|
|
|
27.04.2009 - 22:08
|
[ 1726 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Serokê Nemsa Heinz Fîscher: Ez dostê Kurdan im
Sîrwan H. Berko - Rûdaw - Qesra serokkomarê Nemsayê - Viyena
 Serok Fischer di nivîsgeha xwe ya fermî de: "Mele Mistefa Barzanî timî bi cilûbergên xwe yên şer di parlamentê de serdana min dikir." |
Çendîn li derveyî Nemsayê kêm Kurdan bi navê wî bihîstibin jî, lê li Viyenaya paytexta Nemsayê hema bêje Kurdek tune ku serokê dewletê Dr. Heinz Fischer nas nake. Kurd Fischer, ku berî çend mehan 70-saliya xwe pîroz kir, wekî dostê xwe bi nav dikin. Serokê Nemsa bi xwe jî dibêje ku ew dostê Kurdan e. Dibe ku hebûna dostên mîna wî li Nemsayê sedemk bingehîn be ji bo hezkirina Kurdên başûrê Kurdistanê ji bo vî welatî be. Serokê herêma Kurdistanê Mesud Barzanî gelek caran gotiye ku ew li Viyena rehet dibe û çi cara wî serdana Ewropayê kiriye, wî rêya xwe bi vî bajarê nêzîkî dilê xwe xistiye.
Dr. Heinz Fischer heyştemîn serokê Komara Nemsayê ya nû ye. Wî yasa xwendiye û dektoraya xwe jî di vî beşî de bi dest xistiye. Fischer endamê Partiya Sosyal a Nemsawî (SPÖ) ye û di sala 1971ê ve kete parlamenta Nemsayê. Wî di partiya xwe de û herweha di dezgehên dewletê de di gelek mensiên siyasî yên bilind cî girtiye û di nîsana 2004ê de ji bo serokatiya Nemsayê hate hilbijartin. Ji hingî ve wî endametiya xwe ya di partiyê de cemidandiye.
Dema mirov derbasî avahiya fermî ya serokatiya Nemsayê dibe, mirov dixwaze serokê Nemsayê û ji vê qesra mezin û spehî dernekeve. Çimkî avahiya serokatiyê beşeke mezin e ji Hofburg, ku qesreke pir mezin e û ji komek ji qesrên biçûk pêk tê. Hofburg, ku çend gavan li ser piyan durî Dêra Stephan li navenda Viyenayê ye, ji sala 1438 ta 1583 û ji 1612 ta 1806 navenda rûniştinê ya melek û qeyserên Împratorya Romî ya Pîroz a Neteweya Elmanî bû, ku hingî ev nav ji bo deverên li jêr desthilatdariya qeyserên rom-elmanî re dihat gotin. Piştre û ta sala 1918ê Hofburg bû navenda rûniştinê ya Qeyserê Nemsayê. Nivîsgeha serok Nemsayê di beşê Leopoldînî de ye. Odey û dîwarên vê qesrê û tabloyên mezin ên rengîn li ser dîwaran mirov vedigerînin çend sed salan li paş. Mirov dide ser şopa melek û qeyseran. Li vî ciyî tu cudabûn di navbera xewn û rastiyê de namîne.
Di salona xewê ya Maria Theresia, xanima Qeyser Franz ê Yekemîn Stephan û diya Qeyser Josef ê Duyemîn serok Heinz Fischer bi rûyekî bi ken pêşwaziya min dike û dibêje: "Tu bi xêrê hatî Viyenayê."
Ev hevdîtin bi helkefta serdana serokê Suriyê Beşar el-Esed ji bo Nemsayê di rojên 27 û 28ê vê mehê de pêk hat. Serok Fischer dergehên xwe ji „Rûdaw“ re vekir û bersiva pirsên wê da.
****************
 "Ez dixwazim ku Kurd bikaribin jiyaneke dadmend bijîn." | Rûdaw: Gerek bû serokê Suriyê Beşar el-Esed di salên 2003 û 2005ê de serdana Nemsayê kiriba, lê herdu caran jî Nemsa nexwest pêşwaziya wî bike. Gelo niha çi hatiye guhertin ku el-Esed tê Nemsayê?
Dr. Heinz Fischer: Armanca me tim ew e ku serdaneke bi vî şêweyî tim di baştirîn çarçewe de pêk bê. Ji bo vê yekê jî demek munasib pêwîst e. Ez piştrast im ku dema niha pir munasib e ji bo serdana el-Esed, çimkî di dema dawî de peywendiyên Suriyê bi dewletine din re baştir bûne û herweha ji ber ku li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê serokek nû çêbûye ku bê pêşbawerî li tiştan dinere.
Rûdaw: Wate mirov dikare bêje ku ev guhertin girêdayî ne bi hilbijartina Obama wek serok?
Dr. Heinz Fischer: Ez bawer nakim ku mesele tenê mesela şexsê Obama ye. Ez bawer im ku naskirina vê rastiyê bê çiqasî guftûgo - bi taybetî guftûgoya bi Suriyê re – giring e, di meh û salên dawî de zêdetir bûye. Ev derfetekê çêdike. Wisa diyar e ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî dest pê dikin ku li ser vê meselê û derfeta pê ve girêdayî haydar bibin. Rewşa li Iraqê jî ta radeyekê aram bûye. Li Washingtonê biryar hatine stendin ku ewê gav bi gav leşkerên xwe ji Iraqê vekişînin. Ev faktorên erênî ne.
Rûdaw: Mijarên serdana el-Esed ji bo Viyena çi ne?
Dr. Heinz Fischer: Ji aliyekî ve emê li ser hemî mijarên ku girêdayî peywendiyên di navbera herdu dewletan de ne, biaxivin. Ji aliyekî din ve emê li ser peywendiya Suriyê bi Yekîtiya Ewropayê re biaxivin. Û prosêsa aşitiyê li Rojhilata Navîn, ku ji bo aşitiya li cîhanê pir giring e, mijareke din e.
Rûdaw: Yekîtiya Ewropa û Amerîka jî ji Suriyê dixwazin ku peywendiyên xwe bi Îranê re rawestîne. Helwesta Nemsa li ser vê pirsê çi ye?
Dr. Heinz Fischer: Her dewletek bi xwe siyaseta xwe ya derve çêdike. Wek çawa em piştrast dikin ku em bi xwe siyaseta xwe ya derve çêdikin, ji mafê her dewletê xwe ku siyaseta xwe bi xwe çêke. Lê rastiyek e ku ne tenê Ewropa, lê herweha Encumena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji Îranê û herweha şêweyê hevkarî û nehevkariya wê bi Dezgeha Enerciya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) ne razî ne û kêşeyên wan ligel Îranê hene. Eger Surî bigihê wê baweriyê ku ji bo me tevan bi sûd e ku Îran bê qaniikirin ku hevkariyeke baş ligel IAEAyê pêk bîne û herweha jê re bê eşkerekirin ku bicîanîna biryarên Encumena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî giring e, hingî ev yek dê bibe xwedî encamine baş li ser rewşa siyasî.
 Hevpeyvîna serok Heinz Fîscher bi rojnamevan Sîrwan H. Berko re yekemîn hevpeyvîna wî ya wekî serok bi medyaya kurdî re bû. |
Rûdaw: Amerîka û gelek dewletên din Surî bi peywendiyên bi rêxistinên mîna Hamas û Hizbollah gunehkar dikin û dibêjin ku Surî destdirêjiya nav welatên cîran dibe.
Dr. Heinz Fischer: Ez hêvî dikim ku hevkariya di navbera Surî û Yekîtiya Ewropayê de xurtir bibe û herdu alî bibin hevkarên giring û giranbûha. Ev armanceke pir giring e. Erkê her dewleteke di Neteweyên Yekbûyî de ew e ku terorê ji holê rake.
Rûdaw: Surî jî?
Dr. Heinz Fischer: Belê, Surî û dewletine din jî. Divê pîvaneke bingehîn ya çanda siyasetê be ku kêşe ne bi bombe û êrîş û zordariyê bên çareserkirin.
Rûdaw: Surî jî? Hêzên dijber li Suriyê rêjîma Suriyê bi çewisandina wan û binpêkirina mafên mirovan gunehkar dike. Tu yê bi el-Esed re behsa vê pirsê bikî?
Dr. Heinz Fischer: Peywendiyên min bi serok el-Esed re ewqasî baş in ku em ne mecbur in mijara mafên mirovan ji danûstandinên xwe re bavêjin. Ez fêr bûme ku em dikarin bi hevalbendên xwe re li ser hertiştî biaxive, ku mirov bikaribe bi şêweyekî aqilmend û dadmend li hevûdu guhdar bike. Ez dixwazim li nerînên hemû aliyan guhdar bikim.
Rûdaw: Ez dizanim ku tu xwe wekî dostê Kurdan dizanî. Li Suriyê Kurd jî ji ber nasnameya wan tên çewisandin û di dema dawî de gelek çalakvanên kurd tên girtin û işkencekirin. Tu li ser vê pirsê çi dibêjî?
Dr. Heinz Fischer: Rast e, hîn dema ku ez xwendekar bûm, peywendiyên min bi xwendekarên kurd re hebûn ku li zanîngehên Nemsayê dixwendin. Ev dora 25 sal in ku ez serokê Iraqê Celal Talabanî û herweha serok Mesud Barzanî nas dikim. Min Mele Mistefa Barzanî jî nas dikir, ku tim bi cilûbergên xwe yên şer di parlamentê de serdana min dikir. Rast e, peywendiyên min bi Kurdan re baş in. Ez dixwazim ku Kurd bikaribin jiyaneke dadmend bijîn.
 Hofburg: Navenda serokatiya Nemsayê. |
Rûdaw: Tê bi Beşar el-Esed re li mijara Kurdan biaxivî?
Dr. Heinz Fischer: Mijara Kurdan dê ji danûstandinên me neyê dûrxistin, wek ku çawa min di serdana xwe ya berî çend salan de wekî serokê parlamenta Nemsayê ji bo Îranê behsa Kurdên li Îranê kir. Herweha min berî niha behsa pirsa Kurdên li Tirkiyê jî kiriye. Lê divê ez bêjim ku ji bo Kurdan jî, ango ji bo hin beşên Kurdan, ev gotina min a zelal û eşkere heye: Ez li dijî terorê me.
Rûdaw: Ji aliyekî ve peywendiyên te bi Kurdan re baş in. Ji aliyekî din ve şirketa balafiran a nemsawî qezenceke mezin ji bazara bi herêma Kurdistanê re dibîne. Çima Nemsa te niha li herêma Kurdistanê konsulxaneyeke xwe venekiriye?
Dr. Heinz Fischer: Em danûstandinên xwe yekser bi hikumeta navendî re pêk tînin. Ger pirsin hebin, di navbera Viyena û Bexdayê de tên çarserkirin.
Rûdaw: Birêz serok Fischer, gelek sipas ji bo vê hevpeyvînê.
Dr. Heinz Fischer: Ser çavan.
E-Mail: sirwan@amude.com
---------------------
Ev hevpeyvîn bi zaravê soranî di rojnameya RÛDAWê de (hejm.53, 27.04.2008) hatiye weşandin: www.rudaw.net.
|
|
|
|
|
|