www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
29.08.2005 - 18:46 [ 1360 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Me nekujin! Bi kuştinê em şiyar dibin!

Kerem Yûsiv - Qamişlo


Kerem Yûsiv
Hîn baweriya gelek hikumetan heye ku mafê miletên bindest dê bi kuştinê bête binaxkirin. Tevî ku ev bawerî ne ji nuha de ye û vedigere sed salên çûyî, lê hîn tê bikaranîn, bêyî ku binêrin ku li cîhanê çi dibe û çi nabe, bêyî ku baweriya nû têxin serê xwe, ku mafê miletan bi vî şêweyî tu caran nayî windakirin. Lê her û her doz bi kuştin û zindan kirinê xurttir dibe. Ev zanîna kêm ne ji ber nezanebûna wan e, lê ji bêçareyê ye.

Di dîrokê de, Kurd ji wan ên ku qanuna kuştin û zindanê li ser wan hatiye bikaranîn, xwedî bêtirîn şens in. Lê ka vê qanunê tu encam dan an na? Û gelo wan nas kir ku pakrewan petrola şoreşê ne?

Belê, tiştê ku hişt ez van gotinan ji dil derxim û li ser sînga rûpelê vala kim, ne tenha serhildana Kurdan li rojhilatê Kurdistanê ye, lê serhildanên Kurdan ên ku nema dirawestin bi bawerî û ferîqeta jiyanê, jiyana serdest û azadan.

Bêhode ne hemû gul e, qamçî û dûlab, em hemû pêşniyarên mirinê bo azadiyê dipejirînin, lê em mirinê bo mirinê napejirînin..

Xwedak heye û ew xweş dizane çima wî em wiha hiştine, ta ku hemû miletên cîhanê bizanibin ku miletek heye pir delal e ser dilê wî, û nabe ew wiha azad bibe; pêdivî ye ku ew bibe nimûneyek bilind û berztir ji dana xwînê re.

Pêdivî ye ji komarên ku qada Kurdistanê li hev paar kiriye, bizanibin ku êdî ev dan û standina bi Kurdan re nema tê pesindan; pêdivî ye ku bizanibin Krd hene û ew jî xwedî dîrokek serbilind in.

Belê, dengên Şiwan Qadirî ji Mehabadê, Gîvara, Ferhad û yên dî ji Qamişloyê, Leyla Qasim, Şêx Mehmûd el-Hefîd ji başûrê Kurdistanê tên, dengên Mezlum Dogan û Zîlan ji çiyayên bakurê Kurdistanê tên.. dengê bi hezran tê, û ew bi hevre ji nifşên nû re dibêjin:
Pira em tê de derbasûn, fireh e. Em tevde tê de derbas bûne. Riya we jî tê de heye.
Fermo, tev bo we bû.
Fermo.
Fermo.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000