www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
23.04.2005 - 16:31 [ 1367 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

-Dûr- nêz dibe!

Cemîl Oguz


Ji filmê "Dûr"
Belgefilmê Kazim Oz ê bi navê "Dûr" roja 29ê avrêlê dikeve vîzyonê. "Dûr" dûrbûna ciwanên ku ji welatê xwe dûrketine û kal û pîrên ku li welatê xwe mane, nêz dike, wan digihîne hev.

Derhêner Kazim Oz di "Dûr" de gundê xwe nîşanî temaşevan dide, lê bi vê riyê rewşa gundên kurdan, kurdên ku ji warên xwe dûr ketine û yên ku li wir mane, derdixe pêşberî temaşevanan.

Çîroka destpêkirina kişandina fîlm diçe salên 1995ê, lê Kazim Oz gava 1997an diçe gundê xwe Kermeş a Perteka Dêrsimê, êdî berê kameraya xwe dide kal û pîrên ku li gund mane. Di destpêkê de tenê ji bo belgekirinê dikişîne, lê her ku wan dikişîne, mijar berfirehtir dibe; bêriya zar û zêçên wan ku koçberê welatên Ewropayê bûne, trajediya kal û pîrên ku li wir mane û jiyana wan.

Kazim Oz bi van gotinan ji me re qala destpêkirina kişanda "Dûr" dike: "Dema ez çûbûm gund, çawa min gav avêt gund, hîsek ecêb xwe li min bar kir. Li gund ji bilî çend extiyarên ku "tenêtiya sedsalan" li rûyê wan xwe bar kiribû, kes nîn bû. Dengên derbarê jiyanê nedihatin bihîstin. Min xwe bi tenê hîs kir di wî cihê ku ez her dar, kevir, dere û dîwarên wir dizanim."

Trajediyek gund

Oz dimeşe di nav gundê xwe de, li ber deriyên malan extiyarên ku êdî gaveke wan li aliyê din e, dibîne ku zarokên wan êdî ne li cem wan bûn. Derhêner Oz didomîne: "Min çima ew dikişandin? Ji bo kî? Ev qeydkirin wê veguheriyana çi? Jiyan berdewam bû û min tenê qeyd dikir. Min kameraya xwe danî. Ez bawer im ez di nav hesabkirina giraniya belge û hunerê ya di nav jiyanê de bûm... Û demek paşê, min dîsa kameraya xwe xebitand... Min berê wê da hem yên ku mane û hem jî yên ku pekiyane çûne..."

Hemû dîmenên ku têne kişandin, li ser maseyê ji nû ve ji ber destan derbas dibin, dibin belgefilmek bi navê "Dûr" û "Dûr" dibe wekî girînek li ser gund, dibe trajediyek yek ji gundên kurdan.

"Zimanê xwe ji bîr nekin"

"Dûr" di heman demê de nerazîbûn e, hevqebûlkirinek mecbûrî ye. Pîrek dibêje: "Çiqas bêxêr bin jî, zarok rind in. Zarok li dûr mezin bûne, zimanê xwe nizanin. Zarokên Metîn zimanê xwe nizanin. Kazim, Kazim zimanê xwe ji bîr mekin."

Dayikek din ji gundê xwe dûr maye, bêrî dikişîne, nexweş ketiye ji ber vê bêrîkirinê û dibêje: "Ez di nav çar hesinan de me. Ez nikarim xwe tev bidim. Di nav çar hesinan de me. Ez xew dibînim, li gund im. Ez li ber deriyê mala xwe me. Li Kurmeşê digerim. Hişyar dibim, di nav çar demiran de me. Extiyarî hatiye xwe li me qelibandiye. Dinya derewîn e, lê lê..."

"Cîranê min ê berê filmê min dikişîne"

Hem di kişandinên gund de, hem yên li Elmanyayê, derhêner Oz rastî pîrekî tê. Ew pîr dema li dîmenên ku Oz li gund kişandine dinêre, dibêje: "Aaa, ev Mistefa ye, wê çaxê dijî. Cîranê me bû. Cîranê kevn, dema nexweş bû. Heyf li we, hûn çûn ketin bin axa sar... Ax Gulşerî, xwezî em dîsa di nav wan deman de bana! Dema me bi hev re xwarin çêkir! Paşê jî em pevçûbûn, ne wisa?"

Wekî belgeyek gundê têkçûyî

"Dûr" ne tenê wekî belgefilmek ji rêzê yê xweza û dîrokê ye, ew di heman demê de wekî trajediyek e, belgeyê gundê ku li ber têkçûyînê ye jî. Bi mînaka gundekî, wekî belgeyek hemû gundên ku têk çûne û belgeyê hemû nirxên berê ye.

Kazim Oz, ku bi 70 deqîqeyî ji gundek portreyên taybet, kîteyên jiyanekî pêşkêşî me dike, di Mehrecana Filman a Tirkiyê-Elmanyayê de bi vê belgefilmê xwe "Xelata Belgefilmê Herî Serketî" wergirt.

Kunyeya Film

Derhêner, kamera, honandin: Kazim Oz
Sazkar: Kolektîfa Sînemaya Mezopotamyayê- Yapim 13 Film Produksiyon
Salên Sazkirinê: 1995-2005
Dem: 70 dk.
Format: DV

Kazim Oz kî ye?

Derhêner Kazim Oz di sala 1973an de li Perteka Dêrsimê hatiye dinê. Ew ji sala 1992an ve di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê de kar û barê hunerê dike.
Oz di sala 1998an de Fakulteya Endezyariya Avahiyan a Zanîngeha Yildiz Teknîkê kuta dike, 2003an de jî beşê TV Sînemayê ya Fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Marmarayê kuta dike. Oz hê jî li heman zanîngeha bernameya xwe ya doktorayê berdewam dike.

Derhêner Oz, ji sala 1996an ve di nav Kolektîfa Sînemayê ya Mezopotamyayê de karê sînemageriyê didomîne. Heta niha wî "Ax" (1996) û "Fotograf" (2001) kişandine û di filmê "Rêwîtiya Ber bi Rojê ve" (Guneşe Yolculuk) ê Yeşîm Ustaoglu de jî karê cîgiriya derhêner girtiye ser milên xwe.
Kazim Oz heta niha bi filmên xwe gelek xelat girtine.

cemilocemilo@yahoo.com


--------------
Ji malpera Diyarname hatiye wergirtin
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000