|
|
|
24.11.2004 - 01:50
|
[ 1369 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Hunermend Hesen Şerîf: Guhdarên muzîka kurdî nemane!
Sîrwanê Hecî Berko - Stockholm
 Hesen Şerîf û Sîrwanê Hecî Berko li Stockholmê |
Hunermend Hesen Şerîf yek ji stêrkên cîhana muzîka kurdî ye. Di dema pêşmergetiyê de, wî xebata hunerî kiriye. Ev 9 salên wî ne ku li Swêdê dijî. Min ew li Stockholmê dît û li gel wî li ser muzîka kurdî, pirsgirêkên wê û yên hunermendên kurd û herweha xerabiyên ku gelek kes bi navê muzîka kurdî li guhdarên kurd dikin, ev hevpeyvîn pêk anî.
* * *
Cudahiyên di navbera berhemên te yên ku te li Kurdistanê çêkirine û yên li derveyî welêt çi ne?
Li Kurdistanê muzîkjenên gelekî baş hene. Lê teknîka tomarkirinê weke ya li vê derê li wir nîne. Berhemên ku li Ewropayê derdikevin, zêde taam û rengê kurdî di wan de namîne.
Dema mirov li Kurdistanê be, mirov xwemalî ye; her tişt ji dil e. Tu her tiştî bi çavên xwe dibînî û bi guhên xwe dibihîzî; tu stranake ji dil çêdikî. Herweha li Kurdistanê komek ji muzîkjenan dihatin peydakirin, ku bi kêfxweşî, dilovanî û birayetî bi şev û rojan dixebitîn. Xebata li wir bi zewqtir û hemastir bû. Lê li vê derê ta tu muzîkjenekî peyda dikî, bi mehan derbas dibin.
Gelo muzîka kurdî dikare ta kîjan radeyê li himberî ya cîhanî raweste û kesayetiya xwe ferz bike?
Muzîka kurdî cawaz e ji ya xelkên derûdora me. Mixabin ew hatiye berpêvedan. Muzîka kurdî gelek aloz û tevlihev bûye. Ta berî 10-15 salan, muzîka kurdî ta radeyekê xwemalî û taybetiya xwe pitir hebû. Lê ji ber guhertinên teknîjî li cîhanê, muzîka kurdî aloztir bûye.
Seydayê Dilşad Seîd lehengekî muzîkê yê gelekî zîrek e. Wî du-sê tişt çêkirin. Eger wî berdewam kiriba, me yê kariba muzîka xwe bi ya xelkê re pîvan kiriba.
Aloziyên ku tu behsa wan dikî, çi ne?
Niha bûye mode, ku rihê tirkî di muzîka kurdî de peyda dibe. Ger tu li televizyonên kurdî temaşe kî, tu yê bibînî ku piraniya stranan xwedî rihên erebî, tirkî û xerbî ne. Ev xerabkirina muzîka kurdî ye.
Mebesta te ew e, ku dilsoziya ji bo xebata neteweyî ya kurdî sist bûye?
Bi rastî xelk li ser xwe westyane û muzîka xwe bi pêş xistiye û gihandine astên bilind.
Ev dora 14 sal in ku li Kurdistanê gelek derfet çêbûne. Berpiryasrî li ser milên kesên mîna seydayê Dilşad, Enwer Qeredaxî, mamoste Cemal Ebdulah û yên din dimîne. Ta ku muzîka kurdî ji çarçoveya xwe derkeve, ew dê her aloz bimîne. Divê em bi rihekî neteweyî muzîka xwe bi pêş bixin.
Mirov dikare bêje, ku Kurd hez nakin ku Kurd bin!?
Gelek ji wan. Gelek ji wan. Baweriya gelekan bi xwe nîne. Eger baweriya wan bi wan hebûya û hatibana muzîka kurdî ya resen bidana xebitandin, wan dê tiştekî cawaz ji hemî yên xelkê çêkiribana. Mixabin guhên guhdaran jî xerab kirine. Gunehkariya televizyonên kurdî jî di vê yekê de mezin e. Divê ew komîteyek ji muzîkzanan çêkin, da ku li ser deng û rengên muzîkê û vîdyoklîpan rawestin.
Te berî demekê berhema xwe ya dawî derxist. Te çend hezar dollar qezenc kirin?
Bi rastî ne tiştekî layqi e ku mirov bibêje, lê min ta 34 hezar dollar li ser serf kirin. Lê ta niha min nekarî nîva çarîkê ji mesrefa xwe vegerînim. Gelek gelek hatin belavkirin, dizîn û kopîkirin. Bi rastî min gelek tişt kom kirine, lê ez nizanim ezê wan çawa biweşînim.
Li gorî vê rewşê, çi dihêle ku tu di vî warî de berdewam bikî?
Ji min re muzîk bûye xwarineke giyanî. Me berê ji muzîkê qezenc nekiriye û heta niha jî. Min berê muzîka xwe dixist xizmeta hunera şoreşgêr de û piştre hinek guherîn di muzîka min de çêbû. Ez gelek caran bê hêvî dibim û newêrim gelek tiştan çêkim.
Tu poşman î ku tu Kurd î?
Na, ezê berdewam xebatê ji bo miletê xwe bikim. Lê divê mirov guhdarî van rexneyan bike û hewil bide ku rewşê biguherînin. Ez bi hêvî me ku li vê xebatê xwedî derkevin û çavên xwe jê re vekin.
Gelek muzîkvan hene, muzîka xwe li gorî guhdaran çêdikin. Ta kîjan radeyê muzîkvan berpirsyar e ku muzîka kurdî ya resen li ser guhdarî ferz bike?
Di muzîka kurdî de, bîner maye, guhdar zêde nemaye. Li tevaya dinyayê ev yek wekhev e. Dinya bûye rîtim û vîdyoklîp. Zewq nemaye. Mirov dikare guhên xelkê baş bike jî û mirov dikare xerab jî bike. Kesê ji xwe ne piştrast û ku têgihiştina muzîk û edebiyata kurdî cem wî tune be, gunehkarekî gelekî mezin e. Eger tu ne stranbêj bî û rabî straneke bi rîtim çêkî û mesrufeke gelekî baş li ser xerc bikî û vîdyoklîpeke li gel çend keçan bişînî televizyonê, tu yê gelekî binavûdeng bibî. Ev vîdyoklîpên ku niha derdikevin, kultur û çanda kurdî xerab dikin, hunera kurdî dadixin. Muzîk bûye tîcaret û her kes dikare bibe hunermend û ev yek ziyanê digihîne muzîka kurdî.
Tu yê di dema bê de çi bikî?
Niha bêhnvedana min e. Ezê sala 2005ê li ser du projektan bixebitim. Yek ji wan komkirina stranên kurdî yên folklorî yên windayî ye, ya din jî dê berhemên modêrn bin.
Rewşa te ya evînî çawa ye?
Baş e. (Dikene)
Tu jimara bêrîkfona xwe salê çend caran diguherînî?
Di vê salê de, ev cara siyê ye ku min guhertiye.
Li Kurdistanê, tu dikarî normal di bajaran de bigerî?
Nexêr. Ev nêzîkî neh salan çar caran çûme Kurdistanê, lê min hîn bazara bajarê xwe Dihokê nedîtiye.
>> sirwan@amude.com
-----------------
- www.hesen-sherif.com
- Ev hevpeyvîn di Peyama Kurd (hejm. 11, 19.11.2004) de hate weşandin.
|
|
|
|
|
|