www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
03.01.2007 - 23:47 [ 1383 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Wilo werdigerînim; wilo dixapînim; wilo heme! (1)

Sîrwan H. Berko


Tengezarê Marînî: wergêrek nebiserketî
Ku wergerandina wêjeya biyanî bo kurdiyê ji bo bipêşxistina zimanê kurdî pêwîstiyeke bingehîn e, rastiyeke naskirî ye. Werger herweha mîna pirekê ye ku du çandên biyanî nêzîkî hev dike.

Yek ji wan kesên ku di salên dawî de bi qefilan helbst û çîrokên elmanî "wergerandine" bo zimanê kurdî, helbestvan Tengezar Marînî ye. Wergerên wî di gelek malper û kovaran de hatine weşandin. Herweha berî demekê ji aliyê rêxistina Dihokê ya Yekîtiya Nivîskarên Kurd ve pirtûkeke helbestan a helbestvanê elman Erich Fried derket, ku Tengezar Marînî ew wergerandiye bo kurdî.

Bêyî ku ez li ser wergerê û hîmên wê rawestim, dixwazim di vê nivîsarê de bi mînakekê eşkere bikim, ku ne Tengezar Marînî têra xwe bi elmanî zane, ku karibe karê wergerê bike, ne jî wî ji nivîsên ku wî “wergerandine” fêm kiriye, ne jî têra xwe hayê wî ji feleka wergerê heye.

* * *

Di 25.10.2005ê de, di malpera rojava.net de, ku malpera Hevgirtina Rewşenbîrên Kurd ên Rojava li Derve ye (!), çend çîrokên nivîskarê elmanîaxêv Franz Kafka bi kurdî hatin weşandin1. Wekî wergêr navê Tengezarê Marînî hatiye nivîsandin. Ji bo ez nivîsarê dirêj nekim, ezê li vê derê behsa çîroka pêşî bikim, ku wergêr sernivîsa “Destjêberdan” jê re hilbijartiye.

Bi elmanî navê çîrokê Gibs auf! (Dev jê berde!) e. Mîna gelek nivîsên Kafka yên dî, ev çîrok jî piştî mirina wî hatiye weşandin.

Tiştê balkêş ew e, ku Tengezarê Marînî ne çîroka Gibs auf! a orîjînal wergerandiye, tevî ku ew di wê baweriyê de ye ku wî ev yek kiriye. Ev çawa çêdibe?

Mîna gelek nivîsandinên wî, ev çîroka Franz Kafka jî ketiye minhaca dibistanên elmanî, da ku şagirtên elman di dersa elmanî de xwe mijûlî wê bikin û wê şirove bikin.

Di malpereke internêtê ya bi navê “teachSam” (www.teachsam.de) de çîrokek hatiye weşandin, ku li ser bingeha çîroka Kafka Gibs auf! hatiye avakirin2, ji bo ku şagirt wê û ya orîjînal bidin ber hev.


Franz Kafka (1883-1924)
wêne: wikipedia.org)
Wilo dixuye ku wergêr ev çîrok di vê malperê de dîtiye, navê Franz Kafka li jor dîtiye û ji ber ku ew bi elmanî baş nizane, wî rastiya wê nas nekiriye û hatiye xapandin û wêjeya kurdî jî bi xwe re xapandiye.
Ku wergêr baş bi elmanî zanîba û berî niha berhemên Franz Kafka baş xwendibana, wî yê yekser ji şêweyê nivîsandina çîroka sexte, çewtiyên gramerê û herweha naveroka wê nas kiriba ku ne Kafka ew nivîsandiye. Weke mînak, di sêyemîn hevoka çîroka sexte de hatiye nivîsandin: Zu aufregend war gewesen, was ich mit dieser Frau erlebt hatte. (Wergera min: Pir kelecanî bû tiştê ku min bi vê jinê re derbas kiribû. ) Ne berî vê hevokê û ne jî piştî wî, qet behsa ti jinê nayê kirin. Herweha nivîskar behsa jineke taybetî dike: vê jinê. Kîjan jin? Divyabû hingî di serê wergêrî de lampe pêketiba.

Di hevokeke dî de hatiye nivîsandin: Doch wiederum sagte er nur: "Gibs auf, gibs auf, Mann!" (Wergera min: Lê dîsa jî wî tenê got: “Dev jê berde, dev jê berde, ha! ”) Ji ber ku berî vê hevokê ne behsa parêzvanî hatiye kirin, ne jî vî yê han “Dev jê berde, dev jê berde!” gotiye, eşkere dibe ku tiştek ne rast di vê nivîsê de heye.

Lê emê çavên xwe ji van rastiyan re bigirin û bêjin ku çîroka ku Marînî ji elmanî wergerandiye, ya orîjînal e û Kafka bi xwe ew nivîsandiye.

Dema mirov li wergerê dinere, mirov hertiştî dibîne, lê ne wergereke serketî. Ku Franz Kafka niha ji gora xwe rabe û vê wergerê bibîne, ew dê ne tenê nexwaze ku navê wî li jor vê çîroka sexte bê nivîsandin; ew dê herweha wergêr bavêje dadgehan, ger ew ji ber vê tracediyê careke din nemire!

Ligel ku mirov dikare çewtiyan di hemî hevokên wergerandî de peyda bike jî, lê li vê derê ezê di çend mînakên beloq de têkçûna vê wergerê eşkere bikim:

1. Sernivîs:
Sernivîsa orîjînal a kurtenivîsê ev e: Gibs auf! (kurdî: Dev jê berde!). Di wergera kurdî de peyva Destjêberdan hatiye bikaranîn. Ji ber ku forma sernivîsê forma împeratîv (fermanî) e (nuqtebanga li dawiya wê jî vê yekê piştrast dike), peyva destjêberdan qet ne munasib e û nêzîkî naveroka nivîsê jî nabe.

2. Nivîsa ji bo şagirtan: “Meine Uhr musste stehen geblieben sein.”
Wergera Tengezarî: “Pêdivî bû saeta min rawestiya ya.”

Li vê derê wergêr fêm kiriye ku divyabû ku seet hatiba rawestandin. Lê nivîskar dibêje ku seeta wî şaş bû û di rastiyê de dem pir derengtir bû, û ji ber bê yekê ew texmîn dike ku seeta wî sekinîbû bêyî ku hayê wî jê hebe (Wergera min: “Wilo dixuye ku seeta min rawestiyabû.” )

3. Nivîsa ji bo şagirtan: “Langsam ging ich, völlig in Gedanken vertieft, dem Schutzmann hinterher, um ihn noch einmal anzusprechen.”
Wergera Tengezarî: “Hêdî-hêdî çûbûm, di nav ponijîna xwe de noq bibûm, parêzvanek li pişt min bû, ji bo careke din di gel bipeyiviyama.”

Di vê hevokê de nivîskar dide dû parêzvanî, ne ku parêzvan li pişt wî bû, wek ku wergêr nivîsandiye. (Wergera min: “Ez hêdî hêdî, bi temamî di nav ponijandineke kûr de, li dû parêzvanî diçûm, ji bo ku ez careke din pê re biaxivim..” )

4. Nivîsa ji bo şagirtan: “Was sollte das denn?”
Wergera Tengezarî: “Êdî çi pêdivî bû bibûbaya?”

Piştî ku parêzvan ji lehengê çîrokê re “dev jê berde” dibêje, leheng matmayî dimîne û fêm nake bê çima parêzvanî wilo jê re got. Ew ne ji nêzîk û ne ji dûr ve napirse bê ma pêdivîbû çi bûbaya, wek ku wergêr fêm kiriye. Leheng vê pirsê dike: “Vî yê han çima wilo kir?” (wergera min)

5. Nivîsa ji bo şagirtan: “Die Eigenschaft, erst zu später Morgenstunde das Bett und die nächtlichen Träume zu verlassen, kannte ich nicht. Ich war meist der erste, der sein Gemach verließ.”
Wergera Tengezarî: “Ew nîşana hindê bû, ku ez saeta spêdê ya dereng, textê xewnên şevê berdim, min nizanîbû. Herdem ez yê dawî bûm, ku xweşgeha xwe berdida.”

Mîna çend hevokên di vê wergerê de, mirov vê hevokê jî fêm nake. Ji ber ku ev hevok di destpêka “deqê 3” de hatiye nivîsandin, qet ne zelal e, bê mebesta wergêrî çi ye, dema dibêje “Ew nîşana hindê bû”. Di nivîsa orîjînal de ev hatiye nivîsandin: “Min rengdêra bi derengî ji xew rabûn û xatirxweztina ji xewnên şevê nas nedikir.” (wergera min)
Di hevoka bi dû de hatiye nivîsandin ku leheng pirê caran (ne herdem!) ê yekem bû ku ji odeya xwe derdikt. Lê wergêr ew kiriye yê dawî.

6. Nivîsa ji bo şagirtan: “Unterwegs beschaute ich die Häuser der Stadt, sah zu ihren Gipfeln empor und machte mir allerlei Gedanken über ihre Bewohner. Wann begann wohl ihr Alltag?”
Wergera Tengezarî: “Di rê de, min li avahiyên bajêr temaşe kiribû, ser xênî, berjor de, min temaşe kiribû, min xema niştecihên wê deverê xwaribû. Rojeva te kengî dest pê kiribû?”

Ev hevoka wergerandî mînakeke baş e ji bo tevliheviya ku di hemî hevokan de peyda dibe: ne hevoksazî, ne gramer û ne jî awaza hevokê serketî ne. Bi ser de jî wergêr pirbare eşkere dike, ku wî wateya nivîsê fêm nekiriye: Di dema ku lehengê çîrokê li ser nişteciyan di fikaran de ye de, wergêr dihêle ku leheng xema niştecihên wê deverê bixwe. Bi ser de jî ew ji nişkê ve ji yekî/ê pirsa dema destpêkirina roja wî/ê dike, bêyî ku em bizanibin bê ev kes kî ye. Eger wî nivîsa ku wî ew “wergerandiye”, baş xwendiba, wî yê bidîta ku leheng ji xwe pirs dike bê gelo kînga roja wan (nişteciyan) dest pê kiribû:
“Bi rê de min li avahiyên bajêr temaşe dikir, ji jêr be bi jor ve li wan temaşe dikir, bi hemî fikarên li ser nişteciyên wan. Gelo roja wan kînga dest pê kiribû?” (Wergera min)


* * *

Di xelekên bê de, ezê nimûneyên din ji “wergerên” Tengezar Marînî û kesine dî pêşkêş kim û bêtir li ser wergerê û hîmên wê rawestim û balê bikişînim ser sedemên van bêberpirsyarî û sextekariyên ku di nav wêjeya kurdî de peyda dibin.

* * *

Da ku xwendevan bizanibe bê ez behsa kîjan çîrokê dikim, min çîroka Gibs auf! wergerand û wê li vê derê pêşkêş dikim.

Dev jê berde!
Franz Kafka

Dinya hîn sibe zû bû, kolan paqij û vala. Ez çûm rawestgeha trênê. Dema min seeta bircê û ya xwe dan ber hev, min dît ku – berevajî texmîna min – dem bi gelekî derengtir bû. Divya bû ku ez xwe bilezînim. Veciniqandina ji ber vê naskirinê bi rê de tevliheviyek bi min re çêkir. Min ev bajar hîn baş nas nedikir. Lê baş bû ku parêzvanek li nêzîkê bû. Ez çûm cem wî û min bêhnçikyayî pirsa riyê ji wî kir. Wî bi lêvine bi ken got: “Tu dixwazî riyê ji min binasî?” “Belê”, min got, “çimkî ez bi xwe nikarim wê bibînim.” “Dev jê berde, dev jê berde!”, wî got û bi lebateke mezin pişta xwe da min, mîna kesên ku dixwazin bi kenê xwe re tenê bimînin.

Wergera ji elmanî: Sîrwan H. Berko

sirwan@amude.com

-----------
1 www.rojava.net/26.10.2005tengezarmarini-kafka-werger.htm
2 www.teachsam.de/deutsch/d_ubausteine/aut_ub/kaf_ub/kaf_gib_ub_1.htm
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000