www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
24.02.2006 - 01:06 [ 1386 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Ji berhemên zarokên kurd:
Kurdistana xweşik


Helbest Yûsiv*


Helbest Yûsiv


Kurdistanek heye,
dilê me ye,
dilê kurdan tevan e;
mixabin nikarin li ser biaxifin,
li ser azadiya wê.
Mixabin ev hisretek di dilê kurdan de ye,
ku pêkbîn in;
mixabin nikarin pêk bînin.
Em tev wê dixwazin.

Ax, Kurdistan derman e .
Kurd jî nexweşê wê ne.
Nexweşiya wê bê derman e.
Bêhna bajarên Kurdistanê bêhneke pirr xweş e.
Bêhna cîhanê ji keskesorên bajarên wê tên.
Bêhna gulên wê,
bêhna zarokên wê,
bêhnên pirr xweş in.

Kesê dijmin bi qîmeta wê,
bi qîmeta Kurdistanê,
nizanin,
nizanin!

Û her çar perçeyên Kudistanê yek in,
û wê her bimînin yek.


---------------
* Keçeke 12 salî ye, li Qamişloyê dijî.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000