|
|
|
28.08.2004 - 03:26
|
[ 1358 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Guftûgoyek li ser rewşa helbesta kurdî ya bakurê Kurdistanê (I)
Hevpeyvîn bi Berken Bereh, Roşan Lezgîn û Cîhan Roj re
Di van salên dawî de, gavine berbiçav di qada wêjeya kurdî de hatine avêtin, nemaze di helbesta kurdî ya bakurê Kurdistanê de. Her yekê/î bi berhemên xwe cihok û deriyine nû di asoya helbesta Bakur de vekirin. Reng, dirûv û şêwazeke cuda (ji klasîzmê) xwe da der. Lê heta niha, bi dor firehî li ser helbesta Bakur û pirsgirêkên wê em rastî kêm nivîs û hevpeyvînan hatine. Me jî bi vê armancê xwest, ku bi çend helbestvanan re li ser helbestê û qonaxa ku niha em tê de ne, biaxivin. MLAPERA AMÛDÊ hevpeyvîn li gel helbestvanan Berken Bereh, Roşan Lezgîn û Cîhan Roj pêk anî. Em dê di çend xelekan de li ser pirsgirêkên helbesta bakurê welêt rawestin.
Li gor we, di hebesta kurdî ya nûjen (modêrn) de giringî û aloziyên zimên çi ne?
 >> Berken Bereh | BERKEN BEREH: Em dizanin ku ziman ji mirovî re, ku xwe, hest, raman û daxwazên xwe der bike û wan ragihîne kesekî din, alava bingehîn e. Ev alav bi têkiliya insan-insan û insan û xwezayê di pêvajoyekê de, ku sedan salan domandiye, pêk hatiye. Di dawiyê de, bo her bireser, têgîn, hestiyariya insan peyveke afiriye. Di jiyana rojane de, em bi van peyvên ku rasterast xwedî wateyekê ne, têkiliyê bi mirovî û xwezayê re datînin. Lê ev ziman ne zimanê hunerê û hunermend e. Hunermend ew kes e, yê ku bi simbol û zimanekî cuda, ku dê wateyine din li peyvan bar dike û bi saya wan têkiliyeke ji coş, peroj, hest û ramanê pêk tê, saz dike.
Ji hemû hêmanên bingehîn ên hunerê, ya herî giring ziman e. Lewre helbest bingeha xwe li ser zimanî datîne. Zimanê hunerê ne zimanê civakê ye, zimanek e ku gihiştiye asta herî bilind e. Zimanek kemilî, xweragir û estetîze bûye. Helbestvan dema dest bi avakirina helbesta xwe dike, pêşî peyvê bi kar tîne, lê dizane ku bi peyvên li ber dest nikare helbestekê ava bike. Lewre ew peyv xwedî wateyekê ne û derfet, hêz û şiyana helbestekê nadin helbestvan. Helbestvan li gorî zanebûn û zîrekiya xwe radibe wateyine nû dide peyvê û wek kirasekî lê dike û wê peyvê ji nû ve daifirîne. Dawiyê, zimanê ku helbestvan ji nû ve afirandiye, bi saya xwendevan û rexnegiran dadikeve nava gel û şiyan û çêjeke din dide zimanî. Heta em dikarin bibêjin têkiliyeke durist di navbera devok û zaraveyan de çêdike, ku zimanê neteweyî zûtir bikemile û xurtir bibe. Bi vê prosesê jî, di serî de helbestvan wek dijberî ziman bê nasîn jî, di dawiyê de tê dîtin ku berevajî dost û hevalê herî dilsoz dîsa bo ziman helbestvan e.
Vêca ger em bi gor van pîvanan berhem û afirandina helbestvanên me binêrin, gelek ji wan hê di destpêka sazkirina zimanekî hunerane de ne. Ji ber sedemên diyar, zimanê kurdî bi asayî di warê wêjeyê de nehatiye bikaranîn. Gelek peyvên ku di helbesta de têne bikaranîn, rasterast ew peyv in, ên ku di jiyana rojane de têne bikaranîn. Dîsa hevoksazî û rêziman dişibin zimanê rojane. Gelek kes bi devoka hêrêma xwe dest bi helbestê dikin û di bikaranîna zimanekî herêmî de israr dikin. Bi ya min, divê em xwe bispêrin hemû devokan û herêman, da ku zimanê me yê neteweyî di zûtirîn katê de bikemile û bo me helbestvanan jî derfetine nû çêbibin.
Bi kurtasî dikarim bibêjim, ku zimanê helbesta me hê di despêkê de ye. Lewre derfetine ku zimanê me bikaribe li ser zaroktî û xortaniya xwe bijî û mezin bibe, nedîtiye. Hertim di dorhêleke dijwar de şerê azadiya xwe pêk aniye.
 >> Roşan Lezgîn | ROŞAN LEZGÎN: Helbest çalakiyeke estetîkî ya xwe îfadekirina kesane ye û helbet tiştê ku tê zanîn, tiştên ku em dibînin, bi veguherandineke îdeal a di muxeyeleya şexsî de, di qada tînî (ne cîsmanî) de bi navgîniya zimên kirîstalîzekirina îfadeyeke heqîqî ye. Û dîsa helbest bi vegotina xwe ya taybet îmkan û heml û kapasîteya ziman dewlemndtir dike, rihê ziman ciwan dike û ziman estetîze dike.
Niha, beriya ku em behsa giringî û aloziyên zimên ên di helbesta kurdî ya modêrn de vebêjin, divê ku em hinekî qala helbestvanan yanî edîban bikin, bê çawa ziman bi kar tînin. Ji bo vê yekê jî emê têgehên "edîb" (helbestvan, çîroknus, romannus…) û "nivîskar" hinekî ji hev vekin. Em bibêjin heçî kesên ku dinivîsin, mijar çi dibe ew dizane, hemû nivîskar in. Têkiliya nivîskaran û zimên ew e, ku ziman ji bo wan alavek e, wasîteyek e ku pê ramanên xwe îzah dikin. Em wisa mînakek bidin, ku yek bixwaze kitêbeke Tarîfa Çêkirina Xwarinan binivîse, jê re derdê sereke ew e, ku wê çawa bi me bide têgihaştin bê tirşik çawa çêdibe, çi jê re divê. Ziman, bi tenê jê re navgîneke ragihandinê ye, wasîte yan jî alavek e. Hewqas. Ev yek ji bo tarîxnûs û lêkolîner û zanyar û gelek kesên ku di warên derveyî edebiyatê de dixebitin, derbas dibe.
Ji bo edîban, bi taybetî jî helbestvanan, ziman bi xwe amac e; çalakiya wan a bingehîn li ser ziman e. Mijar çi dibem ew zane. Di rastiya xwe de, edîb li ser zimên xebatê dikin, ziman estetîze dikin. Heml û kapasîte û potansiyela ziman ferehtir dikin; imkanên vegotinê zêdetir dikin; rih û rîtm û melodiya zimên xweşiktir dikin, bi taybetî jî di helbestê de. Naxwe, aniha dema em du metnên ku heman bûyerê qiset dikin, bidin ber hev, em ê çawa têbigihên ku ev metneka edebî û ya din jî derveyî edebiyatê ye? Pîvan çi ye? Pîvan ew e, ku kîjan metn bi çi zimanî û çawa hatiye vegotin. Yanî, ji çi hatiye vegotin bêhtir çawa hatiye vegotin pîvan e. Ji wê çendê em dikarin bibêjin, ewê ku vegotina xwe biedeb kiriye, ziman perwerde kiriye, yanî xweşiktir, delal û nazenîntir kiriye, ew edebiyat bi xwe ye.
Di edebiyata kevin de, bêhtir ahenga deng û weznê hebû, bi îfadeyeke sade wate nazenîntir dihat vegotin. Lêbelê niha, di helbesta modêrn de, digel vana hem serbestiyek heye û hem jî ew tiştê ku em jê re dibêjin "hêma"” heye, ku heta tu bibêjî derî û pencereyên xeyalkirinan li ber me vedike. Helbest ne bi bêjeyên ku her kes pê diaxive û bi manayeke sade, rasterast xwe pê îfade dike. Tenê helbestvan ew zimanê ku di tasawura xwe ya şexsî de bi zimanekî ferdî û aîdê xwe bi hêmayên rastî û bi estetîkeke edebî-hunerî durist dike.
Îcar em vegerin ser bikaranîna zimanê Helbesta Kurdî ya Modêrn.
Gelek kes hene ku li ser navê helbestê tiştinan dinivîsin û li kovar û rojnameyan belav dikin; heta ku kitêban jî belav dikin. Lêbelê di nav vana de, çend kes hene ku hay ji vê yekê ne? Hevokeke dirêj ku hatiye qetqetîkirin û li bin hev hatine rêzkirin, helbest e?
Bêguman, helbest bi tenê ne ew e, ku mirov rabe bi şeklê peyvê bilîze û rihê wê nebîne, yan jî wê jana însanî bide aliyekî. Ji ber ku pirs ji aliyê giringî û aloziya zimên de bû, lewma ez vê dibêjim. Di warê bikaranîna zimên a di gelek çîrokan de jîm ev wisa ye, ji ber ku çîrok jî xwişka helbestê ye. Roman? Di romanê de bêhtir mijar derdikeve pêş, lewma jî di warê bikaranîna zimên a di romanê de em piçekî bi tolerans bin baştir e.
 >> Cîhan Roj | CÎHAN ROJ: Zimanê kurdî mîna dergûşekê ye, ku di hembêza dayikeke biyanî de mezin bibe. Zana Farqînî bi bîra nivîskarên bakurî dixe, ku zimanê kurdî zimaneke aktîv e. Lê ji ber ku kes hişmendiya ziman li xwe ferz nakin, ziman pasîfîze dibe. Mînakek ku Farqînî daye ev e: "Kincên xwe derxist.", "Kincên xwe ji xwe kir."(Rojev)
Derbirîna yekemîn ji mentalîteya tirkî pêk hatiye û derbirîna duyemîn bi hişmendiya kurdî hatiye hûnandin. Nifte ev e. Ger ku hûn hişmendiya kurdî wekî bingeh bigirin, hûnê bi zimanê rojane re zimanê wêjeyê jî pêşde bibin, peyvên mirî rakin ser piyan û şêweyekî nû zeft bikin. Ev ji bo hewlên populîst rîskekê dihewîne, ew jî ev e, ku dema hûn hişmendiya kurdî mîna bingehê werbigirin, dê ji xwendevanan ji sedî nod tênegihije; wê berhema we bi weşangeran giran be..! Ev nayê vê wateyê, ku însan nivîsarê hew li ser parsuyek bi gewde bike, hêmanên dî yên helbestê ji bîr bike.
Gelo bira bira xemeke me ya derbarey ziman heye yan na? Wek civak, wek siyaset û wek nivîskar an helbestvan..! Mînak, hûn nikarin çend berheman wekî mînak werbigirin, ku têde derfetên bikaranîna ziman hatibin ceribandin. Di kîjan helbestê de formên nû bandora xwe didin der? Kêm, gelek kêm in hewlên wanî; ji bo vê ked û xwêdan divê…
Ka bi qasî bêhna cixareyek raweste; helbestvanê/a kurd li gund mezin bûye yan li bajêr? Binere jî, mixabin giring e, carna yê li bajêr mezin bûye, zimanê yê li gund mezinbûyî fêm nake û çêj jê wernagire. Ez ne basa peyvan dikim, lê behsa çêja wêjeyî dikim. Ji derî van xalan bijartina peyvan jî girîng e. Hûn bi bijartina peyvên ku herkes pê dizane û bi ser çêja wê ketiye, dikarin bêtir bi hêsanî xwe berdin rihê însanan, lê ew peyvên mirî, ew peyvên ku careke dî bi ser piyan bikevin, dikarin bi dehan çiyayan biavêjin dû xwe. Di bijartina peyvan de, insan dikare hembêz li ya neteweyî vebike. Bi tena serê xwe, peroşa robarekê giring e. Lê ku çivîkek ku ji jahra pablûkeyek jahrdadayî dibe û laşê wê wextê di wê robarê de bi ser avê dikeve, ev peroş rewşeke wanî derdixe.
Rastî ye, ku karê helbestvan zehmet e; hûn bi dû ketine, ku ji nû ve çêjeke wêjeyî biafirînin, hûn ji hêlekê ve ger e, li dû azadiya ziman bin, hûn gere zimanekî nû biafirînin…
Didomîne..
|
|
|
|
|
|