|
|
|
01.12.2004 - 15:20
|
[ 1373 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Hunermendê şêwekar Merwan Mihemed: Hunera kurdî pir serketî ye!
Sîrwan Hecî Berko - Arnhem
 Merwan Mihemed |
Merwan Mihemed hunermendekî şêwekar e. Ew di sala 1967ê de li bajarê Amûdê li Kurdistana Suriyê ji dayik bûye. Ji sala 1993ê ve li Holandayê dijî û li wê derê 5 salan xwendina hunera ciwan kiriye. Ew ji sala 1993ê ve beşdarî gelek pêşangehan bûye. Tabloyên wî 2 salan di pêşangehên tevayî bi navê "Rêwî" de li hemû navendên çandî li Holandayê hatin pêşkêşkirin. Peyama Kurd ew li Holandayê dît û li gel wî ev kurtehevpeyvîn pêk anî.
Hunera Kurdî ta kîjan radeyê dikare li hemberî hunera cîhanî raweste?
Hunera kurdî dikare munafesê bi ya cîhanî re bike. Hunermendên me jî xwe gihandine şêweyekî pir bilind.
Wek kê?
Wek Umer Hemdî (Malva), Zuhêr Hesîb, Beşar Îsa, Înayat Etar, Xelîl Ebdilqadir û hinên din. Bandora van hunermendan û ya tabloyên wan pir li ser min hebû. Hunera wan gelekî serketî ye û ez bi hêvî me, ku bikaribim xwe bigihînim wan.
Miletên cîhanî ta kîjan radeyê dikarin nasnameya kurdî di tabloyên te û yên hunermendên kurd ên din de bibînin?
Mijarên tabloyên me tim li ser êş û jana me ye. Tabloyên me li ser azadî û bindestiyê ne. Herweha rengên kurdî jî nîşaneke berbiçav e di tabloyên me de.
Ev tê wê wateyê, ku tenê êş û jan mijarên hunera kurdî ne?
Na, kêf û xweşî jî hene. Dema mirov wî gundê kurdî yê xweş û kesên wê, ew jina kurd, hevdîtina me di çalakî û şahiyan de nîgar dike, ev tevde di tabloyên me de xwedî roleke mezin in.
Armanc û hêviyên te wekî hunermendekî kurd çi ne?
Xebata min divê tim xwedî mijar û nêzîkî min û gelê min be. Ez dixwazim çîrokên xwe di tabloyên xwe de pêşkêş kim. Herweha dixwazim ku tabloyên min bersivên derbarê nasname û kultura min bidin.
>> sirwan@amude.com
-----------------
- Ev hevpeyvîn di Peyama Kurd (hejm. 12, 26.11.2004) de hate weşandin.
|
|
|
|
|
|