|
|
|
07.02.2007 - 08:40
|
[ 1369 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Mûzîka Kurdî: Pirsgirêk û pêşeroj (2/4)
Şêrko Deqorî - Swêd
 Şêrko Deqorî | 2. Rewşa kurdan a siyasî ya wêran
Rewşa siyasî herdem bandoreke mezin li rewşa çandî dike. Ti çandeke hêja pêk nayê, heger rewşa siyasî nesaz be. Her kes dizane bê çiqasî rewşa siyasî û hiquqî ya kurdan wêran e. Kurd hatine perçekirin, tên asîmîlekirin û çanda wan li wan tê qedexekirin. Ev tişt bêguman bandoreke gelekî neyênî li rewşa çanda kurdî bi gelemperî kiriye, û ji nav wê li mûzîka kurdî. Ji bo nimûne, tinebûna binyateke bingehîn (infrastructure) ya çandî li Kurdistanê, ku encameke siyasetên asîmîlekirin û paşxistinê ye, bes e da ku mûzîka kurdî li paş bimîne. Çimkî wek ku me di xeleka çûyî de got, fêrkirina mûzîkî ya baş bingeha pêşketina wê ye.
Wekî din, li Tirkiyê mûzîka kurdî 80 salî qedexe ma, û kampanyayeke dijwar ji aliyê dewleta tirk ve pêk hat ji bo dizîna mûzîka kurdî û tirkkirina wê. Li Sûriyê hunermendên kurd bêyî erêkirina dezgehên ewlekariyê nikarin ahengekê jî li dar xînin. Li Iraqê gelek stranbêjên kurd li ser destên rejîmên iraqî yên terorîst hatin kuştin, wek Eyaz Yûsif, Tahir Tewfîq û Kerîm Kaban. Û li Îranê mûzîka kurdî hate hêvişandin (piştguhkirin) û farisan ew dan xuyakirin wekî kopiyeke ”êlî” ji mûzîka ”îranî” (ango ya farisî).
Lê bandora neyênî ya rewşa siyasî li vir ranaweste, çimkî rewşa perçekirinê ya ku kurd tê de dijîn, mûzîkvanên me yên ji beşên cuda ji Kurdistanê bêpar dike ji hevguhertina serhatin û dahênanên hev. Kêm in ew mûzîkvan an guhdarên ji Kurdistana Bakur an Rojava yên ku delîve bi dest wan ketiye ku li mûzîka Elî Ekber Muradî yan a Koma Kamkaran - herdu jî ji Kurdistana Rojhilat in - guhdarî bikin, an jî dengê xweş û resen ê alava defê bibihîzin an wê bi kar bînin. Mûzîka kurdên Bakur û Rojavayê jî bi nêzîkayî nenas e li Kurdistana Rojhilat û Başûr.
Ji encamên vê rewşê jî ketina mûzîkvanên kurd bêyî viyana xwe bin bandora xurt a mûzîkên gelên ku ew di dewletên wan de dijîn. Eveya encama bandora ragihandina van dewletan li civaka kurdî ye. Mûzîkvanekî kurd li beşekî ji Kurdistanê belkî bi mûzîka dewleta ku tê de dijî, bêtir tesîr bibe ji mûzîka kurdî ya ji beşekî din ji Kurdistanê.
Ne tiştekî hesan e ku em zora van pirsgirêkan bibin. Lê tevî vê jî dê ragihandin – nemaze televizyon, tevî hemû nerêniyên wê – roleke baş bilîze di nêzîkkirina mûzîka her çar beşan de û di standardkirina mûzîka kurdî de. Helbet divê hikumeta Kurdistana Başûr jî berpirsyariyê rahêje di riya piştigirtiya mûzîkvanên kurd ên birra bitalent re, di riya peydakirina fêrkirina mûzîkî ya kurdî ji wan re, û di riya xebata saziyên xwe re. Ji bo nimûne, divê hemû diziyên ku ji mûzîka kurdî hatine kirin, bên belgekirin û pêşkêşkirin ji bo saziyên navneteweyî yên pispor, û divê Kurdistana azad bibe qubleya mûzîkvanên kurd û cihê hevdîtina wan û hevguhertina serhatinên wan. Divê mûzîkvanên kurd jî bi metrisiya van pirsgirêkan bihisin û her yek ji aliyê xwe ve ji bo rizgarkirina mûzîka kurdî ji şûnên wan bixebite. Mûzîkvanên kurd dikarin, ji bo nimûne, girîngiyekê taybet bidin stran û kilamên ku hatine dizîn, û dikarin jî hêman û alavên ne ji beşê xwe bi kar bînin, ji bo zengînkirina mûzîka xwe û xurtkirina nasnameya wê ya kurdî, û dikarin bixebitin da ku mûzîka kurdî ji bin bandora mûzîka tirkî, farisî û erebî derxin.
3. Bandora cîhanîkirinê (globalization) û teqlîda kor a rojavayê, û nehişyariya gelekan derbarey giringiya nasnameya kurd di mûzîka me de
Mûzîka kurdî xwedî kelepûreke zengîn e, û ji bo pêşxistina wê em ne hewcedarî bikaranîna gelek hêman û bandorên derveyî ne. Divê pêşketin ji hinava mûzîka kurdî bê, digel fêdekirina ji pêşketinên ku di mûzîka rojavayî ya cedî û mûzîkên rojhilatî de pêk hatine. Lê fêdekirin wateya wê ne teqlîda kor e, lê ew pêvajoyeke hestdar e ku mûzîkvanine jîr û pîşegir jê re divên da ku tesîrê li nasnameya gewherî ya mûzîkê neke. Eyn mûzîkvanine wiha ji me kêm in. Divê dêm û hêmanên yekane yên mûzîka kurdî bingeha rabûna wê bin, û jêdera wan a yekê mûzîka klasîkî û gelêrî ya kurdî be, ne ti mûzîkeke din.
Niha bandora cîhanîkirinê li hemû çandên cîhanê xuya dike. Gelek lêkolînvan vî tiştî wekî kembaxiyekê dibînin, lê hinek jî wê wekî tiştekî sirûştî bi nav dikin. Ev bandor di tevaya mûzîkên rojhilatnavînî de xuya dike. Tiştê ku ereb navê wê dikin ”mûzîka nizim” (”el-mûsîqe el-habite”, ango a wêran), bi xwe encameke cîhanîkirinê ye, û heman tişt di hemû mûzîkên cîhanê de pêk hatiye. Ev diyarde gelekî bi ”emerîkîkirinê” ve girêdayî ye. Çanda emerîkî çandeke istihlakî (consumptive) e, tişt bi lez tên bikaranîn û zû tên jibîrkirin. Ev çand û awayê jiyanê dihêle dema mirov tine be da ku li perçeyeke mûzîkî yê dirêj û xwedî wateyeke kûr guhdarî bike. Perçeyê mûzîkî divê kin be, têgihiştina wî hesan be, û bandora wî zû be.
Ev bandora han gihaye mûzîka kurdî jî, û em bi şêweyekî ku her zêde dibe, dibînin bê çawa mûzîkvanine kurd ên nû – û carinan ên kevn jî– roj bi roj bêtir teqlîda mûzîka emerîkî dikin û bi awayê istihlakî tesîr dibin. Gelek caran mûzîka kurdî bi alavine rojavayî tê jenîn, û carina rîtm rojavayî ye û yê mayî kurdî ye, û carina jî mûzîk û alavên wê ji kokê de ne kurdî ne, hew peyv dimînin.
Kambaxiya mezin bikaranîna alav û rîtmine rojavayî ye dema ku ne pêwîst bin. Gelo rîtmên kurdî an rojhilatnavînî tine ne? Çima hinek mûzîkvan gîtarê û gîtara elektronî bi kar tînin? Qey ti alavine têlî yên kurdî/rojhilatnavînî li himberî wan tine ne? Nemaze ku gîtar rib-radeyan dernaxe û bi vî şiklî mûzîka kurdî kirêt dike... An jî org, ya ku dengê wê yê kirêt ziyaneke pir mezin gihandiye mûzîka kurdî?
Ev mûzîkvan ”vîdyoklîpan” çêdikin, piraniya caran da ku qelsbûna mûzîka xwe veşêrin û guhdaran fêt bidin ku li stranên wan ”binerin” û wan keçên xweşik bibînin ku wan bi xwe re derdixînin. Mûzîka hêja ne hewcedarî vîdyoklîpan e da ku bigihê dilê guhdaran.1 Xwezî hemû mûzîkvanên kurd guh bidana gotina mûzîkvanê elman ê mezin Karlheinz Stockhausen, ku dibêje ku cîhana bihîstinê û dengan bi gelekî ji ya dîtinê zengîntir û pêşketîtir e.2
Di bîr û baweriya min de, du sedemên diyardeya teqlîda rojavayê hene. Sedema yekê ji-xwe-nebawerî ye. Ên ku wiha dikin, çand û mûzîka rojavayê ji ya xwe çêtir û hêjatir dibînin, û mûzîk û çanda xwe kêm û nizim dibînin. Ew dixwazin vê ”kêmasiyê” di riya teqlîda rojavayê re tawîd bikin. Sedema duyem xwestina navdariyê ye. Gelek ji ”stranbêjên” kurd ên ku bi koranî teqlîda rojavayê kirine, bi xêra vî tiştî li nav guhdarine wek xwe nezan - mixabin, guhdarên wiha pir in - gelekî navdar bûne. Helbet ev mûzîkvan ti hişyariya wan a neteweyî tine ye li radeya ku ew bi destên xwe mûzîka gelê xwe xera dikin.
Bandora mûzîkên gelên cîran jî heye ku me berê behs kiriye. Ew jî bi şîmanekî ji ber heman sedeman e, nemaze yê yekê, lê ew encameke bandora ragihandina dewletên ku kurd di wan de dijîn, li civaka kurdî ye jî. Cudahiyeke mezin heye di navbera ku bandora mûzîka gelekî cîran bi sirûştî li mûzîka me bibe de, û ku ev bandor di riya zorê û asîmîlekirinê re bigihê me.
Nirxandina van diyardeyan gelekî li ser helwesta mirov a çandî û neteweyî ya giştî dimîne. Heye ku hinek bibêjin ku cîhanîkirin diyardeyeke sirûştî ye û ku çanda istihlakî çanda serdemê ye, û ku divê ev cûre ji mûzîkê hebe çimkî gelek xelk jê hez dikin. Lê hinek din jî bi tundî li dijî vê diyardeyê radiwestin û wê wekî gefekê li ser nasnameya me ya neteweyî dibînin. Kî çi bibêje, hebûna mûzîkeke wiha zoqa giştî ya xelkê dadixîne û ziyanê digihîne mûzîka kurdî ya klasîkî û cedî di riya nixavtina wan re. Helbet mirov nikare ti mûzîkê qedexe bike, çiqasî wêran be, û hikumê dawî helbet hikumê guhdaran e.
Divê mûzîkvanên kurd hişyar bibin li ser metrisiya van diyardeyan, û bêyî mebesta xwe beşdarî xerakirina mûzîka xwe nebin. Divê ew binasin ku mûzîka emerîkî ya tîcarî mûzîkeke kambax e û ne hêjayî teqlîdê ye, û ku rojavayîkirin an emerîkîkirina mûzîka kurdî ne lehengiyek an jêhatiyek e, lê ew cûreyeke ji xerakirina çanda me ye. Divê mûzîkvanên kurd herweha binasin ku fariskirin, tirkkirin û erebkirina mûzîka kurdî ne kêmtir metris e, û ku ew wek pejirandina dagîrkirina ji aliyê van gelan ve ye. Divê hemû kesên agehdar di vî warî de jî şerê van meremên wêran bikin û zerera wan bidin xuyakirin ji mûzîkvan û guhdaran re.
Di baweriya min de kampanyayeke fêrkirin û rewşenbîrkirinê ji xelkê re divê, da ku behtir wate û mebesta mûzîkê tê bigihên û ji ber xwe ve mûzîka istihlakî û tîcarî red bikin. Û wek ku mayêstroyê îtalî yê navdar Arturo Toscanînî carekê got: ”Gelî birêzan, demokrat bin di jiyanê de, lê erîstokrat bin di hunerê de.”3
E-Mail: shergodakouri@msn.com
Çavkanî:
1 Tevî ku ev wateyê nade ku hemû vîdyo klîpên kurdî wêran in.
2 www.furious.com/PERFECT/stockhauseninterview.html
3http://en.wikipedia.org/wiki/Toscanini#Quotes
--------
- Mûzîka Kurdî: Pirsgirêk û pêşeroj (1/4)
- Têbînî ji Malpera Amûdê: Piştî vê xelekê, deng nema ji nivîskarê vê nivîsarê hat û xelekên 3 û 4 jî nehatin şandin. Ji ber vê sedemê xelekên dî nayên weşandin. (02.08.2007)
|
|
|
|
|
|