www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
12.07.2005 - 02:03 [ 1349 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Xewsê welêt

Tengezarê Marînî


Tengezar Marînî
"Dayika min î boz venegeriyabû malê“

Paul Celan

Şêxê min î xews venegeriya malê, kete nav cerg û dilê Kurdistan.


Henaseke sor li wê deverê.
Ba dadikeve ser laşê te,
trajîdiya bêdawiya lehengekî cîhanî ye.

Pencera heyhayê ye, mêbûna xwe diparêze.
Şaneşîna te mîna şîna min e.
Tiliyên te rêkên jinavbirinê bûn
Lêvên te bi meya Cizîrî li işqa demê bûn.

Tu,..
Aşiqekî, dîroka welat di xwe de vedişêrî
Li destpêkê min vegerîne
Va ye laşê min,
çîrokên te berbi destpêkê ve tîne.
Gundê te bendewarê te ye,
pişta rê diperxîne.
Gazindan dikin, te xatir nexwest.
Strana xewê dibêjim
Hev ragirtin hewes û henasên min
Ji dûriya te tirsiyan.
Li pirsên xwe dizîvirin mirîdên te
Rêça min dest pêkir
Ez li paş xwe dimînim.
Şev çavrê şevçiraxê ye.
Tu dengê ba yî
Şev hat û ez birim.

Şev
Mirin û ez
li spêdeyeke nûgihayî,
ji zû ve zîz in.

Kî got:
- serê xwe di ber vî welatî de neêşîne!?
Tariyek min radestî ya din dike.
Mîna te dengekî bêhêvî me,
di nêv payîzan de, diçim û têm.
Bi hilma xwe şevê ji pirsên mirinê kêmdikim.
Asoyên êşa te dipîvim,
xewna min derdorên xwe bi valahiyeke reş xemilandin.
Tariya bêrîkirinê, gora jiyana min.


Dibarin..
Di şînê de xak noq dibe û
şîn bilind dibe.
Bi hijmêre bi tiblên xwe..
Goristanan
Dojehanan
Stêrk û generalan
Şikestinên wan bihejmêre
Bihijmêre şêxê min
Girtîgehan
Şaneşînan
Dîroknivîsên sexte
Çavtirsanderan bihijmêre
Genosîd û kuştaran bihijmêre.
Mêvan î
Mazulvan î
Balinde yî
Sirûdên we,izên te dinoşim.
Ayatên mûyên te dixwînim.
Dema li ser şaxên dilê min niştecih dibî,
balindeyî nemêvan î.
Şax welat e
Welatekî rût te bişkivand
Xewnê te..
..?
Rehên dema min ya çûyî hingivtin peyvên te.
Li welat ê berf û sermayê
Welatê karîna peyvgotinê
pênc kêlîkên te,
lavija dilê me biland û tewand xewsê kesk.
Te agir û xewna min velorandin.

Şev bû,
min hêviyên xwe spartin ocaxa te.
Gavên te kompiyoterê êşê ne,
Zivistanên min li hev dipêçin.
We,izên te
windahiya nebûnê bûn.

Li Şama xwîn û birînê
Ya kerb û kînê
Ya şampiyona rev sernixwînê,
têkçûnên xwe berbi te dirêjkirin..
Na..na..
agirê jiyanê pêxist çûna te.


Pir ewr hene
Ewrekî reş melûl e
Dengê wî tê
Ji dûr
Ji nêzîk
Ji bînahiya xakê
Ji bin çengê şevê

Derveyî te
Tirs ji şaşiyên xwedê azad dibû
Li hiyola xwe vedigeriyayî
Min tirsa xwe diteptipand.
Di kûrahiya çavên te de, bermayên roniyê hebûn.
Te destê xwe di ser serê wan re dibir.

Ev xak bi çiyayên te hatiye stirihandin,
di ber me re diçe
Melûl e melûllllllllllllllll
- Sultanê marîfet û bêdengiya te...
Tiliya li ser birîna min e, dengê te.

Dêw bûn,
dêw ên ji le,inetê.
Bêken
Bêmey
ji tariya te vêketim ez.

Derya pêlan himbêz dike
Xwîn mehrecana xwe hêdî hêdî lidar dixe
Dereng e,
dûr e laşê min
şev e, tu kesk dihêyî.
xewsê welêt:
- bendewarê mirina metirsiyanê me
li ser mijankên aşiqan



---------------
* Ev helbest di çalakiya bibîranîna çilrojiya şehîdketina Şêx Dr. Mihemed Meeşuq Xeznewî de, ku di 10.07.2005 de li bajarê Minden ê elmanî pêk hat, hate xwendin.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000