|
|
27.04.2009 - 22:08
Serokê Nemsa Heinz Fîscher: Ez dostê Kurdan im
Sîrwan H. Berko - Rûdaw - Qesra serokkomarê Nemsayê - Viyena
 Serokê Nemsa Heinz Fîscher di koçka xwe ya fermî de pêşwazî li rojnamevan Sîrwan H. Berko kir û bersiva pirsên wî da. |
Îroj serokê Suriyê Beşar el-Esed ji bo serdaneke fermî giha Viyena paytexta Nemsayê. Bi vê helkeftê serokê Nemsayê Dr. Heinz Fîscher di hevpeyvîneke taybetî ji bo rojnameya kurdî Rûdaw de diyar kir ku ew xwe wekî dostekî Kurdan dibîne û got ku mijara rewşa Kurdan li Suriyê "dê ji danûstandinên me neyê dûrxistin". Fîscher herweha got peywendiyên wî bi serok el-Esed re "ewqasî baş in ku em ne mecbur in mijara mafên mirovan ji danûstandinên xwe bavêjin". Ev cara pêşî ye ku serokê Nemsayê hevpeyvînekê dide alaveke ragihandinê ya kurdî. Tevaya hevpeyvînê îroj bi zaravê soranî di Rûdawê de hate weşandin. Malpera Amûdê hevpeyvînê bi zaravê kurmancî diweşîne.
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
23.02.2009 - 22:05
Pisporê Rojhilata Navîn yê elmanî Dr. Guido Steinberg: Ez li ser dahatûya Kurdistana Iraqê gelekî bitirs im!
Sîrwan H. Berko – Berlîn
 Dr. Guido Steinberg | Birêz Steinberg, wezîrê derve yê Elmanyayê Frank-Walter Steinmeier hefteya buhurî serdana Iraqê kir. Çima ewqas dirêj kir ta ku serdana wir bike?
Dr. Guido Steinberg: Li Elmanyayê li ser vê pirsê gelek nîqaş pêk hatin. Wilo diyar e ku wezîrê derve ne amade bû vê gavê ber bi desthilatdariya emerîkî ve bavêje, ta ku George W. Bush xatir ji serokatiyê bixwaze. Peywendiyên elmanî-iraqî li jêr kêşeyên di navbera hikumeta elmanî ya berê û Bush de dinaliya.
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
01.02.2009 - 23:22
Serokê Partiya Keskan a Elmanî Cem Özdemîr: Divê Tirkî Kurdan û çanda wan bipejirîne
Sîrwan H. Berko - Dortmund
 Cem Özdemîr | Ez Cem Özdemîr ji mêj ve nas dikim û xebata wî ya siyasî dişopînim. Lê ta niha derfet nebû ku wî bibînim û pê re biaxvim. Li Elmanyayê kêm siyasetvanên naskirî wek wî hene ku êşa kurdî fêm kiriye û piştgiriya daxwazên Kurdan dikin. Mirov dikare wî wekî dostê gelê kurd bi nav bike. Dawiya hefteya buhurî li bajarê Dortmundê kongirê Partiya Keskan a Elmanî (Bündnis 90/Die Grünen) ji bo hilbijartinên parlamenta Ewropayê pêk hat.
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
28.11.2008 - 23:37
Nêçîrvan Barzanî: Divê Fileh xwe bi xwe hikum bikin
Hevpeyvîn: Sîrwan H. Berko
 Nêçîrvan Barzanî | Di hejmara xwe ya îroj de, rojnameya elmanî Frankfurter Rundschau, ku yek ji mezintirîn û giringtirîn rojnameyên Elmanyayê ye, li ser rewşa Filehan li herêma Kurdistanê hevpeyvîneke bi serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re weşand. Do, wezîrên hundir ên Yekîtiya Ewropayê biryar da ku dora deh hezar welatiyên iraqî yên li Suriyê û Urdunê bînin Ewropayê û mafên rûniştinê bidin wan. Elmanyayê dê mafê rûniştinê bide 2500 penaberên iraqî. Piraniya van penaberan Fileh in.
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
16.09.2008 - 11:56
Fehmî Balayî: Kurd xwe di hilbijartina rengan de nawestînin (deng)
amude.com
 Fehmî Balayî | DORTMUND (amude.com) - Li jêr navê "Cîhana Rengan" pirtûkeke nû ya hunermendê kurd Fehmî Balayî derket. Ev pirtûk lêkolîneke hunerî li ser rengan e. Balayî bi berfirehî behsa rengan û bikaranîna wan û herweha giringiya wan li cem ol û neteweyan dike. Pirtûka ku bi kurmancî, lê bi tîpên erebî, hatiye nivîsandin ji weşanxaneya Spîrêz li Dihokê derketiye. Di hevpeyvîneke bi deng de bi Malpera Amûdê re Fehmî Balayî li ser pirtûka xwe û herweha û bikaranîna rengan diaxive:
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
10.08.2008 - 21:44
Umer Şêxmus li ser peywendiya Kurdan bi USA re: Xewna me bi cî hat!
Sîrwan H. Berko - Stockholm
 Umer Şêxmus: "Siyaseta USA ya yekalî bi ser neket." | - Serketineke gelekî mezin e ku gelê kurd karî berjewendiyên xwe bi berjewendiyên Emerîkayê ve girêbide û wekî dostekî nêzîk lê binere. Emerîka ji sala 1991ê ve gelê me li Kurdistana başûr paraztiye û alîkariya xelkê Iraqê kir ku Sedam Hisên bê avêtin û herweha alîkariya Kurdan kiriye ku di warên aborî, ewlekarî û yên din de bi pêş keve. Xewnek me hebû ku dewleteke mezin di cîhanê de têkilî tevgera gelê kurd bibe û piştgirtiya wê bike. Ev xewn bi cî hat.
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
25.07.2008 - 01:38
Îssa: «Gelo hûnê min hembêz bikin?»
Sîrwan H. Berko - Parîs
 Îssa Hesen | Malbata wî ji Mêrdînê li Kurdistana Tirkiyê ye. Ew li Beyrutê ji dayik bûye û di 14-saliya xwe de xwe li cîhaneke din dibîne: li Parîsê. Li wê derê rêwîtiya muzîkê ya Îssa Hesen dest pê dike. Muzîka cîhanî ya li Fransayê bandoreke mezin li ser hunermendê 37-salî çêkir. Ev yek bû sedem ku ew bixwaze muzîkeke cuda biafirîne, muzîkeke ku di guhê kurdî de di destpêkê de biyanî dixuye.
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
22.05.2008 - 04:45
Berpirsê Zagros Tv Dr. Niyaz Laçanî: «Em dixwazin bibin kanalek ji bo tevaya malbatê»
Hevpeyvîn: Sîrwan H. Berko - Hewlêr
 Dr. Niyaz Laçanî di nivîsgeha xwe ya li navenda Zagros Tv de: "Ya giring ew e ku mirov dest pê bike." |
Kesên ku serdana navenda Zagros Tv li Hewlêrê dike, bawer nake ku li wê derê programên ji bo televizyonê têne amadekirin. Ku mirov rewşa Zagros Tv û karmendên wê bi çavên xwe dibîne, dilê mirov bi wan dişewite. Bingeha televizyonê wêneyek berevajî ye ji asta weşana vê kanala televizyonê ya kurdî ye, ku piştî Kurdistan Tv û KurdSat sêyekemîn kanala ezmanî ya kurdî ye ku yekser ji Herêma Kurdistanê weşana xwe dike.
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
17.05.2008 - 15:01
16 sal Parlamenta Herêma Kurdistanê «Rewşenbîriya demoqratiyê kêm e»
Hevpeyvîn: Sîrwan H. Berko - Hewlêr
 Serokê Parlamenta Herêma Kurdistanê Ednan Muftî: "Em bi dirûşman dibêjin ku em demoqrat in." | Berî 16 salan, ango di 19.05.1992ê de, li Kurdistana Iraqê du milyon welatiyên kurd beşdarî hilbijartina nûnerên xwe ji bo parlamenteke kurdî ya nû bûn. Kêşeyên di navbera herdu partiyên mezin de, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştiman a Kurdistanê (YNK), ku Şerê Birakujî encama herî mezin û xerab a van kêşeyan bû, bûn sedem ku parlament ji hev bikeve û parlamenter nikaribin bi erkên xwe yên neteweyî rabin. Piştî rûxandina rêjîma Sedam Hisên û di 15.12.2007ê de duyemîn hilbijartinên Parlamenta Herêma Kurdistanê li dar ketin. Ji hingî ve Ednan Muftî (YNK) serokê parlamentê ye. Di hevpeyvîneke taybetî de bi MALPERA AMÛDÊ re Ednan Muftî li ser ezmûna Parlamenta Herêma Kurdistanê, xebat û kêşeyên wê diaxive.
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
11.05.2008 - 01:17
Nivîskarê elman-kurd Şêrko Fetah: Derewan dikim eger bêjim Kurdistan welatê min e
Pêkanîna hevpeyvînê: Sîrwan H. Berko
 Şêrko Fetah: "Zimanê min nasnameya min e." | Bavê wî kurd e, dê elman e û pênûsa wî bi elmanî dinivîsîne: Di demeke kurt de nivîskarê elman-kurd Şêrko Rauf Fetah karî ji xwe re di nav wêjeya elmanî de ciyekî peyda bike. Tevî ku wî ta niha çar pirtûk nivîsandine, ku sê ji wan roman in, Şêrko Fetah komek xelatên wêjeyê yên giring stendine. Romana wî ya dawî "Das Dunkle Schiff" (Gemiya Tarî) îsal ketibû lîsteya kurt a Xelata Pêşangeha Pirtûkan a Leipzig 2008, ku yek ji xelatên wêjeyê yên elmanî yên mezin e. MALPERA AMÛDÊ Şêrko Fetah li bajarê Kölnê dît û pê re li ser pirsên nasnameyê, wêjeya pirçandî û herweha peywendiya wî ya bi Firstlady ya Iraqê Hîroxan re axivî.
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
07.05.2008 - 01:32
Nêçîrvan Barzanî: «Li Kurdistanê gendelî heye û divê nemîne»
Sîrwan H. Berko
 Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ligel Sîrwan H. Berko piştî pêkanîna hevpeyvînê |
Berî hefteyekê bû, roja çarşemê, di avahiya Encumena Wezîran de li Hewlêra paytexta herêma Kurdistanê. Tenê nîv seet dem bi min re hebû ku ez pirsên xwe ji serokwezîrê Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî (42) bikim. Min gelek tişt li ser wî mirovî bihîstibûn, ku ji destpêka sala 2006ê ve berpirsyarê siyaseta hikumeta Kurdistana azad e. Min siyasetvanek ne pozblind û fermî, lê mirovek vekirî û nerm dît. Wî vekirî û bê rawestan bersiva pirsên min da. Çendîn min dixwest bêtir pirsan jê bikim, lê nîvseeta me zû qediya û dora mêvanek din hat ku li ser kursiya li kêleka serokwezîrê Kurdistana azad rûne û pê re biaxive. Dibe ku di rojên bê de derfetek din ji bo hevpeyvîneke din peyda bibe. Ta hingî fermo bersivên Nêçîrvan Barzanî li ser pirsên Malpera Amûdê bixwînin:
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
01.04.2008 - 01:05
Ismaîl Umer: Rêjîma Suriyê dixwaze Kurdan bike gorî
Sîrwan H. Berko - Dortmund
 Ismaîl Umer: Miletê kurd bitirs e. | Serokê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Suriyê Ismaîl Umer eşkere dike ku rêjîma Suriyê kuştin û birîndarkirina welatiyên kurd li Qamişloyê di êvara Newrozê de plan kiribû. Di wê êvarê de hêzên ewlekariyê yên rêjîma Suriyê bi çekan êrîşî welatiyên kurd ên sîvîl kir, sê kuştin û pênc jî birîndar kirin. Di hevpeyvînê de bi MALPERA AMÛDÊ re Umer diyar dike ku partiyên kurdî nexwestiye ku îsal cejna Newrozê pîroz nekin, lê ji bo pîrozkirinê şêweyê şîniyê hilbijartiye. Isamîl Umer herweha li ser Lêvegera Kurdî li Suriyê, siyaseta rêjîma Suriyê li hemberî Kurdan û pirsine dî nerînên xwe eşkere dike.
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
21.03.2008 - 05:54
Ibrahîm Yûsiv: Rojek biêş û xemgîn bû
Sîrwan H. Berko
 Ibrahîm Yûsiv | Li Qamişlo niha seet 06.30 e. Rojnamevan û çalakvanê kurd Ibrahîm Yûsiv jî şiyar e. Xewa wî nayê. Kurê wî Kerem do bi fîşekeke hêzên ewlekariyê yên rêjîma Suriyê hate birînadrkirin û niha di nexweşxaneyê de ye. Kurê wî yê nozdehsalî Aras jî di zindanê de ye. Dema ku wî dît bê çawa xwîna birayê wî direje, ew hêrs bû û bi gotinan êrîşî tawanbaran kir. Bersiva wan jî girtina Arasê xwendekar bû. Ez û Ibrahîm Yûsiv em li ser MSNê behsa bûyerên do dikin û van pirsan jê dikim:
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
05.07.2007 - 21:15
Balyozê berê yê Isarîl li Elmanyayê Avî Prîmor: Divê dewleta Kurdan çêbibe!
Sîrwan H. Berko - Düsseldorf
 Avî Brîmor | - Emerîka nahêle em piştgirtina Kurdan bikin
- Ne Israîl xeter e li ser Ereban, lê Îran
- Yekîtiya Ewropa dikare pirsgirêkên me çareser bike
- Bila Tirkî ji min aciz bibe, lê Kurdan dewletek heq kiriye
- Israîl ewlekariyê û aştiyê dixwaze û amade ye hertiştî bike
- Hikumetên li Rojhilata Navîn qels û tirsonek in
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
05.05.2007 - 00:37
Hevpeyvîneke bi deng bi Bilind Ibrahîm re
Sîrwan H. Berko
 Bilind Ibrahîm | Di mehe adara borî de, hunermend Bilind Ibrahîm ji Kurdistana Iraqê ji bo beşdarbûna di çend ahengên Newrozê de hatibû Ewropayê. Hatina wî bû derfet ku li Elmanyayê li bajarê Herne yekemîn konserta wî ya li vî welatî li dar keve. Li wê derê min Bilind Ibrahîm dît û çend pirs jê kirin. Kurtehevpeyvîn bi deng hatiye tomarkirin. [Bitikîne û li hevpeyvînê guhdar bike].
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
11.04.2007 - 23:19
Hevpeyîneke taybetî bi Miheyedîn Şêx Alî re
Sîrwan H. Berko
 Miheyedîn Şêx Alî | Di 20.12.2006ê de, Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurd li Suriyê (PYDKS) ragihand ku sekretêrê wê Miheyedîn Şêx Alî li Helebê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên surî ve hatiye girtin. Ji dema ragihandina vê nûçeyê û ta roja ragihandina serbestberdana Şêx Alî di 16.02.2007ê de, ti kesî tiştek li ser rewşa wî û ciyê kû ew lê dima, ne dizanî. Ta roja îroj PYDKS ti agahî li ser dema girtina sekretêrê xwe neweşandine. Ji ber vê yekê min xwe gihand siyasetvan Miheyedîn Şêx Alî û min jê xwezt ku ez hevpeyvînekê pê re bikim, da ku ew ji xwendevanên Malpera Amûdê re diyar bike, bê ka çi mesela girtina wî bû. Li ser daxwaza Şêx Alî, min pirsên xwe di rêya e-mailê re jê re şandin. Fermo bersivên Miheyedîn Şêx Alî bixwînin:
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
11.04.2007 - 00:04
Ibrahîm Yûsiv: Partiyên kurdî şaşitiyeke dîrokî dikin
Sîrwan H Berko
 Ibrahîm Yûsiv: "Dengên xwe nedin min!" | Piştî ku piraniya partiyên kurdî li Suriyê biryara nebeşdarbûna di hilbijartinên ji bo parlamenta Suriyê de û boykotkirina wan da, mamoste û nivîskarê kurd ê navdar Ibrahîm Yûsiv di daxuyaniyekê de eşkere kir, ku ewê xwe di lîsteya "Komîteya Niştimanî ji bo Yekîtiya Komunîstên Surî" de ji bo ketina parlamenta Suriyê bide hilbijartin. Yûsiv programa xwe ya hilbijartinan belav kir, tê de hin xal hene ku bi gelê kurd li Suriyê ve û naskirina wî ya ji aliyê destura Suriyê ve û misogerkirina hemî mafên wî yên siyasî, civakî û çandî, girêdayî ne. Hilbijartin dê di 22ê vê mehê de pêk bên. Malpera Amûdê xwe gihand Ibrahîm Yûsiv û ev kurtehevpeyvîn pê re pêk anî:
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
07.01.2007 - 10:05
»Peyva huner pir rezîl û erzan bûye«
Hevpeyvîn bi hunermend Xweşnav re
 Xweşnavê lêv bi ken tije êş û gazin e | "Ez nimûneyek im ji trajediya hunermendên kurd"
"Huner tenê valahiya di weşanên televizyonan de dadigire"
"Di hunera kurdî de diziyek pir vekirî peyda dibe"
"Olan navê Xwedê kirêt kiriye"
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
30.10.2006 - 13:32
Kesra Cegerxwîn: Mafê malbata Cegerxwîn tê xwarin
Hepeyvîn: Arşevê Oskan
 Kesra Cegerxwîn | Di 22emîn salvegera koçikirina lehngê helbesta kurdî (kurmancî) yê sedsala bîstan de, Cegerxwînê Hesarî, min xwest ez çend pirsên taybet ên li ser aliyên ne pir ronî, li ser kesayeta Cegerxwîn û xizmata wî ji bo wêje û gotina kurdî û herweha projeyên piştî koçkirina wî, ji devê kurê wî yê mizin Kesra bi xwe bibihîzim. Kesra jî, heger çendî bi kurtî be jî, bersiva hin pirsên min wisa dan:
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
15.10.2006 - 12:56
Mîrê Hêkan: »Jiyan bazar e«
Hevpeyvîn: Sîrwan H. Berko
 Cemal Ebdo | - Divê em xewnên berê nebînin, dinya hatiye guhertin. Divê em di cîhana globalîzimê de berjewendiyên xwe biparêzin. Jiyan bi xwe bazar e û em tevde di vê bazarê de ne. Ku em herin jiyanek dî, jiyaneke xewn û xweztekan, em pêş nakevin. Ez dikarim xewna xwe di hunerê de pêk bînim. Lê da ku ez xewna xwe bigihînim milet, hêz jê re pêwîst e.
- Dema hêz dibînin ku tu hunermendek serketî yî, ew dixwazin te di rêya xwe re nîşan bidin. Berjewendiyên wan jî di vî tiştî de hene. Mesele dan û stendin e. Lê hinek hunermend hene, xwe dixin qalibekî teng. Ev yek bêhna wan diçikîne, wan difetisîne.
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
06.10.2006 - 18:31
Ebdilhemîd Derwîş: Dixwazim dev ji siyasetê berdim!
Hevpeyvîn: Sîrwan H. Berko
 Ebdilhemîd Hecî Derwîş: "Ez gelekî êşiyam" | Berî demekê, sekretêrê Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Suriyê Ebdilhemîd Hecî Derwîş ji ber pirsgirêkine tenduristî ji bo serdanekê hatibû Elmanyayê. Di hevpeyvînekê de bi Malpera Amûdê re, siyasetvanê kurd li ser rewşa Kurdan diaxive û eşkere dike, ku destên rêjîma Suriyê di perçekirina Kurdan de hene. Derwîş, ku li Kurdistana Suriyê kevintirîn siyasetvanê kurd ê çalak e, herweha li ser êrîşên ku li dijî wî têne kirin, radiweste û pêşeroja Kurdan di çarçeweya dewleta Suriyê ya yekgirtî de dibîne. Ebdilhemîd Derwîş herweha li ser şaşitî û poşmaniyên xwe û li ser hevalê xwe û serokê Iraqê Mam Celal Talabanî diaxive.
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
15.09.2006 - 16:01
»Hema xwedî alîkarê wan be û hew!«
Hevpeyvîn bi Ciwan Haco re
 Ciwan Haco bersiva pirsên Sîrwanê Hecî Berko dide |
- Me li Tirbesipiyê jî li Rolling Stones guhdar dikir
- Gelek caran heqê cixare û bîra min bi min re peyda nedibû
- Divê partî xwe biguherînin
- Li Kurdistana Başûr hunermendê kurd kêm qedr e
- Wek çawa hûn xiyaran dikirin, CDeyekê jî bikirin!
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
30.08.2006 - 09:57
Kurd di hilbijartinên Parlamenta Swêdê de: Hevpeyvîn bi berbijêrên kurd re
amude.com
Di 17.09.2006ê de, li Swêdê dê hilbijartinên parlament, şaredarî û parêzgehên Swêdê pêk bên. Bêtirî 30 welatiyên swêdî-kurd dê îsal beşdarî hilbijartinan bibin. Malpera Amûdê dê di rojên bê de hin berbijêrên kurd bide nasîn. Ev hevpeyvîn ji aliyê malpera wekurd.com ve hatine kirin û Malpera Amûdê wan diweşîne. Di rojên bê de, lîsteya hevpeyvînan dê bête zêdekirin. Da ku Kurdên li Swêdê berbijêrên xwe nas bikin, pêwîst e ku ew van hevpeyvînan bixwînin, da ku wan nas bikin.
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
14.08.2006 - 23:45
Kurd di hilbijartinên Parlamenta Swêdê de: Berbijêr Amîneh Kakabaveh
amude.com
 Amîneh Kakabaveh dixwaze têkeve Parlamenta Swêdê | Di 17.09.2006ê de, li Swêdê dê hilbijartinên Parlamenta Swêdê pêk bên. Bêtirî 30 welatiyên swêdî-kurd dê îsal beşdarî hilbijartinan bibin. Malpera Amûdê dê di rojên bê de hin berbijêrên kurd bide nasîn. Di destpêkê de, Amîneh Kakabaveh dê di hevpeyvînekê de xwe û xebata xwe bide nasîn û bêje bê ew ji bo çi siyasetê dike û armancên wê çi ne.
Nav: Amîneh Kakabaveh
Temen: 34 salî
Berbijêrî: Parlamenta Swêdê
Partî: Partiya Çep (Vänsterpartiet)
Herêm: Stockholm
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
09.03.2006 - 02:14
Îroj berî 17 salan Mihemed Şêxo mir «Law, ji xwe re li çêlo xîne, ji piano çêtir e.»
Sîrwan Hecî Berko - Dortmund
 Ibrahîm Mihemed Şêxo | Îroj berî 17 salan, di 09.03.1989ê de, hunermendê kurdistanî Mihemed Şêxo çû ser dilovaniya xwe. Bi Malpera Amûdê re kurê wî Ibrahîm (25), ku li bajarê Kiel ê elmanî dijî, li ser bavê xwe, muzîka wî, bandora wî li ser wî bi xwe axivî. Ibrahîm Mihemed Şêxo herweha hin aliyê bavê xwe yên prîvat diyar dike, ku berî niha nehatibûn eşkerekirin.
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
29.01.2006 - 15:44
Deham Ebdilfetah: Niha ne dema standardkirina zimanê kurdî ye!
Maşallah Dekak - DIHA
 Deham Ebdilfetah | Deham Ebdilfetah: Em ê gavan ber bi standardkirinê de bavêjin. Em nikarin niha ziman standard bikin. Ne mumkin e û ne jî realîst e. Ji bo ku mirov zaravayê soranî û kurmancî bike wekî zimanekî yekgirtî, divê gramera zimanan yek be. Lê em dibînin ku gelek qaîde dûrî hev in, li dijî hev in. Ne mumkin e ku em zimanek ku zaravayek zaravayeke din tune bike, çêbikin. Ne mumkin e ku tu bibêjî bila zaravayê dimilkî tune be. Hûn nikarin bibêjin "erê hûn kurd in, lê hûn ne zaza ne". Li gorî nêrîna min, divê berî her tiştî em xwe amade bikin.
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
05.12.2005 - 22:47
Bahram Haco: Ez bi tiştekî nefikirîm û çûm Suriyê
Sîrwan Hecî Berko
 Bahram Haco ligel wezîra surî Buseyna Şeeban | Ji 13.11.2005 ta 01.12.2005 li Galeriya Atasî li Şamê, pêşengehek hunermendê kurd Bahram Haco li dar ket. Hîn Haco li Suriyê bû, rojnameyên rêjîma surî li ser navê wî nûçe belav kirin, tê de nivîsandibûn ku Haco gotiye ku ew "bi serokatiya serok Beşar el-Esed serbilind e" û herweha "giring e ku li dijî tehdîd û dextên ku ji aliyê hin dewletan ve têne amadekirin, bê rawestandin". Bi Malpera Amûdê re Bahram Haco li ser van gotinan û herweha pêşangeha xwe axivî:
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
19.09.2005 - 18:32
Merze Rezazî: Em hunermendên kurd bi rastî gelekî bedbext in
Sîrwan Hecî Berko
 Merze Rezazî (09/2003) | Hunermenda kurd Merze (Merziye) Rezazî roja 13.09.2003ê beşdarî "11-mîn Festîvala Çanda Kurdî ya Navnetewî" li bajarê Gelsenkirchen ê elmanî bû. Li wê derê, min kurtehevpeyvînek pê re kir. Dema wê ji min re navê xwe li ser rûpelekê li gel jimara telefona xwe nivîsand, min dît ku wê MERZE nivîsandiye. Li ser pirsa min, çima ne Merziye, wek ku hemî Kurd wê bi vî navî nas dikin, wê bersiv da û got: "Merziye erebî ye!"
Ji bo bîranîna hunermenda hêja Merze Rezazî, Malpera Amûdê vê hevpeyvînê careke din diweşîne:
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
23.07.2005 - 20:46
»Em li dijî sinetkirina jinên kurd dixebitin«
Hevpeyvîn bi çalakvanê elman Thomas von der Osten-Sacken re
 Jinên kurd li Kurdistana Iraqê |
Çalakvanê elman û birêvebirê rêxistina alîkariyê ya elmanî “Wadî e.V.”, Thomas von der Osten-Sacken (36), piştî çend hefteyan ji xebata li Kurdistana Iraqê vegeriya Elmanyayê. Di hevpeyvînekê de ligel rojnameya elmanî “Leipziger Volkszeitung“, von der Osten-Sacken li ser projektên Wadî li Kurdistana Iraqê ji bo jinên kurd û herweha rewşa Kurdistanêbi taybetî û ya tevaya Iraqê bi giştî diaxive. Ew behsa projektên li dijî sinetkirina keçên kurd û herweha pêşketinên li Kurdistana Iraqê radiweste. Malpera Amûdê giringtirîn pirs û bersivên vê hevpeyvînê ji elmanî wergerandin bo zimanê kurdî:
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
21.07.2005 - 13:37
Prof Dr. Ubeydulah Eyûbiyan: Min hem avakirin, hem jî rûxandina Komara Kurdistanê ya Mahabad bi çavên xwe dîtin
Mihemed Eren - Hewelêr - pna
 Prof Dr. Ubeydulah Eyûbiyan | Prof Dr. Ubeydulah Eyubiyan, ku di nav xelkê de wek "Paşayê Kurdan" jî tê naskirin, di sala 1928ê de li rojhilatê Kurdistanê li bajarê Mahabadê hatiye dinê. Wî xwendina xwe ya bilind li Zanîngeha Tebrîzê xilas kiriye.
Eyubiyan hêj di 17-18 saliya xwe de beşdarî şoreşa avakirina Komara Kurdistan a Mahabadê dibe. Di nav refên şoreşgerên Komara Kurdistan a Mahabadê de ala Kurdî bi destê xwe bilind dike. Eyubiyan hêj di xortaniya xwe de hevalbendî û alikariya nemir Mele Mistefa Barzanî dike. Ji pêşmergên wî û ji şoreşgerên komarê re dibe war û ciyê sitarê.
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
24.05.2005 - 19:05
Helbestvanê kurd Husên Hebeş: Nivîskarê kurd li hicetan digere!
Sîrwan Hecî Berko - Bonn
 Husên Hebeş | Husên Hebeş helbestvanek kurd e, ku helbestên xwe bi zimanê erebî dinivîsîne. Ew di sala 1970ê de li gundê Şiyê yê Efrînê li Kurdistana Suriyê ji dayik bûye û ji sala 1996ê ve li bajarê Bonn ê elmanî dijî. Ta niha du pirtûkên wî yên helbestan derketine. Di vê hevpeyvînê de, Hebeş li ser nivîsandina bi zimanên biyanî û sedemên nenvîsandina bi kurdî radiweste. Herweha ew bersiva pirsên derbarey rewşa nivîskarên kurd li dervreyî welat û ya berhemên wan dide.
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
13.05.2005 - 21:23
Çîroknivîs Nezîr Mele: Li Ewropayê mirovên têkçûyî têne mezinkirin - Hevpeyvîn
Sîrwan Hecî Berko – Berlîn
 Nezîr Mele | Nezîr Mele çîroknivîsekî kurd e ji Kurdistana Suriyê. Ev dora mehan e ku ew li Elmanyayê dijî. Ew di sala 1964ê de li bajarê Amûdê ji dayik bû û di sala 1987ê de dîploma endezyariya çandiniyê ji Zanîngeha Helebê wergirt. Mele di sala 1995ê de dest bi nivîsandina çîrokê kir. Du berhemên wî yên bi navên "Goristana Mezin" û "Zayin" (helbest) hene, ku herdu jî hîn nehatine çapkirin. Nezîr Mele demeke dirêj di kovara "Rojda" de xebitî û ji komek rojname, kovar û malperan re nivîsandiye. Di vê hevpeyvînê de, ew li ser jiyana li tarawgehê û herweha rewşa zimanê kurdî li Kurdistana Suriyê diaxive.
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
10.05.2005 - 12:56
Hunermendê ciwan Teyar: Dixwazim muzîka herêmê bi zimanê kurdî pêşkêş kim
Mihemed Nebo* - Heleb
 Hunermend Teyar | Hunermend Teyar kî ye?
Teyar him navê min î ku ez pê tême naskirin, e, û him jî navê min î hunerî ye. Ez di sala 1979ê de li gundê Dadalî li herêma Kobanî ji dayik bûm. Min xwendina xwe ya serete li Kobanî qedand û piştre hatim çûm bajarê Helebê û ta ana ez li wir dijim. Di sala 2004ê de, min lîsansa wêjeya erebî de stend.
Jiyana min a hunerî di 12-saliya min de bi stranên hunermendên kurd ên navdar di wê demê de, wek Mihemed Şêxo, Mihemed Teyb Tahir û yên din dest pê kir.
Li bajarê Helebê min bêtir kanibû bi kûranî di mûzîkê de biçim û min gelek awayên muzîkê nas kirin. Niha jî ez di Komîteya Rewşenbîrên Serbixwe de berpirsyarê karê hunerî me û min dest bi xwendina muzîkê ya akademî kiriye.
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
04.05.2005 - 14:34
Stêra cîhana muzîk û filman Jennifer Lopez: Ez hîn a berê me
Michael Tschernek
 Jennifer Lopez | Eger tu hinekî di sala borî de bifikirî, tu yê bigihê kîjan encamê?
Jennifer Lopez: Ez kêfxweş im ku min hemû tiştên ku di sala borî de pêk hatin, baş derbas kirin. Ew sal ji bo min saleke guhertinan bû, sebaret bi hevkarên min ên bazirganî, hevalên bi salan, têkilî... hertiştê gengaz bi şêweyekî balkêş di jiyana min de guherî. Ev yek hin caran ji bo min gelekî dijwar bû, lê divyabû ku pêk bihata. Îroj ez wekî din im, hinekî giheştîtir, hinekî biaqiltir. Bi herhal ez dixwazim vê yekê wilo bibînim. (dikene)
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
19.04.2005 - 15:52
Sîrwan Hecî Berko: Rojnamegeriya kurdî hingê dibe xwedî desthilat, dema bikeve bazarê û xwe ji bandora hêzên siyasî rizgar bike
Rojnameya Mîdya
 Hevpeyvîn di rojnameya "Mîdya" (19.04.2005, r. 12) de hatiye weşandin |
Di hejmara xwe ya vê hefteyê de, rojnameya "Mîdya" hevpeyvînek ligel berpirsê Malpera Amûdê, Sîrwanê Hecî Berko, weşandiye. Hecî Berko li ser pirsgirêkên girêdayî bi rojnamevaniya kurdî ve diaxive. Mîdya rojnameya Yekîtiya Neteweyî ya Demoqrat a Kurdistanê ye. Ew her hefte li Hewlêrê derdikeve. Ji ber ku Mîdya weşana xwe bi tîpên aramî dike, Malpera Amûdê tevaya hevpeyvînê bi zaravê kurmancî û tîpên latînî diweşîne:
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
19.02.2005 - 02:49
Derhênerê kurd Yûksel Yavuz: Nasnameya min a kurdî roleke giring di filmên min de dilîze
Sîrwan Hecî Berko - Berlîn
 Yûksel Yavuz | Yûksel Yavuz yek ji filmçêkerên kurd e, ku di nav bazara filman de xwedî navek e. Ew çîrokên filman dinivîsîne û derhêner e jî. Ew yek ji wan Kurdan e, ku asîmîlekirina Kurdan û qedexekirina zimanê kurdî ji aliyê Tirkan ve bûn sedemên ku ew nikaribe bi zimanê xwe biaxive. Lê wî nasnameya xwe ya kurdî winda nekiriye û hewl dide vê yekê di filmên xwe de bi cî bîne. Yûksel Yavuz xwe mîna “welatiyekî cîhanî” bi nasnameyeke kurdî dibîne.
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
09.01.2005 - 02:38
-Berpirsiyariya neteweyî ya li ser milên Kurdistan TV li ser tu kanalên kurdî yên din nîne-
Hevpeyvîn bi bêjerê Kurdistan TV Nesret Hadî re
 Nesret Hadî | Gelo ev karê ku tu dikî, çi pêwîstî jê re hene? Ango çi merc divê di mirov de peyda bibin, ta ku bikaribe vî karî bike?
Bagrawendekê baş yê rewşenbîriya giştî, haydarbûna li ser siyaseta hundir û derve û bûyerên rojane, xweguncandina digel naveroka nûçeyê, deng û rengekê baş, fonetîkeke paqij. Herweha divê mirov li ser hunera gotinê şareza bît, her pîtekê mafê wê yê dirust bide wê. Wekî mêvanê hemû rojê, divê mirov dev bi ken be.
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
07.01.2005 - 14:21
-Divê em fedî bikin, ku em neteweyeke bêziman in-
Hevpeyvîn ligel Osman Sebrî
 Osman Sebrî (1905-1993) |
DORTMUND (amude.com) - Di 05.01.1905ê de, têkoşer (Apo) Osman Sebrî ji dayik bû. Di nav Kurdan de, îsal wek "sala Osman Sebrî" hatiye binavkirin. Li seranserî cîhanê, ji bo bibîranîna wî çalakî têne amadekirin û lidarxistin.
MALPERA AMÛDÊ jî dê beşdarî vê yekê bibe.
Nivîskar Firat Cewerî di sala 1987ê de li mala Osman Sebrî li Şamê, hevpeyvînek dirêj ligel wî pêk anî. Cewerî ev hevpeyvîn di pirtûka xwe "Kultur, Huner û Edebiyat" de weşandiye. Bi destur û alîkariya wî, MALPERA AMÛDÊ vê hevpeyvînê careke din li vê derê diweşîne.
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
07.01.2005 - 03:03
-Hingî em dixwazin bibin tirk-
Hevpeyvîn bi nivîskar Ibrahîm Seydo Aydogan re - Beşê duyem
 Ibrahîm Seydo Aydogan | * Kurdên ku didin dû Kurdên tirkînivîs, ji wan bêhiştir in
* Kurd ji bo çi kesên mîna Sûzan Samancî dixin antolojiyên edebiyata kurdî?
* Siyasetmedarên me êdî bi zimanê tirkî nikarin kurdan bigihînin deverekê
* Kurdên mîna Bejan Matur kontregerîllayên warê zimên in
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
03.01.2005 - 11:56
-Eyb e, eyb!-
Hevpeyvîn bi nivîskar Ibrahîm Seydo Aydogan re - Beşê yekem
 Ibrahîm Seydo Aydogan | * Bi zimanê tirkî xwestina «azadiya milletê kurdî» paradokseke rezîl e
* Pêdiviya asîmîlasyonê bi Kurdên ku bi zimanên biyanî dinivîsînin, heye
* Piştî ku xwediyên kovaran têra xwe navdar bûn, xebata xwe rawestand
* Kurdên ku ji wan nayê ku bi kurdî binivîsînin, xwe bi derewan dixapînin
* Edebiyata ku ji destê siyasetmedarên salên heftêyî û hêyştêyî derket, êdî dema xwe derbas kir
* Qibleya edebiyatê êdî zimanê kurdî ye
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
23.12.2004 - 17:22
- Bandora siyasetê li ser ragihandinê heye -
Hevpeyvîn bi berdevkê Yekîtiya Rojnamevanên Elman re
 Hendrîk Zörner | Berdevkê Yekîtiya Rojnamevanên Elman (DJV) Hendrîk Zörner eşkere dike ku rojnamevan di xebata xwe de ne her tim azad in. Bi MALPERA AMÛDÊ re ew li ser rola siyaset û berjewendiyên Yekîtiya Ewropa û Emerîkayê di ragihandina bûyerên li welatên din de diaxive.
Gelo berjewendiyên Elmanyayê di ragihandina medyaya elmanî de roleke çawa dilîzin?
Nabe ku berjewendiyên welatan ti rolê di xebata rojnamevanan de bilîzin. Di rojnamevaniyê de, aktualîte û giringiya nûçeyê krîterên bingehîn in. Rojnamevan bixwe nûçeyên xwe hildibijêrin û wan li gorî xwe çêdikin. Kesek nikare tiştekî ser wan ferz bike.
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
17.12.2004 - 12:11
-Em ji keçan hez dikin, lê ew peyda nabin-
Hevpeyvîn bi mamosteyê dîlanan ê Koma Tîrêj a Folklorî
 Koma Tîrêj |
Li paytexta Elmanya Berlîn, komek ji ciwanên Kurdistana Suriyê di komeke folklorî ya bi navê “Tîrêj” de dîlanên kurdî yên folklorî pêşkêş dikin. Ev kom di şibta 1999ê de hatiye damezirandin û ta niha xebata wê berdewam e. Ligel mamosteyê vê komê Subhî Betal me ev hevpeyvîn pêk anî:
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
01.12.2004 - 15:20
Hunermendê şêwekar Merwan Mihemed: Hunera kurdî pir serketî ye!
Sîrwan Hecî Berko - Arnhem
 Merwan Mihemed | Merwan Mihemed hunermendekî şêwekar e. Ew di sala 1967ê de li bajarê Amûdê li Kurdistana Suriyê ji dayik bûye. Ji sala 1993ê ve li Holandayê dijî û li wê derê 5 salan xwendina hunera ciwan kiriye. Ew ji sala 1993ê ve beşdarî gelek pêşangehan bûye. Tabloyên wî 2 salan di pêşangehên tevayî bi navê "Rêwî" de li hemû navendên çandî li Holandayê hatin pêşkêşkirin. Peyama Kurd ew li Holandayê dît û li gel wî ev kurtehevpeyvîn pêk anî.
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
25.11.2004 - 23:13
Helbestvan û derhênera kurd Şîrîn Cîhanî: Bila em semaya evînê bikin!
Mihemed Eren - Amed
 Şîrîn Cîhanî | Ji kerama xwe re, tu dikarî xwe bi kurtî bidî naskirin?
Ez di sala 1980ê de li bajarê Mehabad li Kurdistana Îranê ji dayîk bûme. Di sala 1997ê de, ez bûm endama Komeleya Nivîskarên Mehabadê.
Di sala 2002ê de jî, min pirtûka xwe ya yekemîn a helbestan a bi navê "Sema di nav air de" çap kir. Herweha kar û barê sînemayê û derhêneriyê jî dikim. Filmê min ê yekem ê bi navê "Tarmayî" (Bayê Beyanî)" li gelek ciyan li ser sehnê hatiye leyistin. Paşê, ev film beşdarî Festîvala Filmên Sînemayê ya Londonê bû. Nuha jî karê xwe yê nivîsandinê û sînemayê dewam dikim.
Tu ji kînga ve helbestan dinivîsî?
Ji dema ku min pêwîstiya xwe li ber jiyanê, keleme û êşên jiyanê daye pêş, min dest bi nivîsandina helbestan kir.
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
24.11.2004 - 01:50
Hunermend Hesen Şerîf: Guhdarên muzîka kurdî nemane!
Sîrwanê Hecî Berko - Stockholm
 Hesen Şerîf | - Muzîka kurdî gelek aloz û tevlihev bûye.
- Bûye mode, ku rihê tirkî di muzîka kurdî de peyda dibe.
- Di muzîka kurdî de, bîner maye, guhdar zêde nemaye.
- Berhemên min hatin dizîn û kopîkirin.
- Vîdyoklîpên ku niha derdikevin, kultur û çanda kurdî xerab dikin, hunera kurdî dadixin.
- Muzîk bûye tîcaret û her kes dikare bibe hunermend.
- Ta ku muzîka kurdî ji çarçoveya xwe derkeve, ew dê her aloz bimîne.
- Ez gelek caran bê hêvî dibim û newêrim gelek tiştan çêkim.
- Min di vê salê de sê caran jimara bêrîkfona xwe guhertiye.
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
16.11.2004 - 20:40
Helbestvana kurd Diya Ciwan: Divê nivîsên bi kurdî bêne hilbijartin
Sîrwan Hecî Berko
 Diya Ciwan | Helbestvana kurd “Diya Ciwan” navekî naskirî ye li seranserê Kurdistanê. Wek kêm jinên din, wê karî di 20 salan ji nivîsandina helbest û çîrokê de xwe di cîhana toreya kurdî de ferz bike. Lê ew ne tenê helbestvan e, ew berî her tiştî dê ye, wek ew dibêje. Wê li gel malxweyê xwe 6 zarok mezin kirin; hin ji wan bûne pijîşk, dermanzan û mafzan. Ew bi kêfxweşî û serbilindî behsa zarokên xwe dike û vê yekê gelekî giring dibîne, çimkî ew dibêje, ku “beriya her tiştî ez dê me”. Ji bo wê nameya dêbûnê ji hemî tiştên din giringtir e, ”ji ber bingeha jiyana li ser destê diyan ava dibe.” Herweha Diya Ciwan ji mêj ve karê dirûtina cilan dike û 80% ji aboriya malê ji vî karî dihat. Ew dibêje ku gelek caran wê di rojê de tenê sê seetan xew kiriye. Wê ji bo nivîsandinê xwe gelek xelat wergirtine, yek ji wa jî xelatek li Tunis. Ew pir bi xelatên xwe kêfxweş e, lê hêvî dike “ ku kesên ku xelat dan min, rojekê poşman nebin.”
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
26.10.2004 - 14:18
Şanogerê kurd Murad Batgî: Kurd fêrî trajîdeyan bûne
Sîrwan Hecî Berko
 Murad Batgî | Şanogerê kurd Murad Batgî ji Amedê bi „stand-up“a xwe ya bi navê „Zimandirêjî“ beşdarî Festîvala Sanvîkenê ya Kurdî li Swêdê bû. Bi MALPERA AMÛDÊ re ew li ser xebata xwe û planên xwe yên pêşerojê axivî.
Ji bo çi „zimandirêjî“?
Murat Batgî: Ji ber ku ta niha neyaran xwestiye ku zimanê me kin be. Ji ber vê yekê ev zimandirêjî li dijî wan e. Herweha encax bi zimanekî dirêj em bikaribin di hin meseleyan de kûr bifikirin û kûr bêjin.
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
22.10.2004 - 17:08
Siyasetvanê kurd Ebdela Hîcab: Axavtinên Ocalan her kesî girê nade!
Sîrwanê Hecî Berko
 Ebdela Hîcab | Siyasetvanê kurd Ebdela Hîcab diyar dike, ku ger Kurdên li Kurdistana Tirkiyê doza nasnameya xwe ya neteweyî nekin û dev ji daxwaza demokratiya giştî li Tirkiyê bernedin, ew dê nikaribin pirsa xwe çarser bikin. Hîcab sîstema federalîzmê wekî baştirîn sîstem ji bo Kurdan dibîne û bangî Tevgera Kurd dike, ku daxwazên xwe yên siyasî û neteweyî bi nav bikin, da ku bikaribin beşdarî pêvajoya endametiya Tirkiyê bo Yekîtiya Ewropayê bibin. Ebdela Hîcab bi xwe cîgirê Kongra-Gel e, lê ew di vê hevpeyvînê de ne ser navê rêxistina xwe diaxive.
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
19.10.2004 - 23:33
Sekreterê berê yê PENa Navneteweyî Terry Carlbom: Em giringiyeke mezin didin Konferansa Diyarbekirê!
Salihê Kevirbirî - Amed
Sekreterê berê yê PENa Navneteweyî Terry Carlbom bi boneya “Konferansa PENa Navneteweyî ya Diyarbekirê”, ku dê di adara 2005ê de pêk were, hate Diyarbekirê û li gel endamên Navenda PENa Kurd beşdarî li gelek hevdîtinan kir.
Carlbom li Diyarbekirê derbarê PENa Navneteweyî, Konferansa Diyarbekirê û cihê PENa Kurd di nava PENa Navneteweyî de bersiv da pirsên me.
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
25.09.2004 - 09:31
-Divê kurd yekdeng bi Yekîtiya Ewropayê re biaxivin-
amude.com
Sosyologê kurd Naif Bezwan li Zanîngeha Osnabruck a elmanî (beşê zanyariyên siyasî) li ser mijara Yekîtiya Ewropayê, prosesa endametiya dewleta tirk û pirsa kurdan a neteweyî xebata xwe ya doktorayê dike. Ew bersiva pirsên Peyama Kurd derbarê endametiya Tirkiyê di Yekîtiya Ewropayê de û pirsa kurdî dide.
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
11.09.2004 - 19:41
Xusro Goran: Pirsa Musilê pirsa Kurdistanê ye
Mistefa Aydogan
 Xusro Goran | - Çima Kerkuk bêtir tê minaqeşekirin? Bi baweriya min, du sedemên wê hene: Yek, li Kerkukê nisbeta kurdan bêtir e, ya duduyan jî pirsa petrolê ye. Em dibêjin ku bajarê Kerkukê Kurdistan e, lê me tu caran negotiye ku bajarê Musilê Kurdistan e. Lê em dibêjin ku sînorê Kurdistanê heta nav bajarê Musilê tê.
- Em dixwazin her devera ku piraniya wê kurd be, têkeve nav sînorên Kurdistanê û bibe beşekî Dewleta Kurdistanê ya federal. Em li pirsa Musilê jî bi vê perspektîvê dinerin.
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
19.08.2004 - 01:02
Derhênera elman-kurd Eyşê Polat: Kurdbûn beşek ji nasnameya min e û zimanê kurdî zimanekî şêrîn e!
Hevpeyvîn
 Eyşê Polat | DORTMUND (amude.com) - Berî çend rojan, derhêner Eyşê Polat, ku bi eslê xwe kurd e, xelata zîv a Festîvala Locarno a Filman bo filmê xwe "En Garde" wergirt. Bi MALPERA AMÛDÊ re, Eyşê Polat li ser nasmaeya xwe ya elmanî-kurdî diaxive û diyar dike, ku kurdî zimanekî şêrîn e û ku ew dixwaze xwe fêrî vî zimanî bike, çimkî ew vê yekê "beşekî giring ji nasnameya xwe ya kurdî" dibîne. Herweha Polat eşkere dike, ku kultura kurdî pir dewlemend e û divê kurd dev ji çêkirina filmên siyasî yên bo propagandayê berdin.
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
01.08.2004 - 14:26
Nebîl Hisên: Bav û birayê min têne işkencekirin
Hevpeyvîn li gel penaberê kurd Nebîl Hisên
DÜSSELDORF (amude.com) - Nebîl Hisên kurdekî başûrê-rojavayî Kurdistanê ye. Ew wekî penaber li Elmanyayê dijî. Hisên kurê siyasetvan Ehmed Hisên e, yê ku di nîsana borî de hate zindankirin. Bi MALPERA AMÛDÊ re, Hisên li ser girtina bav û birayê xwe û herweha li ser işkencekirina wan ji aliyê rêjîma Suryayê ve diaxive.
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
01.08.2004 - 15:47
Çi bi Zana Haco hat?
Hevpeyvîn li gel leystikvanê gokê Zana Haco
 >> Zana Haco | MÜNSTER (amude.com) - Zana Haco yek ji leystikvanên gokê yên kurd ên navdar e. Wî bi salan di tîpa Cîhad a bajarê Qamişloyê de lîst û di sala 1991ê de 11 leystik di tîpa Suryayê ya niştimanî de pêk anîn. Zana di 1993an de koçberî Elmanyayê bû û ji wê demê de hezkerên gokê ji dengûbasên wî bêpar mane. Malpera Amûdê xwe gihand Zana Haco û kurtehevpeyvînek li gel wî pêk anî.
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
07.08.2004 - 12:48
Guhdarê kurd muzîka xwe binpê dike
Hevpeyvîn li gel hunermend Miço Kendeş
DORTMUND (amude.com) - Berî çend rojan, hunermend Miço Kendeş li Fransayê beşdarî festîvaleke navneteweyî bû. Piştî vegera wî, ew bi Malpera Amûdê re li ser muzîka kurdî, guhdarên wê û şaşitiyên hunermendan axivî. Miço Kendeş eşkere dike, ku kêm li muzîka kurdî xwedî tê derketin. Herweha ew daxwaza xwe ya anîna Eyşana Elî bo Ewropayê tîne ziman.
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
|
|
|
|
|