www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
11.04.2005 - 13:52 [ 1356 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Şahînê Bekirê Soreklî: Pisîk jî xewnan dibînin

Cankurd

Bi bergekî reng qurşînî, ku tenê wêneyê pisîkek (reş û sipî) li ser e, pirtûkek ji 128 rûpelan û 20 çêrokan ji aliyê niviskarê hêja Şahînê Bekirê Soreklî ve ketiye nav destêd xwendevanê kurd.

Hêja Soreklî, ku niha ji porsipiyên niviskaran e, bi zimanê xwe yê şirîn, bi serpêk û tecrubeya xwe ya dirêj di jînê da, û bi têrbûna mejiyê xwe ji çande û kelepûra ingilîzî, erebî û almanî, ligel ku ew Kurdekî xudan dilekî nazik e û evîndarê welêt e, ji me ra hinde berhemên hêja berê lêkirine û pêda kirine, û wek stûnek wêjevaniya kurmancî di nav Kurmancan da xwe ji zû ve daye pejirandinê.

Şahînê B. Soreklî di van kurteçêrokan da jî hikariya du cîhanan, ku li ser wî heye, tîne ber çavan, yek: Hikariya mezin a çand û kelepûra ingilîzî û jîna ji zû ve, ku ew li dûriyê, li Australiya, dijî. Du: Kul û êş û malwêraniya Kurdan, ku wek geyayekî hov, xwe her û her davêje nav hemî berhemêd wî û wan bi zûkî dipêçe, nahêle ew vehese û binzor dibe, ku xwe bi wan kul û sohtînan ve gêro bike.

Wek di "Windabûn" (1987), "Namûsa Êmo" (1994) û "Azadbûna Mehmet Karataş" (1985) da jî, ew ji civata kurdî, ji bêzarî, hejarî, nezanî û sohtîna kezeba Kurdan venabe. Lewre jî ew di vê pirtûkê da, berî hemî çêrokên din, bizava xwe dike, ku xwe ji Kurdan rizgar bike, bi ser çêroka John Hayde da diçe, lê dîsa jî di wê da ew û Johnê xwe li dûriyê û li mirina di dûriyê da digihînin hev, ji hev nabin, nikanin xwe ji dava dûrketinê û çanda wê rizgar bikin, têda tên pişaftin û dibin xulî... Lê di pişaftinê da bîrana wan bi xortî wan vedigerîne çanda wan a ku ewan jê hatîne... Ev biberhevketina çandî hertim li ba Şahînê B. Soreklî çêdibe, wek gladiyatorê paş her serkeftinekê dîsa dadikeve trata hevkuştinê û qehremanekî an bokeyekî dî yê amade ye bo kuştinê li pêş xwe dibîne. Ew gilî û gazincên xwe dibe civata pêxemberan, lê çi fayde?! Ew belengazek e di nav pêlên zireyek mezin û fireh da, di tariyê da avjenîyê dike, nizane qeraxên wê zireyê li ku ne, û çendîn dûr in. Ew li ber lêdaçûnê destê xwe dipelîne û davêje her tûmekî, bo rizgariya xwe ji dûriyê, ji tenahiyê û ji mirinê, lê ma dikare?! Ez dibêm: Ew bi xwe jî nizane rê li kî derê ye û çare çi ye!


Şahînê Soreklî
Şahînê B. Soreklî her û her vedigere şikefta, ku jê hatiye, zarotiya li paş gelek zire û welatan her û her ji wî re hembêza xwe vekiriye, û li ser sewkiya welatê xwe bi qeser welatê xwe yê piçûk lingêd xwe dirêj dike, bihnekê, soliqekê berken dibe, bi bîrana xwe dilşa dibe, lê deng û qîreqîra jînê di dûriyê da wî radike, ser ji nû ve heşar dike...

Ew di van kurteçêrokan da, wek me berê di nirxandina "Windabûn" da gotibû, bizava xwe dike, ku rojekê an katekê ji gera xwe ya gerdûnî raweste û seriyê xwe deyne ser balîfa welatê xwe û vehese, lê belê ew nema dikare di rastîniyê da vegere wa zarotiya berî niha bi pêncî salî, wa mala, ku hatiye herifandin û malek dî jê pêda bûye, û nikare vegere wî niştî, ku bi sedan car tar û mar bûye, ew niştê, ku êdî nema tê bîra wî, ka Şahînê B. Soreklî li kî derê maye, çima ne li mal e...

Dûrî û bîran herdu bi hev re dêm û hinavêd Şahînê B. Soreklî bi kizotên sor her û her disotînin...
Berhema wî ya nûjen jî "Pisîk jî xewnan dibînin" kezebsohtînek dî ye di vê rêya dirêj da, di va xewna wî ya herdemî da...

cankurd@hotmail.com
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000