|
|
|
04.09.2005 - 03:29
|
[ 1354 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Ji cîhana evînê çend kurtehelbest
Roman Bucerius, Ch. Morgenstern, Ulla Hahn û Hans-Christoph Neuert
 © Willi Schnekenburger, 2001 |
Ku li ser kenê wê canê te dipişkive
û dilê te diperite,
hingî ew ne li kêleka te ye..
Ku tu seetekê bêyî wê derbas dikî,
û ji çavên te hêsir bibarin,
ku ne zêr ne jî Xweda te bilivînin
û tu ji gurekî dibî mih,
ku her tiştê ji bo te hêja û pîroz
di siyê de zû bêwate dibin,
Hingî berdewam hez bike,
Çimkî te hema wek min hest dikir.
Roman Bucerius
------------
Dem şev e
Dem şev e,
û dilê min tê cem te,
nema debar dike,
nema li cem min debar dike,
mîna kevirekî
xwe li ser sînnga te datîne,
dikeve hundir,
hundir li cem ê te.
Tenha li wir,
tenha li wir rehet dibe,
xwe li ser bingeha
tu ya wî ya hemdemî
dirêj dike.
Christian Morgenstern, 1908
------------
Axavtina bi wêneyan
Ku darek bûma,
ezê di destê te yê vala de bilind bûbama,
û ku tu derya bûya,
minê ji te re ji qumê kelehên sipî çêkirbana.
Ku tu gulek bûya,
minê te ji qurm rakirbaya,
ku agir bûma,
minê xaniyê te kiriba ariyek nazik.
Ku hurî bûma,
minê te ber bi bingehê ve mijandiba,
û ku tu stêrek bûya,
minê te ji ezman xistiba
Ulla Hahn
------------
Çend kurtehelbestên Hans-Christoph Neuert
Bi xweşiyeke mezin
Serê xwe datînim nav
Memikên te yên germ û nerm.
Bêdeng bi xweşiya
Şêrînbîna jiyanê hest dikim.
Bi lêvine bi ken
Di xew re here!
------------
Û her car
ev birçîbûna
ji bo canê te,
bo nêzîkbûna te,
û ev tîbûna ku têr nabe
ji bo te
ji bo evînê
ji bo nermîtiyê
------------
Sordilên me yên
agirîn
ber bi hev ve
dişewitin
di çirûskên evînê de
dibin yek
dev ji hev bernadin
Werger ji elmanî: Sîrwan Hecî Berko sirwan@amude.com
------------------------
Çavkanî (hemû di 03.09.2005ê de hatin vekirin):
- www.onlinekunst.de/talentschuppen/traum_der_amaryllis.htm
- www.onlinekunst.de/liebesgedichte/liebe_morgenstern.html
- www.onlinekunst.de/gedichte/ulla_hahn.html
- www.deutsche-liebeslyrik.de/gaeste/neuert_eros.htm
|
|
|
|
|
|