|
|
|
19.08.2004 - 01:02
|
[ 1379 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Derhênera elman-kurd Eyşê Polat: Kurdbûn beşek ji nasnameya min e û zimanê kurdî zimanekî şêrîn e!
Hevpeyvîn
 >> Eyşê Polat rahiştiye xelata xwe
 >> "En Garde"
 >> Eyşê Polat EYŞÊ POLAT di 1970ê de li bajarê Meletî li bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Di 1978an de, ew li gel malbata xwe koçberî Elmanyayê bû. "En Garde" filmê wê yê şeşan. Ji bilî "Auslandstournee" (1999), hemû filmên wê kurt in.
"En Garde" çîroka hevaltiya du keçên ji hev cuda dibêje.
Elîsa 16 salî di xwe de ye. Ji ber guhdarkirina wê gelekî hestdar e, ew cîhanê bi rengekî din hest dike, ne wek mirovên derdora wê. Di xaniyê bo perwedekirina ciwanan de, ew keça kurd Bêrîvan nas dike, ya ku piþtî revek neserketî ji Kurdistanê bi tirseke herdem ji berdana wê ji Elmanyayê û hêviyeke tenik bo biryareke erênî ji aliyê dezgeha biyaniyan ve, tenê li Elmanyayê dijî. Hêdî hêdî, baweriya Elîs bi Bêrîvanê tê. Lê hevaltiya wan dike ku bişkê, dema Bêrîvan dil dikeve kurekî bi navê Îlîr û Elîs cara pêşî hest dike, bê çawa ye, dema mirov yekê/î nêzîkî xwe winda dike. Rewşa li xaniyê ciwanan bi şêweyekî pir xemgîn ji pîvanê dikeve.
"En Garde" ji aliyê kanala televizyonê ya elmanî ZDF û fîrmeya çêkirina filman a navdar X-Filme ve hatiye çêkirin. | Tu dikarî ji me re hinekî behsa xwe bikî dema tu hatî Elmanyayê?
Ez 8 salî bûm dema ez hatim Elmanyayê. Di dema lîseyê de, min bi hevalên xwe re hinek filmên vîdyoyê çêkirin. Piştre, min li Brêmen û Berlînê fîlosofî, zanistên kulturî û germanîstîk xwend. Di wê demê de, min dest pê kir ku hinekî di warê filman de bixebitim. Min li çend deveran praktîkum çêkir û di hin filman de, min alîkariya derhênerî dikir. Wilo ez ketim vî warî û min dest pê kir, ku ji bo kurtefilman têkstan binivîsînim. Di 1992an de, min pirtûka xwe ya pêşî bo kurtefilmekî nivîasand û yekser xelatek bo çêkirina filmî wergirt. Min ew film çêkir û bi vî şêweyî xebata min berdewam kir.
Balkêş e, ku fîrmeyeke mezin mîna X-Filme û herweha kanala televizyonê ya elmanî ZDF derhênereke ciwan weke te bo filmekî hilbijart..
Di 1998/99an de, min filmê xwe “Auslandstournee” bi ZDF re çêkir. X-Filme fîrmeyeke mezin e; wê berî niha filmên navdar mîna “Goodbye Lênîn” û “Lola rennt" çêkirine. ZDF dixwest ku bi min re bixebite û em filmekî çêkin. Ji bo vê yekê fîrmeyeke çêkirina filman gerek bû. Daxwaza min ew bû, ku X-Filme filmê min çêke. Hema min ji wan re pirtûka filmî şand. Kêfa fîrmeyê ji pirtûkê re hat û wê xwest ku filmê min ê dirêj ê pêşî bibîne. Min film pêş wan kir û wan kêfa xwe jê re anî. Wilo xebata me ya bi hev re çêbû. Ev yek pir baş e, çimkî X-Filme fîrmeyele mezin e û ev yek pir alîkar e.
Filmê te behsa hevaltiya keçeke kurd bi yeke elman re dike. Tu çilo bi ser vê babetê vebû?
Di kolana mala min de, xaniyek bo perwerdekirina ciwanan hebû. Hinek ji wan ciwanên penaber bûm û yên din ciwanên elman bûn, ku dê û bavên wan nikarîbûn wan perwerde bikin. Ji ber ku ew cîranên min bûn, têkiliya min bi wan re çêbû û min ew nas kirin. Ji ber ku cîhana wan yeke taybetî ye û danûstandinên di navbera wan de ne wek danûstandinên kesine normal in, min dest pê kir, ku lêkolînan ser wan û pirsgirêkên wan çêbikim.
| "Ez kurd im û dixwazim xwe fêrî zimanê kurdî bikim" |
Sedema ku te keçeke kurd di çîroka xwe de hilbijart, çi ye? Ji ber ku tu bi xwe kurd î?
Ji min re giring bû, ku du cîhan rastî hev tên, du cîhan û du kulturên ji hev cuda. Hrweha ji min re giring bû, ku yek ji herdu keçan penaber be. Li aliyekî Elîs, ku di xwe de ye û problêmên wê bi dê û bav wê re hene. Li aliyê din jî, Bêrîvana ku rastî problêmên siyasî hatiye û ji ber vê yekê ji welatê xwe reviyaye. Ji ber ku ez kurd im, min keçeke kurd hilbijart; ez keça kurd bêtir ji yeke efxanî nas dikim. Herweha giring bû, ku ew bikaribe straneke kurdî bêje û bi kurdî xeberan bide.
Bêrîvan bi xwe kurd e?
Na, ew ne kurd e; ew tirk e. Hevaleke wê ya gelekî nêzîk kurd e û wê ew fêrî kurdî kir.
Te berî çend rojan bi vî filmê xwe xelata zîv a festîvala Locarno wergirt. Hûnê çi bikin ji vî filmî û projektên te yên dema bê çi ne?
Ev filmê min “En Garde” dê ji 28.10an û pê ve li sînemayên Elmanyayê bête pêşkêşkirin. Em hêvîdar im ku hejmareke mezin ji temaşevanan lê binerin. Niha ez du pirtûkan dinivîsînim.
Te ji min re got, ku tu dixwazî xwe fêrî zimanê kurdî bikî. Tu yê xwe ji bo xebata xwe xwe fêrî kurdiyê bikî yan ji ber ku tu kurd î û dixwazî zimanê xwe bizanibî?
Kurdbûn beşek ji nasnameya min e; ziman jî beşek ji nasnameyê ye. Ez berî demekê çûbûm Festîvala Filmên Kurdî li Romayê. Zimanê kurdî zimanekî şêrîn e û min nêt kiriye, ku divê xwe fêrî zimanê kurdî bikim, ji ber ev beşek ji nasnameyê ye.
Medyaya elmanî te weke “derhênereke ji Tirkiyeyê” bi nav dike. Çiqasî ji te re giring e, ku tu kurdbûna xwe eşkere bikî?
Dê û bavê min kurd in. Ji ber ku ew bi kurdî nediaxivîn, mixabin ez fêrî kurdî nebûme. Ez tirkî dizanim. Divê mirov li nasnameya xwe xwedî derkeve. Ez kurd im. Ji ber ku ez li Elmanyayê mezin bûme û min piraniya jiyana xwe li vir derbas kiriye, hinek beşên elmanî jî di min de hene.
| "Nabe ku mirov hertim tenê filmên li ser Apo û Leyla Zana çêke" |
Tu xwe weke derhênereke kurdî-elmanî yan elmanî-kurdî dibînî?
Bêtir elmanî-kurdî ji ber ku ez ziman dizanim.
Derhênerê kurd Bahman Ghobadî carekê got, ku sînemaya kurdî mîna jineke avis e, ku divê mirov alîkariya wê bike ku bizê û nehêle ku bimire. Tu sînemaya kurdî çawa dinirxînî?
Nerîna min jî mîna ya Bahman e. Li Kurdistanê potensiyaleke mezin ji çîrokan heye, ku divê bêne gotin. Divê mirov piştgiriya kesên li wir bike û derfetan bide wan, ku çîrokên xwe bêjin. Li aliyekî din, ez dibînim ku divê mirov xwe ji wê yekê rizgar bike, ku hertim filmên siyasî çêke. Ez vê yekê mixabin dibînim. Sînema dikare nesiyasî be jî. Her filmek bi şêweyekî ji şêweyan siyasî ye, lê nabe ku mirov zêde bike. Kultura kurdî ji van tiştên ku mirov dibîne, dewlementir e. Min hinek filmên dokumentar ên kulturî yên balkêş li Navenda Çanda Mezopotamiya dîtin. Wan pir bala min kişand. Nabe ku mirov hertim tenê filmên li ser Apo û Leyla Zana çêke. Ew jî balkêş in, lê ez dibînim ku divê mirov filmine din çêke. Kultura kurdî gelekî dewlemend e.
Gelek derhênerên kurd ên li Ewropayê bêtir rewşa penaberên kurd li Ewropayê û êşa wan dikin mijara filmên xwe. Tu nabînî ku ev mijar kevn bûye û divê mirov berê xwe bide mijarine din?
Xuya dike ku ne bes e. Tu dibînî bê siyaseta penaberan çawa ye. Di nerîna min de, koçberî bo Ewropayê derfeteke baş e. Yek ji peyamên filmê min jî ew e, ku Bêrîvana kurd keça elman diguherîne. Pêwîstiya kulturê bi penaber û biyaniyan heye.
Hevpeyvîn ji aliyê Sîrwanê Hecî Berko ve hate kirin:
>> sirwan@amude.com
|
|
|
|
|
|