www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
07.08.2005 - 13:24 [ 1354 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Çima em sersaxiya canê xwe nakin?

Kerem Yûsiv - Qamişlo


Kerem Yûsiv
Dema min ev navnîşan ji vê gotarê re pejirand, neçû ji bîra min ku em sersaxiya canê hemû heval û nasên xwe jî nakin, lê dîsa ez li ser vê navnîşanê dirawestim..

Em nikarin bêjin serdana me ji mirovên ku diçin ser dilovaniya xwe, ne kevneşopek e; ya rastî, ew bi xwe kevneşopek e.

Ji ber ku ezê biçim nik dostekî, eger ku kesek ji merivên wî mirin, û ewê jî bête nik min, eger kesek ji merivên min bimirin. Û dema em vî karî dikin, em nikarin bêjin ku em sersaxiya hemû kesên nas pêk tînin.

Carina em mirina wan kesan nabihîzin, carin dîtir em ne vala ne. Û wiha jî her dem behaneya me di bin çengê me de ye, ji ber ku nexweş e em bêjin em derewan dikin!

Lê ev canê ku gelekî ji zû ve miriye, çima em carekê sersaxiya wî nakin? Û tu kes nikare bêje “min bi nexweşî û mirina canê xwe ne bihîstiye”, çimkî tenê xwediyê can dizane bê rojê çend caran canê wî zordariyê dixwe, şûran dixwe, peyalên xemgîniyê vedixwe… û… û mirnê jî dibîne û dixwe.

Wiha ez li ber canê xwe gunehkar im û berî ku ez tu kesî gunehkar bikim, belê ez li ber canê xwe gunehkar im, ji ber bi sedê caran ez sersaxiya gelek kesan dikim û ez sersaxiya vî canî nakim û ez im ê ku her roj can dikujim û wî ji kêfê bêpar dikim û xemla wî bi hêsiran dihêlim…

Dîsa çima em dûrî canê xwe ne, û çima em sersaxiya canê xwe nakin û çima wê rojek tune be ku em tê de sersaxiya canê xwe nekin, bi wateya ku divêt rojeke fermî mîna cejna Valentine hebe ku em di wê rojê de evînê bînin bîra xwe û em diyariya bidin yarên xwe. An ku her tişt nebe ferz, em wî pêk naynin?!

Ka ew kesê ku karibe sersaxiya canê xwe bike, yan ku nehêle kesên zikreş jiyana wî tarî bikin, bi wateya ku em nikarin sersaxiya can bikin dema kesên bedkar di jiyana me de tevliheviyan dikin. Na, em dikarin dema ku em helbestekê binivîsînin an tabloyekê şêwekar bikin, an pirtûkekê bixwînin, an ji kaniya çavên dayikên xwe vexwin û di kaniyên evîna yarên xwe de xwe bişon, an...

Dêmekî derketina havîngehekê û çilegehekê bi dest me nakeve.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000