bû.
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
15.07.2007 - 22:55
Mizgîn Mehmud û «Tîpên Evînê»
«Gerek jina kurd binivîsîne»

Sîrwan H. Berko - Bad Salzuflen


Mizgîn Mehmud di yekemîn pirtûka xwe "Tîpên Evînê" de dixwîne
Çavên wê ji kêfa dibiriqînin. Tevî ku ev çar meh in ku pirtûka wê ya helbestan derketiye, kêfxweşiya helbestvana kurd Mizgîn Mehmud hîn jî berdewam e wek ku pirtûka wê nû ji çapxanê derketibe. Navê pirtûkê Tîpên Evînê ye û di nav rûpelên xwe de bêtir helbestine evînî hembêz dike:
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
15.07.2007 - 15:59
Pênc astengiyên li pêşiya nivîsandina rastiyê (2)
Bertolt Brecht


Bertolt Brecht
Yekemîn astengiya me serêşiyê ji wan re çênake û wijdanê wan jî rehet e. Ne desthilatdar dikarin wan gendel bikin, ne qêrînên kesên çewisandî wan tevlihev dikin; ew berdewam nîgarkêşiyê dikin. Bêwateya di rabûn û rûniştina wan de di hundirê wan bi xwe de reşbîniyeke “kûr” çêdike, ku ew wê bi pereyine baş difiroşin û ku ev reşbînî bi xwe – li gorî van hosteyan û van firotinan – gerek li cem kesine dî çêbûbaya. Di heman demê de ne hesan e ku mirov nas bike ku rastiyên wan rastiyên li ser kursî û baranê ne; adeten dengê wan mîna dengê rastiyên li ser tiştên giring in.
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
21.06.2007 - 22:06
Portrêyeke Narîn Feqe
Sîrwan H. Berko


Narîn Feqe
Di destpêka gulana îsal de, hunermenda ciwan Narîn Feqe ligel bavê xwe, hunermend Adil Feqe, û Ronîcan û Rûbarh Hiso li Elmanyayê li bajarê Hernê konsêrtek pêk anî. Ev cara pêşî bû ku ew li vî welatî beşdarî konsêrtekê dibe. Vê yekê derfetk da min ku ez li wê derê ligel Narîn û bavê wê biaxivim û portrêyeke Narîn Feqe amade bikim. Fermo li vê portreya ku di 13.05.2007ê de di "Bernama Kurdî" de hatibû weşandin, ku beşê kurdî yê radyoya WDR-Funkhaus Europa ya elmanî ye, guhdar bikin: [NARÎN FEQE].
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
05.03.2007 - 23:20
Li ser hunera dawetan
Sîrwan H. Berko - Dortmund


Ronîcan û Zubêr Salih dawetan mîna konsêrtan dibînin
Ji ber çewisandina gelê kurd li seranserî Kurdistanê, piraniya hunermendên kurd ji bilî dawetan ti derfetine dî nedidîtin ku stranên xwe pêşkêş bikin. Bi taybetî li Kurdistana Suriyê ji bilî çend rewşên awarte, ta roja îroj hîn jî şevên muzîka kurdî û konsêrtên taybetî yên hunermendên kurd qedexe ne. Zubêr Salih û Ronîcan du hunermend in ku bêtir wekî hunermendên dawetan hatine naskirin. Ligel stranbêjiya di dawetan de ew herdu xwedî kasêtên stranên guhdarîkirinê ne jî. Min ji herdu hunermendan li ser hunera dawetan, aliyên wê yên erênî û nerênî û herweha li ser pirsgirêkên civakî û siyasî, ku rastî hunermendan dihatin û tên, çend pirs kirin û ev in bersivên wan:
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
24.02.2007 - 19:43
Çar Newa û laboratuara wê
Ibrahîm Seydo Aydogan


Stranbêjên Koma Çar Newa: Serhed û Silêman (wêne: komacarnewa.com)
Di nava komên kurdên bakurî yên muzîkê de, ku piştî serbestbûyina zimanê kurdî derketine, cihekî koma Çar Newa yê taybetî heye. Ev kom li ser hîmên Koma Amed hatiye avakirin û ji serê salên nodî ve ye ku endamên vê komê xwe daye hezkirin. Albuma wan ya bi navê « Dergûş » tê bîra herkesî. Ma « Êvarê »ya bi dengê Silêmên yê zîz hespên dilê kê har nekirine?
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
07.02.2007 - 08:40
Mûzîka Kurdî: Pirsgirêk û pêşeroj (2/4)
Şêrko Deqorî - Swêd


Şêrko Deqorî
Heye ku hinek bibêjin ku cîhanîkirin diyardeyeke sirûştî ye û ku çanda istihlakî çanda serdemê ye, û ku divê ev cûre ji mûzîkê hebe çimkî gelek xelk jê hez dikin. Lê hinek din jî bi tundî li dijî vê diyardeyê radiwestin û wê wekî gefekê li ser nasnameya me ya neteweyî dibînin. Kî çi bibêje, hebûna mûzîkeke wiha zoqa giştî ya xelkê dadixîne û ziyanê digihîne mûzîka kurdî ya klasîkî û cedî di riya nixavtina wan re. Helbet mirov nikare ti mûzîkê qedexe bike, çiqasî wêran be, û hikumê dawî helbet hikumê guhdaran e.
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
20.01.2007 - 18:23
Mûzîka Kurdî: Pirsgirêk û pêşeroj (1/4)
Şêrko Deqorî


Şêrko Deqorî
Gelek xurtbûnên mûzîka kurdî - û rojhilatî - hene ku derfetê didin wê ku bigihê qunaxeke gelekî pêşketî di pêşerojê de. Lê li himberî van jî gelek pirsgirêk û berbend li pêşiya wê hene ku di riya pêşketina wê de radiwestin û nahêlin bigihê asta pêwîst a akadîmîtî û derbirînîtiyê. Gelek ji van pirsgirêkan encama faktorên giştî ne yên ku çanda kurdî bi taybetî û ya rojhilatî bi giştî li paş dihêlin.
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
03.01.2007 - 23:47
Wilo werdigerînim; wilo dixapînim; wilo heme! (1)
Sîrwan H. Berko


Tengezarê Marînî: wergêrek nebiserketî
Di 25.10.2005ê de, di malpera rojava.net de, ku malpera Hevgirtina Rewşenbîrên Kurd ên Rojava li Derve ye (!), çend çîrokên nivîskarê elmanîaxêv Franz Kafka bi kurdî hatin weşandin. Wekî wergêr navê Tengezarê Marînî hatiye nivîsandin. Ji bo ez nivîsarê dirêj nekim, ezê li vê derê behsa çîroka pêşî bikim, ku wergêr sernivîsa “Destjêberdan” jê re hilbijartiye. Bi elmanî navê çîrokê Gibs auf! (Dev jê berde!) e. Mîna gelek nivîsên Kafka yên dî, ev çîrok jî piştî mirina wî hatiye weşandin. Tiştê balkêş ew e, ku Tengezarê Marînî ne çîroka Gibs auf! a orîjînal wergerandiye, tevî ku ew di wê baweriyê de ye ku wî ev yek kiriye. Ev çawa çêdibe?
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
24.12.2006 - 17:54
Dem birînan derman dike
Medya Rênas


Medya Rênas: "Tu tenê ma bîranînek, di nav rûpelên min de veşartî."
Min dizanî û te jî dizanî ku ez ne ya te me û tu jî ne yê min î. Lê vê ramanê dilê min ne dişikand, min xemgin nedikir, ji ber ku min baş nas dikir ku tu nabî yê tu kesî û ez jî nabim ya tu kesî. Lê di wê kiliyê de tu yê min bû; erê tu yê min bû bi her tiştên xwe tu yê min bû: Bi rihê xwe, bi canê xwe, bi dilê xwe tu yê min bû û min bi te re hemû sînor û tabu dişikandin.
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
26.11.2006 - 22:54
Stranên Qedexe: Wêrekiya newêrekekî
Sîrwan H. Berko


Hekîm Sefkan: "Qedexe me"!
Tracedeyeke mezin e, ku afirandin bêne qedexekirin an sansorkirin. Qedexekirin sînorkirina azadiya mirovî ye. Di demekê de ku piraniya berhemên ku di televizyonên kurdî de têne weşandin, di rewşeke normal de dê qet nehatibana weşandin, gelek berhemên hêja hene – hin ji yên Hekîm Sefkan jî di nav de – di tariyê de li hember windabûnê li ber xwe didin. Ev yek di civateke mîna ya kurdî de nîşaneke têkçûnê ye.
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
18.11.2006 - 16:50
Pênc astengiyên li pêşiya nivîsandina rastiyê (1)
Bertolt Brecht


Bertolt Brecht
Eşkere dixuye ku nivîskar gerek rastiyê binivîsîne, di wê wateyê de ku gerek ew wê neçewisîne yan wê di tariyê de nehêle û ku ew tiştekî ne rast nenivîsîne. Gerek ew xwe ji hêzdaran re netewîne, gerek ew belengazan nexapîne. Teqez pir dijwar e ku mirov xwe ji hêzdaran re netewîne, û xapandina belengazan jî gelekî bi sûd e. Nerazîkirina sermiyandaran tê wateya bûyina yek ji kesên ku sermiyan ji wan hatibe stendin.
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
15.10.2006 - 00:24
Bibe yara min!
Sîrwan H. Berko


Sîrwan H. Berko
Bibe yara min
û ezê ji te re
ne Memê Zînê bim,
ne jî Romyoyê Julyayê;
ezê nikaribim ne stêrên ezmên
diyarî te bikim,
ne jî şîrê çûkan ji te re peyda bikim.
[Tevaya helbestê di malpera Dilbijîn de bixwîne: www.dilbijin.com]
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
21.05.2006 - 20:54
Dixwazim - Ich will
Manfred Ach*


Tabloyeke hunermendê kurd Bahram Haco (Jineke dirêjkirî, 2000, 140 x 120 cm)

Dixwazim
bûhar bim di bexçê te de,
bayê havînî bim li ser çermê laşê te,
roka zivistanî bim, ger te sar be.

Dixwazim
genimê memikên te biçinim,
xwe bi kenê te germ bikim
û di dilê te de zivistanê derbas bikim.
ich will
der Frühling sein in deinem Garten,
der Sommerwind auf deiner Haut,
die Wintersonne, wenn’s dich friert,

ich will
den Weizen deiner Brüste ernten,
mich an deinem Lächeln wärmen
und in deinem Herzen überwintern.
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
20.05.2006 - 11:30
Nebêje
Serbest Berazî


Serbest Berazî
Min te navê, ey sorgula li ber avê
çava têrkim ji dîtina te
lê xew nayê tucar bêyî te
gava ez ji te dûr ketim
agir kete dilê min
min got ezê te hilgirim
bi van milan li kêf û şahiyên
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
24.02.2006 - 01:06
Ji berhemên zarokên kurd:
Kurdistana xweşik

Helbest Yûsiv*


Helbest Yûsiv
Kurdistanek heye,
dilê me ye,
dilê kurdan tevan e;
mixabin nikarin li ser biaxifin,
li ser azadiya wê.
Mixabin ev hisretek di dilê kurdan de ye,
ku pêkbîn in;
mixabin nikarin pêk bînin.
Em tev wê dixwazin
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
13.01.2006 - 02:19
2006: Ezmûna saleke nû ji bendewariyê bo Kurdan
Kerem Berhîm Yûsiv


Kerem Yûsiv
Saleke nû li dergehê mal, dil, bajar, bajarok û asîmanan dixe, hêviyên wan dixwîne, nîvpêkê yan pêk tîne bi carekê re. Tenha ev sal û serdem tu sozan nadin pîremêrekî kurd ku hê bi pêçana çixara xwe re doza xwe çareser dike, û di morana wê çixarê de xwe dibîne azad û xwedî qadeke kurdî ya serbixwe. Papaniwêlê cîhanê dixwaze serîkî lêde, lê ew pîremêr bê serî maye, çimkî serê wî di nav hêvî û morana çixara wî de winda ye.
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
20.12.2005 - 01:44
Çîrok: Diranên Apê Hesen ê dengbêj
Kawa Şêxê


Kawa Şêxê
Hevalekî bavê min hebû, gundiyê me bû jî, navê wî Hesen bû. Hesen dengbêj bû. Em zarok bûn, em li ber derî û pencereyan kom dibûn; dema ku dihat cem bavê min li odê rûdinişt û distira, me li dengê wî guhdarî dikir. Gelek stranên ku wî digotin, wî bi xwe çêdikirin. Carna jê hemû li odê li hev diciviyan, bi hev re li Radyoya Yêrîvanê guhdarî dikir, dema bi kurdî distira. Gava dengê Gerepêtê Xaço dihat, stran digotin; dengê Hesen dihat jê re ditewand û dema diqediya, digot:
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
24.11.2005 - 03:06
Kilîtên Amûdê - «Tu dibê qey wê biçine Parîsê..»
Nesrîn Têlo - Qamişlo


Nesrîn Têlo
Ta dayika min hat, da betaniyên din bi me dake, mîna adeta wê di zivistanî de, dît ku ez şiyar im. Bi nîv dengekî got: “Razê, qîza min, da tu sibehî zû min şiyar kî.” Lê min vê carê ceger kir û min bi dawdêla wê girt û min pirsî: “Dayê... bo çi baba hej Amûdê nake?” Diya min mat ma û got: “Na, ew hej Amûdê dike, lê ji ber ku ewê bêriya me bike, wî wisa digot.” Ji nû ve pişta kêfa min hinekî rast bû, û ez di xew re çûm...
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
02.11.2005 - 02:15
Heta heta - Für immer
Manfred Ach*


Ji peykerên hunermend Zubêr Yûsiv
Dixwazim meyê vexwim
li başûrê dilê te,

agirê birçîbûna xwe
di nav lingên te de vemirînim,

di orta memikên te de
bi jiyanê heqê evînê bidim,

û di daristanên porê te de
çavên xwe bigirim heta heta.
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
21.10.2005 - 00:28
Du helbestên Ismaîl Kusa
Wergera ji erebî: Sîrwan Hecî Berko


Ismaîl Kusa
Amûdê,
di her qermîçokeke
rûyê te de
zarokeke biçûk xwe vedişêre,
di dilê her kolanekê de
helbestvanekî dîn.

Çend caran
min şaşitî di rûyê xwe de kirine..
Min te di xew de dît
Ne wek ti kesî dî.
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
04.09.2005 - 03:29
Ji cîhana evînê çend kurtehelbest
Roman Bucerius, Ch. Morgenstern, Ulla Hahn û Hans-Christoph Neuert


© Willi Schnekenburger, 2001

Ku darek bûma,
ezê di destê te yê vala de bilind bûbama,
û ku tu derya bûya,
minê ji te re ji qumê kelehên sipî çêkirbana.

Ku tu gulek bûya,
minê te ji qurma rakirbaya,
ku agir bûma,
minê xaniyê te kiriba ariyek nazik.
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
29.08.2005 - 18:46
Me nekujin! Bi kuştinê em şiyar dibin!
Kerem Yûsiv - Qamişlo


Kerem Yûsiv
Hîn baweriya gelek hikumetan heye ku mafê miletên bindest dê bi kuştinê bête binaxkirin. Tevî ku ev bawerî ne ji nuha de ye û vedigere sed salên çûyî, lê hîn tê bikaranîn, bêyî ku binêrin ku li cîhanê çi dibe û çi nabe, bêyî ku baweriya nû têxin serê xwe, ku mafê miletan bi vî şêweyî tu caran nayî windakirin. Lê her û her doz bi kuştin û zindan kirinê xurttir dibe. Ev zanîna kêm ne ji ber nezanebûna wan e, lê ji bêçareyê ye.
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
09.08.2005 - 10:24
Rojhilatê Kurdistanê rojê hembêz dike
Kerem Yûsiv - Qamişlo


Kerem Yûsiv
Me gelek tişt ji te bihîstin û te jî ser me bihîstiye, lê ka ku em tiştekî ser xwe ji asîmanên te yên bi razan pêçayî bibihîzin, da ku em zanibin bê emê çend carin din sirûda “Ey Reqîb” bibêjin û kela dilê xwe lê hênik bikin.
De Xwedan û bê emir li ser te, serê xwe deyne ser sînga Mehabad, Seqiz, Şîno, Serdeşt, Pîranşehîr, Merîwan, Baneh, Sineyê.. tê bibîne ku tu tu carî nikarî serê xwe ji ser rahêjê û heye ku tu…
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
07.08.2005 - 13:24
Çima em sersaxiya canê xwe nakin?
Kerem Yûsiv - Qamişlo


Kerem Yûsiv
Lê ev canê ku gelekî ji zû ve miriye, çima em carekê sersaxiya wî nakin? Û tu kes nikare bêje “min bi nexweşî û mirina canê xwe ne bihîstiye”, çimkî tenê xwediyê can dizane bê rojê çend caran canê wî zordariyê dixwe, şûran dixwe, peyalên xemgîniyê vedixwe… û… û mirnê jî dibîne û dixwe.
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
02.08.2005 - 01:05
Xapandinek kirêt:
Pirtûka Helîm Yûsiv a bi elmanî

Sîrwan Hecî Berko - Dortmund


"Der Schwangere Mann"
Pirtûkek, ku piraniya beşên wê şaş hatine wergerandin, bi kêrî xwendinê nayê. Ev li hemberî xwendevên xapandineke wêjeyî ya bêberpirsyarî ye.

Rastiya ku nivîskar bi xwe hewildanên mezin dike, ku pirtûka wî bête wergerandin - werger çawa be jî, ne giring e – û ev jî ji aliyê kesekî/ê ve ku bi zimanê pirtûka wî baş nizanibe, ne layiqî mirovekî wêjevan e. Wergera ku di rêya hewildanine wilo re pêk bê, lê ne hêja ye ku wekî berhemeke wêjeyî bête binavkirin, û ne jî dikare li bende be ku cidî bête girtin.
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
12.07.2005 - 02:03
Xewsê welêt
Tengezarê Marînî


Tengezar Marînî
Tu,..
Aşiqekî, dîroka welat di xwe de vedişêrî
Li destpêkê min vegerîne
Va ye laşê min,
çîrokên te berbi destpêkê ve tîne.
Gundê te bendewarê te ye,
pişta rê diperxîne.
Gazindan dikin, te xatir nexwest.
Strana xewê dibêjim
Hev ragirtin hewes û henasên min
Ji dûriya te tirsiyan.
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
22.06.2005 - 17:14
Leyla û Fîgaro ber bi kû ve...?
Tengezar Marînî


"Leyla Fîgaro"
Dema min ev roman xwend, pir li xweşiya min hat û li her deverê min behsa romanê dikir û min xwestibû li ser binivîsim, lewra jî min bizav da, ku çend caran bi hûrbînî bixwînim û bi çavekî rexnegirî lê temaşe bikim. Lê piştî xwendinek kûr û pir û pirsên ku min ji rêzdar Ibrahîm Seydo dikirin, gîham encamekê ku ez xwe bi destê xwe dixime bîreke bêbinî de û min dest jê berda. Min newêrîbû vê rîzîkoyê biçim, lê piştî demeke dirêj bi ser de çûbû, dîsan li serê min da, ku xwe berdim qada nivîsîna li ser romanê, ku divêt bi rastî bibêjim, ji qada şêr ji min re zortir e.
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
23.04.2005 - 16:31
-Dûr- nêz dibe!
Cemîl Oguz


Ji filmê "Dûr"
Belgefilmê Kazim Oz ê bi navê "Dûr" roja 29ê avrêlê dikeve vîzyonê. "Dûr" dûrbûna ciwanên ku ji welatê xwe dûrketine û kal û pîrên ku li welatê xwe mane, nêz dike, wan digihîne hev.
Derhêner Kazim Oz di "Dûr" de gundê xwe nîşanî temaşevan dide, lê bi vê riyê rewşa gundên kurdan, kurdên ku ji warên xwe dûr ketine û yên ku li wir mane, derdixe pêşberî temaşevanan.
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
11.04.2005 - 13:52
Şahînê Bekirê Soreklî: Pisîk jî xewnan dibînin
Cankurd

Şahînê B. Soreklî di van kurteçêrokan da jî hikariya du cîhanan, ku li ser wî heye, tîne ber çavan, yek: Hikariya mezin a çand û kelepûra ingilîzî û jîna ji zû ve, ku ew li dûriyê, li Australiya, dijî. Du: Kul û êş û malwêraniya Kurdan, ku wek geyayekî hov, xwe her û her davêje nav hemî berhemêd wî û wan bi zûkî dipêçe, nahêle ew vehese û binzor dibe, ku xwe bi wan kul û sohtînan ve gêro bike.
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
09.04.2005 - 23:33
Çend kurteçîrok
Hejar Ibrahîm - Heleb


Hejar Ibrahîm
Temenê min şazdeh salî bû dema min dest bi siyasetê kir. Min wek her kesî dest bi her kesî kir û ew kirin xayin, mît, kevneperest û bênamûs. Tê bîra min dema ku min nerîna xwe li ser doktorê nemir Qasimlo dida, min digot: "Ez tu hêviyan di wî de nabînim, ji ber ku ew zilamê sosyalîzima navneteweyî ye." Îroj temenê min sîh û du sal in, lê heta niha ez nizanim sosyalîzima navneteweyî çi ye!!
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
28.03.2005 - 23:30
Guhê kurê Memed - Çîrok
Kawa Şêxê - Elmanya


Kawa Şêxê
Ez hatim Elmanya, tu kesî nas nakim, ziman nizanim û ez li bajarekî ketim kampekê, ne yekî Kurd û ne yekî Ereb lê hene. Min nikarîbû bi kesî re bida û bistenda. Þîreta bavê min di serê min de meya bû û gotina wî ya dawî ji bîra min nediçû, dema xatir ji min xwest û got: “Kurê min, berê te li welatê gawira ye. Tu li wan welatan xwe biparêze û xwe winda neke. Ez bi hêvî me ku Xweda te timî bi ser xîne û tu jî tu carî wî ji bîr neke. Wesêta min ji te re, kurê min, li wan welatan tenê du tiştan neke, yek jê goştê beraz nexwe, û ya din jî nimêja xwe bernede û Xweda alîkariya te bike.”
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
16.03.2005 - 22:50
Qêrîna Adarê & Hebûn: Du helbest
Lava*


Lava
Qêrîna adarê

Adar bi qêrîn e
Bi axîn e
Xwedaa!!!
"Hinek din ronahî…"
Biweşîne
Bila agirê azadiyê geş bibe
li warê min
welatê berbendkirî
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
16.03.2005 - 15:57
Bûhara beravêtî
Kaimran Simo

di tariya xayin de
roj xesandin
pelên azadiyê weşandin
li 16ê adarê
goristanên mediya
giriyandin
ji kelha zilmê
melkamotên mirinê
şiyandin
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
28.02.2005 - 17:20
Ji te hez nakim
Pablo Neruda


Pablo Neruda
Ji te hez nakim, mîna ku ez ji gulekê ji xwê hez bikim,
yaqûteke zer, tîrek ji qurnefilekê ku agir dadide:
ji te hez dikim, wek ku mirov ji tiştên tarî hez dike,
Bidizî, di nav can û siyê de.

Ji te hez dikim mîna şînkayiya ku şîn nabe û ya ku
di hundirê xwe de roniyê ji ber gulên dî vedişêre,
û bi xêra evîna te atomek ku ji erdê hilperî,
tarî di hundirê laşê min de dijî.
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
24.02.2005 - 23:04
Ji cîhana êrotîk çend kurtehelbest
Hans-Christoph Neuert


Ji te têr
nabim
ji maçên te yên
şêrîn
ên dirrinde
dilbijînê
ez har kirime
dixwazim
hertiştê te
nas bikim
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
13.02.2005 - 15:40
Heta
Ferhadê Içmo - Qamişlo


Ferhadê Içmo
Heta tiliyên destên me
li hev bin,
têlên tembûra me
naqetin...

Heta têlên tembûra me neqetin,
wê dîlanên me li dar bin..

Heta dîlanên me li dar bin,
stranên me winda nabin...
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
05.02.2005 - 02:27
Serbelind im, Şemola*!
Rodî Naso - Holanda


Rodî Naso
Dîsan.............
ji dûmana dengê te dengek nû tê zayin
Babîsoka ku li hawerdora Amûdê û te
navên nû pyman didin
ku her tîpek ji navê te
bibe stêrkek li ezmanê êşa miletê te
pêlek je xweydana te herikî li ser
gora Reşîdê Kurd, bû nêrgizek
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
12.12.2004 - 12:42
Guftûgoyek li ser rewşa helbesta kurdî ya bakurê Kurdistanê (II)
Hevpeyvîn bi Berken Bereh, Roşan Lezgîn û Cîhan Roj re


B. Bereh, C. Roj û R. Lezgîn
Tu di helbesta kurdî de naverok, teşe û şêwazên ku têne bikaranîn, çawa dibînî?

ROŞAN LEZGÎN: Niha em di warê modernîteyê de netweyeke gelekî derengmayî ne. Divê ku em piçekî bi wijdan û rasteqîn bifikirin, da ku ne tadeyê li xwe bikin û ne jî xwe bi nepixandineke xav di eynika dêwan de bibînin. Di van dused salên dawîn de, em wek netewe bi tenê neman; gelek destên ku ne xwedî niyeteke baş bûn, her tim di paxila me de bûn, ava me lîşo kir, nehişt ku em ji xwe re bi tenê bimînin û bi mejiyekî aram xwe bi xwe bifikirin, xasiyetên xwe yên karakterîstîk nas bikin, reng û dirûv û teşe û şêwazên xwe yên xweser bibînin an jî durist bikin.
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
16.09.2004 - 16:16
Salên Münchenê yên biraderan Celadet û Kamiran Bedirxan
Dr. Birgit Ammann


Kamiran, Sureya û Celadet Bedirxan
Celadet û Kamiran Bedirxan ligel birayê xwe Sureya wekî navdartirîn dilxwazên neteweperweriya kurdî yên dema wan têne naskirin. Ew di 1897 û 1895ê de, dora 25 salan piştî mirina bapîrê wan ê navdar, mîrê Botan ê dawî, ji dayik bûn. Bavê wan Emîn Elî bû - yek ji gelek kurên mîrî - ku bi xwe jî netewperwerekî kurd ê germ bû. Herdu bira di 1922ê de ji Dewleta Osmanî reviyan û di çiraya pêşîn a heman salê de gihan Elmanyayê.
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
28.08.2004 - 03:26
Guftûgoyek li ser rewşa helbesta kurdî ya bakurê Kurdistanê (I)
Hevpeyvîn bi Berken Bereh, Roşan Lezgîn û Cîhan Roj re


B. Bereh, C. Roj û R. Lezgîn
Di van salên dawî de, gavine berbiçav di qada wêjeya kurdî de hatine avêtin, nemaze di helbesta kurdî ya bakurê Kurdistanê de. Her yekê/î bi berhemên xwe cihok û deriyine nû di asoya helbesta Bakur de vekirin. Reng, dirûv û şêwazeke cuda (ji klasîzmê) xwe da der. Lê heta niha, bi dor firehî li ser helbesta Bakur û pirsgirêkên wê em rastî kêm nivîs û hevpeyvînan hatine. Me jî bi vê armancê xwest, ku bi çend helbestvanan re li ser helbestê û qonaxa ku niha em tê de ne, biaxivin. MLAPERA AMÛDÊ hevpeyvîn li gel helbestvanan Berken Bereh, Roşan Lezgîn û Cîhan Roj pêk anî. Em dê di çend xelekan de li ser pirsgirêkên helbesta bakurê welêt rawestin.
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
Erşîv    Erşîv    Erşîv    Erşîv    Erşîv    Erşîv    Erşîv   


 
Serhildana 12ê Adarê
doseya sînemaya amûdê


www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000