|
|
|
21.10.2005 - 00:28
|
[ 1357 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Du helbestên Ismaîl Kusa
Wergera ji erebî: Sîrwan Hecî Berko
 Ismaîl Kusa | Amûdê
Amûdê,
di her qermîçokeke
rûyê te de
zarokeke biçûk xwe vedişêre,
di dilê her kolanekê de
helbestvanekî dîn.
Çend caran
min şaşitî di rûyê xwe de kirine..
Min te di xew de dît
Ne wek ti kesî dî.
Her ku nêzîkî te dibim,
bêtir bêriya hembêza te dikim.
Li ser qiraxên kolanên te
min gav winda kirine,
û di çolên te de
min giriyek xurt winda kiriye.
Tu
ew xewna xweşik
a ku pêk nayê,
û di te de
jina ku dilê min
li pêşiya deriyê xwe şikand.
Çiqas pir in helbestvan
û mirovên te yên qenc.
Ji ber vê yekê
tu spehîtir bûyî
ji asoyan
û rawestandina li hember
mirovên hov.
(Ji pirtûka "Hedîqa Waîseea lilteeb" (Gulistanek Fireh bo Westandinê), r. 33-34, beşek ji helbesteke dirêj bi navê “Rewş”. Wergêr navê helbestê hilbijartiye)
* * *
Dê
Dizanim ku tu hîn
pencereyeke vekirî di dilê min de yî
tevî
derbasbûna bi dehên karnevalan
li ser mirina te..
û dizanim ku tu hîn
gulistaneke fireh î
bo westandina min
tevî
ku carekê jî min serdana gora te nekiriye..
...
Min ji hevalan re behsa te kir
mîna ku behsa şoreş û baranê bikim..
Çima te bê soz
çavên xwe girtin,
an bi kêmanî bi maç û kenekî
silavekê li me bikî..
em wê vedişêrin ji bo westandina bê..
me te westand û di cejna te de
ti diyarî neda te
û te em bi lîstek û çûk û evînê tije dikir…
Te rok li ser tabloyeke ji evînê
pêşkêşî me dikir,
te şîret li me dikirin
ku lêdan û sixêfan nekin…
...
Û dema li ser masê rûdinêm
da ku jiyana xwe vekim,
te hertim dibînim
bê çawa tu destên xwe dirêjî min dikî
û giyanê min bi giriyê xwe yê hêja
û eba xwe yê şîn diparêzî..
...
Dayê,
bêyî te ez
ne tiştek im…
ne hêja me…!
(Ji pirtûka "Hedîqa Waîseea lilteeb" (Gulistanek Fireh bo Westandinê), r. 43-44)
sirwan@amude.com
-----------
Ismaîl Kusa
Hedîqa Waîseea lilteeb (Gulistanek Fireh bo Westandinê)
Çapa yekê: 2002
Şam
83 rûpel
* Ismaîl Kusa: Helbestvanek e ji bajarê Amûdê li Kurdistana Suriyê.
|
|
|
|
|
|