|
|
|
19.01.2009 - 14:50
|
[ 1352 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Vaye şar û vaye mişar!
Helîm Yûsiv
 Helîm Yûsiv | Min di nivîsa xwe ya derbasbûyî de bi ti awayî peyva (diziyê) bi kar neanî bû, lê tev wilo jî ew beramberiya ku min kiribû di hin deveran de - wek di malpera Amûdê de - wek (dizî) hate bikaranîn. Min hinek mesafet xiste nav vê peyvê û nivîsa xwe, ji ber taybetiya edebiyatê û pirrengiya şêweyên ku tekstên edebî bandorê li hevdu dikin û ji hevdu dibin. Lê ji ber ku romana mijara gotinê "Ez ê yekî bikujim" hemû sînorên lihevbandorkirina tekstan derbas kiribû, min xwest, ji tawanbarkirinê bêhtir, ez rastiyekê ragihînim. Lê bersiva Firat Cewerî qurretî û sixêfên wî metelokeke tiraje-komedî anî bîra min: "Eger tu ne diz bî, destê te di bêrîka min de çi dike?"
Herweha peyva din (idîa) ku di malpera Kulturname de hate bikaranîn, bala min kişand. Ev peyveke erebî ye û tê wate ya ku tiştek nebûbe û mirov bibêje bûye. Ev jî bi min hinekî ecêb hat, ji ber ku min ji herdu berheman, ji çîrokê û ji romanê, reqem û hejmarên rûpelan dabû û her tişt li holê ye. Anku, mirov bi hesanî dikare vegere herdu pirtûkan û binere bê ka ev (idîa) ye, wek ku Kulturname dibêje, yan jî rastiyeke destnîşankirî ye.
Nexwendina çîrokê û navdarî:
Firat Cewerî di bersiva xwe de dibêje wî ev çîrok nexwendiye.
Baş e. Ev çîrok di sala 2002an de di malpereke kurdî de (malpera Amûdê) û di sala 2003an de di pirtûka "Memê bê Zîn" de belav bû. Ev pirtûk ji eynî weşanxaneya ku "Ez ê yekî bikujim" derketiye.
Ev jî tê wê wateyê ku camêr (wî ev peyv di bersiva xwe de bi kar aniye) malperên kurdî naxwîne û pirtûkên kurdî ku ji weşanxaneya ku pirtûka wî derxistiye jî, naxwîne. Û bi ser de xwe wek kesekî ku sih salên xwe bi edebiyatê re derbas kiribin, pêşkêş dike. Ev mesele çawa ji nav hev derdikeve gelo?
Cewerî navê min hilnade, li şûna navê min peyva (camêr) bi kar tîne. Ew min wek neyarekî nîşan dide, ku kesên mîna min berê jî bi navên dizî û sexte, ji ber ku ji navdariya wî aciz in, nivîs dijî wî belav kirine û camêr nakeve polemîkan!
Kekê Firat,
bi serê te, ez ne ji te û ne jî ji navdariya te aciz im. Navdariya te li te pîroz be, lê bi keda xwe mirov bibe navdar, çêtir e ku bi xêra berhemên camêran be. Min bi navên dizî û sexte dijminayetiya te nekiriye. Vaye ez bi navê xwe li ber te û li ber xwendevanan sedemên nivîsandina wê nirxandina xwe rêz dikim û hejmarên rûpelên ku te ji naveroka çîroka min birine û te bi awayekî di romana xwe de bi kar anîne, destnîşan dikim.
Tiştê ez jê aciz im ew e ku kesek bê destê xwe deyne ser keda kesekî din û wê kedê bike ya xwe. Ez ji wê yekê aciz im, ku ji hinekan weye ku di meydana nivîsandina kurdî de dikarin her tiştî bikin û hertişt bê hesab ji wan re here serî û wisa bê deng derbas bibe. Ez ji wê yekê aciz im, ku berî te jî ciwanmêrin hebûn ku navê romanên xelkê û keda wan dizîn û ji wan re ma û niha jî ew berhem ne bi navê xwediyên xwe têne naskirin. Ez ji wê aciz im, ku dinyaya kurdan ewqasî bi mijaran tije û dewlemend e û tevî wilo jî nivîskarek tê, ji ber ku kurdî bê xwedî ye, bê rexnegir e, dest davêje mijar û şêwe û awayê nivîskarekî din û dike milkê xwe.
va ye şar û va ye mişar:
F. Cewerî qala sih salên xwe dike û qala Nûdem û jiyanan dike.
Eger te sed sal jî di mijûlbûna bi edebiyatê re derbas kiribin û te deh kovarên bi navên cuda derxistibin, dîsa jî ev yek tiştekî ji wê rastiya min destnîşan kiriye, naguherîne. Di nivîsandina romanê de, ne sih sal, lêbelê sê salên te çêbûne: Romana yekem ("Payîza dereng") di sala 2005ê de derket û ev romana te ya diduyan ("Ez ê yekî bikujim") di sala 2008ê de derketiye.
Cudayiyeke mezin di navbera kovarvaniyê û afirandina romanan de heye. Min ne qala jiyanan û ne jî kesan kiriye. Ez qala teksteke edebî dikim ku te ew tekst biriye û ji xwe re kiriye mal.
Camêr dibêje: "... Ez jî jiyanan dinivîsînim...., êş û azarên wan, kêfxweşî û dilşahiyên wan, têkçûn û biserketinên wan, tirs û mêrxasiyên wan, hezkirin û xapandinên wan… Ev hemû mişterek in, tiştên mirovîn in, ji bo hemû mirovan derbas dibe, li her derê dinyayê yek in."
Dibe ku ev tiştên ku tu dihejmêrî mişterek bin, lê awayê derbirînê, form û şêweyê nivîskaran têne guhertin û du nivîskar li ser eynî êşê, eynî karekterî bi du şêweyên cuda dinîvisînin. Yana wê hemû nivîskarên cîhanê wek hev binîvisînin.
Ewqase tesaduf di yek berhemê de, nab e!
Camêr dibêje: "Tesadufên di jiyana rastî de dikarin di berhemên edebî de jî xwe nîşan bidin. Dibe ku aniha bi sedan bûyerên welê hatine nivîsandin ku hayê me jê nîne."
Bi dehan berhemên wêjeyî, di riya tesadufê re, dişibihin hev û carina jî bûyer yan jî karekter yan jî wêne yan jî... dibe ku wek hev bêne nivîsandin. Mirov her dem li tiştên wilo rast tê, lê gava ku di navbera çîrokekê ji yazde rûpelan û heyştê rûpelên destpêkê yên romanekê de bi dehên caran "tesaduf" heb in û hem destpêk, hem orte û hem jî dawiya wan wekî hev bin, ev çawa dikare bibe tesaduf, Xwedê zane!
Eger mesele bi çend tesadufên wisa bi sînor bimaya, ji xwe min ew nivîs qet belav nedikir. Lê mesele ji tesadufan bi wêdetir e û ne mumkin e ewqase tesaduf di navbera du berheman de bêne dîtin. Her xwendevanek kurdî dikare beramberiyeke wisa bike û bi hesanî bigihêje hin encaman.
Asta peyvên mirov asta mirov bi xwe destnîşan dike
Firat Cewerî li şûna ku bersiveke maqûl bide wan tesbîtên ku di wê beramberiya min kiribû de hatibûn bicihkirin, dest bi dijûn û êrîşan dike. Vê şîroveya min weke "zikreşî", "dexsî" û min jî wek "neyar" û "Gurî"yê ku dizî kiribe û xeynî xwe bi diziyê tawanbar bike, nîşan dide. Û dibêje romana min "Gava ku masî tî dibin" ji "Navê min sor e" ya Orhan Pamuk hatiye wergirtin.
Li vir çend xal hene hêjayî gotinê ne.
Min di nivîsa xwe de baweriya xwe bi delîl û bi hejmar nivîsandiye. Anku min li gor xwendina xwe rastiyek eşkere kiriye. Ez ji derveyî beramberiya herdu tekstan û bicihkirina hinek rastiyan derneketime û bi ti awayî ez nêzîkî meseleyên şexsî nebûme û naxwazim bibim jî. Lê biçûkxistina mijarê û zîvirandina meselê ber bi tiştên şexsî ve, ku wek zikreşî û dexesiyê û aciziya ji navdariya ciwanmêr tê binavkirin, ev hemû sîgnalên asta mirov in. Camêr mesele wiha kiriye wek ku - maşele - kesekî navdar e, Xwedê wî ji çavên dexesan bistirîne, min li cadê ew dîtiye û min çûye bela xwe tê daye. Ev jî awayek e ji awayên reva ji pejirandina rastiyê.
Eger romana min ji romana Orhan Pamuk hatibe girtin, tu çima heta niha bêdeng bûyî? Tu çima li benda vê nivîsa min mayî, hetanî ku tu vê keşfa xwe ya "mucîze" û bê delîl ji me re bêjî?
Eger tiştekî wilo hebe, kerem bike, wek mêran li pey vê mucîza xwe bisekine û isbat bike. Tu yê çima bimînî li benda rexnegiran? Eger rexnegirên cidî hebûna, te yê karîba bi vî awayî dest danya ser çîroka min û wek roman ji xwe re pêşkêşî xwendevanên kurdî kiriba?
Eger rexnegirên cidî û bi ast di wêjeya kurdî de hebûna, wê xwediyê wê nivîsa beramberiyê ne ez ba ma. Lê ji ber tunebûna tevgereke rexneyî, qada nivîsandina kurdî jî dibe cihê qursan û balonên ji hewayê.
Gotina dawî:
Eger rexnegirên berhemên kurdî hebin, waye min çavkaniya beşê yekem ji romana "Ez ê yekî bikujim" destnîşan kir. Divê ew jî li ser çavkaniya beşê diduyan ji "Ez ê yekî bikujim" jî rawestin û bidin ber van herdu beşên romana "Ronî mîna evînê, tarî mîna mirinê" ya Mihemed Uzun: Biyanî (r. 130) û Mirin (r.343). Û binerin çawa di herdu romanan de nivîskarekî kurd ji Swêdê tê û dibe mêvanê bajarekî kurdan û li wê derê kesa sereke ya romanê nas dike. Ev mijar jî bi hewceyî lêkolîneke berfirehtir e.
E-Mail: halimyusiv@hotmail.com
|
|
|
|
|
|