www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
13.02.2005 - 15:40 [ 1353 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Heta

Ferhadê Içmo - Qamişlo


Ferhadê Içmo
Heta tiliyên destên me
li hev bin,
têlên tembûra me
naqetin...

Heta têlên tembûra me neqetin,
wê dîlanên me li dar bin..

Heta dîlanên me li dar bin,
stranên me winda nabin...

Heta stranên me winfa nebin,
wê zimanê me zindî be..

Heta zimanê me zindî be,
emê hebin..

Heta em hebin,
divê tiliyên destên me
li hev bin.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000