|
|
|
28.02.2005 - 17:20
|
[ 1363 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Ji te hez nakim
Pablo Neruda
 Pablo Neruda (12.7.1904 - 29.9.1973) yek ji giringtirîn helbestvanên sedsala 20ê ne. Ew ji Çîlê ye. Ew herweha demek dirêj di siyasetê de jî xebitiye. Neruda di sala 1971ê de Xelata Nobel stend. Wî helbestên siyasî û evînî dinivîsandin. Wî xwe mijûlî nasname û dîroka welatê xwe dikir. |
Ji te hez nakim, mîna ku ez ji gulekê ji xwê hez bikim,
yaqûteke zer, tîrek ji qurnefilekê ku agir dadide:
ji te hez dikim, wek ku mirov ji tiştên tarî hez dike,
Bidizî, di nav can û siyê de.
Ji te hez dikim mîna şînkayiya ku şîn nabe û ya ku
di hundirê xwe de roniyê ji ber gulên dî vedişêre,
û bi xêra evîna te atomek ku ji erdê hilperî,
tarî di hundirê laşê min de dijî.
Ji te hez dikim û nezanim çilo, ne kengî û ne li kû,
ji te hez dikim hema bê pirs û bê serxweçûn:
wilo ji te hez dikim, çimkî wekî dî nikarim hez bikim,
bêtir bi vî şêweyî, ku ne ez heme û ne tu heyî,
ewqasî nêzîk, ku destê te li ser sînga min tenê ya min e,
ewqasî nêzîk, ku ez di xewa xwe de çavên te digirim.
Ji elmanî: Sîrwan Hecî Berko sirwan@amude.com
---------------
Ev helbest ji pirtûka Pablo Neruda "Hungring bin ich, will deinen Mund" (Birçî me, devê te dixwazim), Leuchterhand, 2001, hatiye wergirtin.
|
|
|
|
|
|