|
|
|
18.11.2006 - 16:50
|
[ 1336 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Pênc astengiyên li pêşiya nivîsandina rastiyê (1)
Bertolt Brecht
 Bertolt Brecht | Kesê ku îroj dixwaze li dijî derew û nezaniyê şer bike û rastiyê binivîsîne, divê bi kêmanî pênc astengiyan derbas bike. Divê wêrekî pê re hebe ku rastiyê binivîsîne, tevî ku rastî li her derê tê çewisandin; zîrekî ji bo naskirina wê, tevî ku ew li her derê tê veşartin; huner ku wê veguhezîne çekekê; biryar ku wan kesan hilbijêre ku wê di destên wan de karîger bike; û fêlbaz ku rastiyê di nav kesên wilo de belav bike. Ev in astengiyên mezin li pêşiya nivîsandina rastiyê li jêr faşizimê. Lê ew ji bo wan nivîskaran jî peyda dibin, ku hatine sirgûnkirin an jî revyane; ew ta ji bo wan nivîskaran jî peyda dibin, ku li welatên xwedî azadiya sîvîl dixebitin.
1. Wêrekiya nivîsandina rastiyê
Eşkere dixuye ku nivîskar gerek rastiyê binivîsîne, di wê wateyê de ku gerek ew wê neçewisîne yan wê di tariyê de nehêle û ku ew tiştekî ne rast nenivîsîne. Gerek ew xwe ji hêzdaran re netewîne, gerek ew belengazan nexapîne. Teqez pir dijwar e ku mirov xwe ji hêzdaran re netewîne, û xapandina belengazan jî gelekî bi sûd e. Nerazîkirina sermiyandaran tê wateya bûyina yek ji kesên ku sermiyan ji wan hatibe stendin. Nexweztina nirxê karê kirî dikare bê wateya nema xweztina kar, û nepejirandina navdariya ku ji aliyê sermiyandaran ve tê dayin, pir caran tê wateya nepejirandina navdariyê heta hetayê. Ji vî tiştî re wêrekî pêwîst e.
Demên dijwartirîn çewisandin aseyî ew dem in ku di wan de pir behsa tiştên mezin û berz tê kirin. Di demên wilo de wêrekî ye ku li ser tiştên ewqasî nizim û biçûk mîna xwarin û jiyana karkeran bête nivîsandin; di demekê de ku ji bilî te her kes bi dengekî bilind dibêje bê gorîdayin pêwîstiyek çiqasî giring e. Ger hemî şêweyên rûmetkirinê li ser cotkaran bêne rijandin, behskirina makîne û êmê erzan, ku dê xwedêgiravî karê wan ê pîroz hesanîtir bike, wêrkî ye. Ger hemî dezgehên radyoyê biqêrin ku mêrê nezan û nexwende ji yê xwende çêtir e, hingî wêrekî ye ku bête pirsîn: ji bo kê çêtir e? Ger hemî axavtinên li ser regezên baş û yên ne baş e, wêrekî ye ku bête pirsîn, bê ma gelo ne birçîbûn û nezanî û şer kirêtiyan bi xwe re tînin.
Herweha wêrekî pêwîst e ji bo gotina rastiya li ser xwe, rastiya li ser nebiserketina xwe. Gelek kesên tepeserkirî karîna naskirina çewitiyên xwe winda dikin. Ji wan re dixuye ku tepeser kirin bi xwe mezintirîn neheqî ye. Tepeserkar xerab in, tenê ji ber ku ew tepeser dikin; û yên tepeserkirî ji ber rindbûna wan têne tepeserkirin. Lê li vê rindiyê hatiye xistin, ew hatiye têkbirin û çewisandin; ji ber vê yekê ew rindiyeke qels bû, yeke ne baş, rindiyeke nebergirbar û nepêbawer; çimkî nabe ku rindî divê qels be wek ku baran divê şil be. Wêrekî pêwîst e ji bo gotina ku zora yên baş hatibû xistin ne ji ber ew baş bûn, lêbelê ji ber ew qels bûn.
Bertolt Brecht (10.02.1898 – 14.08.1956) wekî şanonivîser û helbestvanê elman ê xwedî bandora herî mezin di sedsala 20ê de tê binavkirin. Ew herweha di asta navneteweyî de jî xwedî navek mezin e û gelek caran hatiye xelatkirin.
Brecht di 28.02.1933ê de ji ber zordariya Naziyan ji ligel malbata xwe Elmanyayê revya û di Pragê re xwe gihand bajarê Zürich li Swêsrayê. Di 12.05.1933ê de pirtûkên wî ji aliyê Naziyan ve hatin şewitandin. Piştî jiyana li Parîs, Svendborg (Danemark), Swêd, Mosko, Kalîfornya, dîsa Parîs û Zürichê, Brecht çû Berlîna Rojhilat. Di sala 1935ê de Naziyan ew ji hemwelatiya elmanî avêt. Ji ber ku Elmanyaya Rojava nasnameya elmanî lê venegerand, wî jiyana xwe li Elmanyaya Rojhilat (DDR) berdewam kir. |
Teqez divê rastî di şerê li dijî nerastiyê de bête nivîsandin û divê ev rastî bê giştîbûneke berz û pirwate be. Ji xwe nerastî ji vê giştîbûna berz û pirwate ye. Dema li ser yekî tê gotin ku wî rastî gotiye, hingî bi kêmanî hinekan an jî gelekan an jî yekî tiştek ne rast gotiye, derewek an jî tiştek giştî; lê wî rastî got, wî tiştek praktîk û bi rastî got, ku nikare bête mandelkirin, wî tiştek eşkere bi nav kir.
Hindik wêrekî pêwîst e ji bo gilîkirineke giştî di perçeyekî cîhanê de ku tê de gilîkirin hîn gengaz e, li neqenciya cîhanê û serketina hovitiyê, yan ji bo qêrandina bi azayî ku serketina giyanê mirovane hatiye misogerkirin. Gelek kes hene îdîa dikin ku tankan ew nîşan kirine, lê di rastiyê de tenê dûrbînên operayê ew ji xwe re kirine armanc. Ew xweztekên xwe yên giştî ber bi cîhaneke hevalan û mirovên pak ve diqêrin. Ew doza dadmendiyeke giştî dikin, ku ji bo wê wan tucarî tiştek nekiriye; ew doza azadiyeke giştî dikin û paarkirina nêçîrê dixwazin, ku wan demeke dirêj xweşî jê didît. Ji bo wan rastî tenê ew tişt e ku xweşik dixuye. Ger rastî tiştek jimareyî be, zûha, an rast, tiştek ku peydakirina wê mirovî diwestîne û ji bo wê lêkolîn pêwîst be, hingî ew ji bo wan ne rastî ye; ew wan mest nake. Tenê reftara derveyî ya kesên ku rastiyê dibêjin, li cem wan heye. Pisgirêka bi wan re ev e: ew rastiyê nas nakin.
Berdewam dike
Wergera ji elmanî: Sîrwan H. Berko (sirwan@amude.com)
----------
Versyona pêşî ya vê nivîsarê beşdariyek bû di rapirsekê de li jêr sernivîsa “Dichter sollen die Wahrheit schreiben” (“Helbestvan gerek rastiyê binivîsînin”) di Pariser Tageblatt (12.12.1934) de. Hingî Brecht tenê sê astengî bi nav kiribûn. Versyona dawî ya vê nivîsarê cara pêşî bi elmanî di kovara Unsere Zeit (Parîs, VIII, jim. 2/3, nîsana 1934ê, 23-34) de hate weşandin.
|
|
|
|
|
|