www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
02.11.2005 - 02:15 [ 1375 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Heta heta - Für immer

Manfred Ach*


Ji peykerên hunermend Zubêr Yûsiv


Tê nikaribî heta heta ya min bî.

Belkû carekê û heta heta
an û ne carekê jî.

Wê çiaqsî xweş bûya,
hemî şeran bidim rawestandin,
da ku li cem te aşitiyê bibînim,

di hembêzkirina te de
zimên winda bikim,
ku li ber spehîbûna te
tenê dikare bêdeng bibe.

Wê çiaqsî xweş bûya,
ku heta heta bi jê re ve herim,
di şîngolên çavên te de,

destên te yên pîrozdar hest bikim,
ku bi wan tu min diçinî,
mîna mêweyeke stewyayî
di bexçeyên te yên nazik de
di navbera xew û xewnê de.

Bi qirika te ve
zencîra maçên min ên serxweş,
bi lingên te ve
goreterîşa dilbijîna min.

Dixwazim meyê vexwim
li başûrê dilê te,

agirê birçîbûna xwe
di nav lingên te de vemirînim,

di orta memikên te de
bi jiyanê heqê evînê bidim,

û di daristanên porê te de
çavên xwe bigirim heta hetayê.
Für immer
kann ich dich nicht haben,

höchstens einmal für immer
oder kein einziges Mal.

Wie schön es doch wäre,
alle Kriege zu beenden,
um bei dir Frieden zu finden,

in deiner Umarmung
die Sprache zu verlieren,
die vor deiner Schönheit
nur verstummen kann.

Wie schön es doch wäre,
für immer unterzugehen
in den blauen Teichen deiner Augen,

deine segnenden Hände zu spüren,
mit denen du mich pflückst
wie eine reife Frucht
in den zärtlichen Gärten
zwischen Schlaf und Traum.

An deinem Hals
die Kette meiner trunkenen Küsse,
an deinen Beinen
das Strumpfband meiner Lust.

Ich möchte Rotwein trinken
im Süden deines Herzens,

die ersehnte Nahrung finden
zwischen deinen Schenkeln,

zwischen deinen Brüsten
die Liebe mit dem Leben bezahlen

und in den Wäldern deiner Haare
meine Augen schließen für immer.



Werger ji elmanî/aus dem Deutschen: Sîrwan Hecî Berko sirwan@amude.com


---------
* Helbestvanek elman e. Di sala 1946ê de ji dayik bûye. Wî germanîstîk, felsefe û ol xwendiye. Yekemîn pirtûka xwe ya helbestê di sala 1967ê de derxistiye. Piştre pirtûkine wî yên dî derketin û herweha helbestên wî di gelek kovar, rojname, antolocî û bernameyên radyoyê de hatine weşandin. Ji sala 1974 ta 1989ê wî dev ji xebata wêjeyî berda û edî dîsa lê vegeriya. >> www.m-ach.de
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000