|
|
|
26.11.2006 - 22:54
|
[ 1440 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Stranên Qedexe: Wêrekiya newêrekekî
Sîrwan H. Berko
“Divê mirov tiştekî bike, da ku mirov bi xwe sucdar nebe. Ji bo vê yekê pêwîstiya me bi giyanekî hişk û dilekî nerm heye. Pîvanên me hemûyan di hundirê me bi xwe de ne, lêbelê em kêm li wan digerin.”
Sophie Scholl (1921-1943)
 Hekîm Sefkan: goriyek ji gelekan | Qedexekirin, sansorkirin û binpêkirina mafan sê rastiyên taal in di jiyana Kurdan de. Ji ber nebûna Civata Sîvîl di nav Kurdan de hêzên kurdî yên desthilatdar pîvanên xwe li ser her kesî ferz dikin. Vê yekê hiştiye ku Kurd du carî bêne çewisandin: carekê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve û careke dî jî ji aliyê partiyên xwe ve, ku gerek rola wan paraztina mafên welatiyê kurd be, ne berevajî.
Ji roja ku mirovê kurd çavên xwe ji jiyanê re vedike, ew tê çewisandin. Vê yekê hiştiye ku her ku diçe, hêza vî mirovî kêmtir bibe. Gelek kes hene hêz bi wan ve nemaye. Hêza ku mabe jî, ew jî dibe goriya çewisandina kurdî ya navxweyî. Yan divê mirov xwe û mirovayetiya xwe bişewitîne, yan jî divê koletî û xwesansorkirin mirovî bifetisînin. Herdu encam jî yek in: mirina mirovayetiyê.
Hûnê bi kû ve herin,
Yan bişewitin an di bi bîrê de werbin. (Lorî Amûdê)1
Dema mirov li berhema Stranên Qedexe ya Hekîm Sefkan dinere, yekser peyva Qedexe balê dikişîne ser xwe. Ev peyva ku cîhana pêşketî ew ji ferhengên xwe avêtiye, di Cîhana Sêyemîn - cîhana Kurdan û cîranên wan – de hîn jî peyveke zindî ye ku berdewam li ser zimanên biçûk û mezinan e.
Bêyî ti pêşagahdarkirinekê, Hekîm Sefkan yekser derdê xwe tîne ziman: “Qedexe me” !
Demeke dirêj berî ku Sefkan stranên xwe yên “qedexe” biweşîne, ew yek ji stêrên Kurdistanê bû, ku di wê demê de li ser tiliyan dihatin jimartin. Hekîm Sefkan stêrek ji stêrên Med Tv bû, ku hingî yekemîn kanala ezmanî ya kurdî bû, piştre jî bû Medya Tv. Rojane wêne û dengê wî derbasî bi milyonan ji malên Kurdan dibûn. Hekîm Sefkan gelek rol pêk dianîn: Ew helbestvan, şanoger, stranbêj, pêşkêşvan û tiştine dî bû. Wî hunera xwe ji siyasetê re dikir qurban. Ev yek gelek caran bû sedema ku wî xwe ne mîna hunermendekî dida pêşkêşkirin, lê mîna şanogerekî di sîrkeke mezin de:
Min gelek şevên har di xew re birin
Gelek rê westandin. (Tenêbûn)
Lê êdî deng nema ji Hekîmê pirtalent hat. Li şûna ku ew di bernameyên mîna “Tava Heyvê“ de helbestên xwe yên ciwan (mebesta min li vir ne ew helbest û stran in, ku Hekîm Sefkan dikirin bin xizmeta siyasetê û ku ji asta hunerî gelekî dûr bûn) bigihîne her maleke kurdî, ew êdî di şevên Elmanyayê yên bê heyv de xwarinê digihîne malan:
“Xayinekî” parsek,
xilmaş, bi cil û solên qetyayî,
li kolanan bi xwe re dipeyivim. (Tenêbûn)
Di Qedexe me de, Sefkan xwe mîna goriyekî dibîne, ku hertişt dîtiye, gotiye û dîtinên xwe jî anîne zimên û ev tişt bûne sedemên qedexekirina wî. Ji ber vê yekê ew bangî “Heval”ê xwe dike û şîretekê lê dike:
Hertiştî nebîn,
Ku te dît, nebêje.
Ku te got, wê gotinên te li hustê te bigerînin
Û wê te bi dîtinên te ve bidardakin. (Qedexe me)
Di berdewamiya helbestê de eşkere dibe, ku Hekîm Sefkan ne behsa dijminên xwe, lê dostên xwe yên berê dike. Qedexekirina wî hiştiye ku baweriya wî nema ne bi dostan bê û ne jî bi kes an tiştekî dî. Ew sozên “heval”ên berê wekî derew bi nav dike:
Ji derewan re li çepikan bide,
Derewên doooooost û dijminan.
Şerm neke.
Tu rastiyan biçînî, wê derew şîn bên.
Ezman derewan li erdê dike, erd li me û em li hev.
Hezar dost,
Hezar soz, hezar derew. (Qedexe me)
Goriyê qedexekirina sîstema ku wî ta berî ew jê bê avêtin, pîvanên wê baş pêk dianîn, baş nas dike û dizane ku ew sîstem dema kesekî ji nav xwe diavêje, ta ku jê tê, wî piştguh dike, berhemên wî sansor dike û nahêle ku tikes ji derûdora wê nêzîkî wî kesî bibe. Ev sîstem li seranserî Kurdistanê serdest e. Bi taybetî partiyên mezin li kesekî nabûrînin, eger ev kes “gunehkar” bû û ji xeta wan derket: Divê ew derîba “serhişkiya” xwe bide:
Rastî qedexe ye, ez qedexe me.
Min nexwînin, min nebînin, min nenivîsînin,
min nas neke, bi agirê min neyê şewitandin, heval. (Qedexe me)
Tracedeyeke mezin e, ku afirandin bête qedexekirin an sansorkirin. Qedexekirin sînorkirina azadiya mirovî ye. Di demekê de ku piraniya berhemên ku di televizyonên kurdî de têne weşandin, di rewşeke normal de dê qet nehatibana weşandin, gelek berhemên hêja hene – hin ji yên Hekîm Sefkan jî di nav de – di tariyê de li hember windabûnê li ber xwe didin. Ev yek di civateke mîna ya kurdî de nîşaneke têkçûnê ye.
Ji bo ku rastî ziyaneke mezintir neyê, Hekîm Sefkan naxwaze li ser wan sedeman biaxive, ku bûn sedema qedexekirin û sansorkirina wî.
Ji ber ku dezgehên kurdî yên serbixwe û bi hêz tune ne, gelek nivîskar û hunermendên kurd li Kurdistanê û derveyî wê jî xwe mecbur dibînin ku ji partiyan û dezgehên wan re kar bikin. Tikes newêre li dijî sansor û qedexekirinê deng bike. Lê kesê ku li Stranên Qedexe guhdar bike, ew dê di nav rêzan de bersivên hin pirsên xwe bibîne. Sefkan vê yekê bi hosteytiyeke mezin dike.
Hekîm Sefkan naxwaze bibe goriyê wêrekiya xwe. Berê, di “demên zêrîn“ de, ew bi pêlê re diçû û ta ku jê dihat, wî tûrikê berjewendiyên xwe dadgirt bêyî ku bi erkê xwe yê mirovane û rewşenbîryane rabe. Hingî jî qedexekirin û sansorkirin hebû; hingî jî afirandin diket bin solên nezanan!
Giring e ku herkes Stranên Qedexe peyda bike û li jînenîgeriya mirovekî guhdar bike, ku wek ku ew dibêje:
Bi mirovên qedexe re geriyam,
ketim devê mirinê,
Min tirs bi awiran dişewitand,
Min her dever dît ji gundê xwe pê ve,
Min ji her kolî hez kir ji xwe pê ve... (Qedexe me)
Sedemeke dî bê çima gerek mirov vê berhema hêja peyda bike û lê guhdar bike, helbesta Lorî Amûdê ye. Nayê bîra min ku ti kesî berî Hekîm Sefkan berhemeke wilo hêja li ser vê tracedeya mezin a mirovayetiyê afirandiye!
E-Mail: sirwan@amude.com
--------------
* Ev nivîsar berî çend rojan di hejmara 23ê ya kovara Tîrojê (hejm. 11-12/2006, Stenbol) de hatiye weşandin û bi hin guhertinên biçûk carake dî li vê derê tê weşandin.
1: Ji “Stranên Qedexe”, Hekîm Sefkan, KomMuzîk, Stenbol, 2006 (Ligel hunermend Ganî Nar)
1. Qedexe me - 5.06 (Gotin, Helbest, Muzîk: Hekîm Sefkan)
2. Dê çawa min ne sar be – 2.50 (Helbest: Hekîm Sefkan)
3. Negrî – 4.51 (Gotin, Helbest, Muzîk: Hekîm Sefkan)
4. Azadî – 3.59 (Gotin, Helbest, Muzîk: Hekîm Sefkan)
5. Tenêbûn – 4.48 - (Gotin, Helbest, Muzîk: Hekîm Sefkan)
6. Lorî Amûdê – 10.05 (Gotin, Helbest, Muzîk: Hekîm Sefkan)
7. Rojava – 4.01 (Helbest: Hekîm Sefkan)
8. Barana şevê – 7.19 (Gotin, Helbest, Muzîk: Hekîm Sefkan)
|
|
|
|
|
|