|
|
|
16.03.2005 - 22:50
|
[ 1351 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Qêrîna Adarê & Hebûn: Du helbest
Lava*
 Lava | Qêrîna adarê
Adar bi qêrîn e
Bi axîn e
Xwedaa!!!
"Hinek din ronahî…"
Biweşîne
Bila agirê azadiyê geş bibe
li warê min
welatê berbendkirî
Qêrîna adarê..
Şîna pelên payîzê
Bûharan şiyar dike
Demsalên cemedê
Goşeyên bêdengiyê
Dilerzînê
Newrozan dixemilînê
Hinek din ronahî…
Bila
Sirûdên zindîbûnê
Ser enya şehîdekî
Bajran zindî bike
Adarên şewatê
Di kela hêrsê de
deng vede
Hinek din ronahî
Bila mirin jiyanê biafirîne
U bila rojeke nû
Ji rengê
dêmên keskesorê be
Rojeke dî…
Rojeke nû…
Bi ronahî
* * *
Hebûn
Navê min
Ser pişta perwanekê..
Ji şewata adarekê..
Ji êşa demê
Afirî
Nav sînorên avzêmkî
Koçberiya xwe koçber dikim
Birîna te hildigirim
Bajarê min
Bi ser keserên xwe de
Têkel dikim
Nasnameya min
Hêviyên bav u bapîran
Xewna Mîrê Botan
Roj û asîman
Ba û baran
govanên hebûna min in
lavasd2@hotmail.com
------------------
* Lava jineke kurd e, ji Qamişloyê ye û li Holandayê dijî.
|
|
|
|
|
|